Berdevka Partiya Gel a Komarî – CHP Selin Sayek Boke diyar dike ku ew encama referandumê tu car qebûl nakin. Selîn Sayek dibêje: “Bila kes guman neke, em dê ji bo vê yekê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Dema em behsa her tişt dikin, di nava wan biryaran de vekişandina ji parlamentoyê jî heye û berdewamkirina xebatan jî heye.”
Berdevka CHP’ê Selin Sayek Boke derbarê encamên referandûma 16’ê Nîsanê de daxuyanî ya partîyâ xwe da û di daxuanîyê da dibêje; “Îradeya gel hatiye binpêkirin. Sextekarî di referandûmê de hatine kirin. Em encamên vê referandûmê qebûl nakin.”
Selin Sayek Boke tîne ziman ku divê referandûm bê dubarekirin û di derbarê vê yekê da jî wiha dibêje: “Em li hemberî wan stûyê xwe xwar nakin. Di vê pêvajoyê de çi bikeve li ser milê CHP’ê dê pêk bîne. Bila kes guman neke, emê ji bo vê yekê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Dema ku em dibêjin her tişt, di nava wan biryaran de vekişandina ji parlamentoyê jî heye û berdewamkirina xebatan jî heye. Bi salane li Tirkiyê hilbijartin têne kirin. Cara yekemîn e ku di derheqe hilbijartinê da, di asta netewî û navnetewî de kêmasî derketine.”