Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis diyar kir, Amerîka ji nêzîk ve lêkolînê derbarê pêşniyara navçeyên kêmkirina şer li Sûriyê dike û got: “Di hûrgiliyan de şeytan heye”
Roja 4 vê mehê di danûstandinên Astanayê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 herêmên ku şer lê bê kêmkirin li Sûriyê îmze kiribûn, ji pêr ve jî ketiye warê cibicîkirinê ku Idilb û bakurê Himsê, gundewarê Lazqiyê û başûrê Sûriyê li xwe digire.
Mattis got, her şerek bidawî dibe, ji zû de jî ew li çareseriyekê digerin, Amerîka dê lêkolînê bike, lê heta niha ew prose ne zelal e, ka kî yê gerantiya aramiya wan herêman bike û kîjan grûpên opozîsyonê dê li derve bimîne.
Derbarê ku avakirina wan 4 deveran dê bibe sedemek ku şer li Sûriyê bidawî bibe, Mattis got: “Şeytan her di hûrgiliyan de ye, loma divê em bêhtir lêkolînê derbarê hûrgiliyan de bikin.”
Berdevkê grûpên opozîsyonê Osame Ebûzêd gotibû, ew weke opozîsyon ti roleke Îran weke welatekî xwedî gerentî ji vê projê re qebûl nakin û gereke ti hebûneke Îran û mîlîşyatên wê di Sûriyê de nebe û ew bi ti biryarekê ku yekperçeya Sûriyê neparêze qebul nakin.
Ji aliyê xwe ve, îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim got, heger grûpên opozîsyonê yên çekdar pabendî rêkeftinê bûn, ew jî pabend bibin, lê rêjîm dê berdewam be di şerê grûpên terorist de.