Raportora Parlementoya Ewrûpayê li ser Tirkiyê Kati Piri di daxuyanîyeke çapemenîyê da radigihîne ku, bi vê Destûrê Tirkiye nikare Yekîtiya Ewrûpayê de bibe endam di. Ji ber vê yekê, berdewamiya danûstandinên endametiyê jî ne pêwîst e.
Bi referendûma 16ê Nîsanê pejirandina xalên nû yên Destûrî ya li Tirkiye, di qada Ewrûpayê de dibin sedema gengeşeyan. Raportora Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri di bersîva rojnamevanan de radigihîne ku, heger guherandinên ku hatin pejirandin bikevin nav Destûrê, deriyên Yekîtiya Ewrûpayê li ser Tirkiye ji binîva tên girtin.
Gor ragihandina Piri, têkilîya Yekîtiya Ewrûpayê ya Tirkîyê ra, baştirîn pêkanîna danûstandinên taybet e, ne endametî ye.
Ev demek e pêwendiyên Ewrûpa û Tirkiye jî di nav aloziyan de ne. Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpa bi destwerdana karên navxweyî û piştgiriya terorizmê tewanbar dike. Yekîtiya Ewrûpayê jî Tirkiye sucdar dike ku, erkên xwe yên demokrasiyê pêknayne û bi vî şêweyî nikare bibe endam.