Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel dibêje, heger Tirkiyê cezayê îdamê dîsa şûnda vegerîne, xeyalê wê ya di derbarê endambûna Yekîtiya Ewropayê dê bidawî bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji rojnameya Bildê re encamên referandumê dê çi bandorê li ser peywendiyên Tirkiyê yên bi Yekîtiya Ewropa û NATOyê re bike nirxand.
Sigmar Gabriel di nirxandina xwe da dibêje, heger cezayê îdamê dîsa bê Tirkiyê, wê deme dê xeyalê wê ya endambûna Yekîtiya Ewropayê nemîne.
Gabriel dibêje; “Em nizanin Erdogan di rastiyê de çi dixwaze.
Gelo Erdogan dixwaze Tirkiyê ji Ewropa û welatên rojavayê dûr bixe?
An jî di pêvajoya hilbijartinan de pê hesîya ku Ewropa û nirxên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşketina aborî û civaka wê girîng e.”