Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rojnameya Fransî “La Figaro” ra axifî. Serok Barzanî di axaftina xwe da dîyar dike ku “Dem dema Serxwebûnê ye” û hêvî jî serokê nû yê Fransayê dike ku ew piştgîriya serxwebûna Kurdistanê bike.
Barzanî di derbarê bi bihêzbûna pêwendiyên û hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de jî dibêje: “Hêvîdar im piştgîriya Fransa bo pirsgirêkên Kurd berdewam be. Daxwaz ji serokê dahatû yê Fransayê jî dikim, heger Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand, piştgîriyê bike, yan herî kêm li ne li dijî proseya serxwebûnê be.”
Derbarê pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de Barzanî dibêje: “Bexda pabendiyên xwe li hember çareserkirina navçeyên Kurdistanê cibicî nekirine, ji ber wê dixwazin referandûmê bo çarenivîsa Herêma Kurdistanê û wan navçeyan encam bidin. Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, lê em nabêjin ku tenê bo Kurd be û Kurd tê de bijî.”
Her wuha di derbarê referandûmê de jî dibêje : “Em dixwazin bi awayekî aştiyane ji Bexdayê cuda bibin. Sed sal in hewl didin di Iraqê de bimînin, lê bi êrîşa kîmawî û têkdana 4 hezar gund û kuştina bi hezaran kes, bersiva me dan.”