Kerkûk vedigere ser Herêma Kurdistanê!
Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin ku vê carê jî mijara vegerandina Kerkûkê ya ser Herêma Kurdistanê bixin dengdanê. Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Îbrahîm Xelîl eşkere kir, ku ji bo vê armancê îmzeya 22 endaman hatiye komkirin.
Di sala 2008’ê de Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji sêyan duyên dengan biryara vegerandina parêzgeha Kerkûkê bo ser rêveberiya Herêma Kurdistanê dabûn. Wê demê biryar bi destûrî nehate hejmarkirin.
Niha ji 41 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, 22 endam piştgiriyê didin vê hewldanê. Ji bo ji sêyan duyên dengan bê bidestxistin, Lîsteya Biratiyê hewl dide ku Ereban razî bike da ku deng bidin vê pêşniyarê.
Biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li tevahî sazî û dezgehên Kerkûkê ji bo Lîsteya Biratî ceribandineke mezin û giring bû. Endamên Lîsteya Biratiyê bi vê pêngavê ranawestin û dixwazin ji bo siberoja bajêr gaveke din bavêjin.
Rêveberê Desteya Deverên Kurdistanê yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Nesredîn Sindî di derbarê vê yekê da wuha dibêje; “Emê projeyekê amade bikin û pêşkeşî Civata Wezîran bikin da ku bikarin demek ji ya din zûtir vê gavê biavêjin. Ma emê heta kengî li hêviya Bexdayê bin? Dem hatiye em li Herêma Kurdistanê gavekê biavêjin.”