Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis li ser plana nû ya Amerîkayê ragihand ku, ewê bilez û bihêz, DAIŞê ji holê rakin.
James Mattis ji kanala CBS a Amerîkayê re axivî û diyar kir ku, Amerîkayê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê dest bi stratejiyeke nû kiriye . Di derbarê planê da Matitis got: “Kurteya stratejiya me ya nû ew e ku bi awayekî bilez û bihêz, em DAIŞê bi tevahî ji holê rakin.”
Mattis aşkere kir ku, heta niha taktîka wan a berê wisa bû ku çekdarên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê, berê wan ji aliyekî ber bi aliyekî din ve bidin û bi vî awayî hêza wan têk bibin. Lê stratejiya nû ya Amerîkayê ew e ku, êdî rêxistinê dê dorpêç bikin û bi tevahî ji holê rakin.
James Mattis destnîşan kir, ku gor stratejiya nû ew ji bo revê ji DAIŞê re cihekî nehêlin. Mattis got: “Weke mînak, niha rêxistin li rojavayê Mûsilê ketiye quncikê. Hêzên Iraqê ji bo ku wan bi tevahî ji holê rakin, dest bi tevgerê kirin. Derdora Tileferê hatiye dorpêçkirin. Ji bo dorpêçkirina Reqaya Sûriyê ku weke paytext îlan kirine, operasyon berdewam e. Gava were dorpêçkirin, emê wî bajarî ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.”