Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan dibêje Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan deyndarê Kurdan e û divê deynê xwe bide.
Piştî ko encamên referandûmê eşkere bûn, parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan beşdarî televîzyoneke Tirkî bû. Di televîzyonê da dîar kir ku, Kurdan û beşek ji alîgirên HDPê dengê erê bikar anîne.
Altan Tan di axaftina xwe da ragihand ku, li gor encamên referandûmê Erdogan deyndarê Kurdan e. Kurdan careke din Erdoganî xilas kirine û divê Erdogan jî wefadar be û deynê xwe bide.
Ger pêvajoyeke nû destpê neke, di hilbijartinên di sala 2019’an da, dê dengên AK-Partiyê bi berdewamî kêm bibe.
Di referandûma 16ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê gor hilbijartina sala borî hejmarek zêde dengên erê derketibûn.