Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civîna li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres de, Barzanî ragihand, di pêşerojeke nêzîk de, Herêma Kurdistanê dê referendum pêk bîne, da ku cîhan agahdarê xwastek û biryara xelkê Kurdistanê ya derbarê siberoja xwe de bibe.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi seraneke fermî serlêdana Hewlêrê kir. Guteres, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasîma pêşwaziyê, Barzanî û Guterres li bajarê Hewlêr a paytexta Kurdistanê bi hev re civiyan.
Piştî bi dawî hatina civînê, Serokatiya Herêma Kurdisanê derbarê naveroka hevdîtina Barzanî û Guterres de daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî daxuyaniyê, Barzanî derbarê siberoja Herêma Kurdistanê de ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî re ragihandye: Di pêşerojeke nêzîk de referendum tê encamdan, da ku cîhan agahdarê xwastek û biryara xelkê Kurdistanê ya derbarê siberoja xwe de, bibe.
Barzanî herwiha behsa rûbirûbûna Hêza Pêşmerge û terorîstan kirîye û daye xuyakirin, ku cihê şanaziyê ye ku efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat têkbirin.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hêzên hevpeymanan û rêxistina Netewên Yekbûyî jî kirîye, ku alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û keyfxweşiya xwe jî nîşan da ye, li hember wê hevkarî û hemahengiya ku niha di warê ewlehî û serbazî de di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de heye û tekez kirîye, ku ev yek bûye sedema bidestxistina serkevtinên mezin.
Mesûd Barzanî li ser serdana Antonio Guterres bo Kurdistanê jî diyar kirîye, ku serdana Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî bo Herêma Kurdistanê cihê dilgermiya xelkê Kurdistanê ye.
Li gorî heman daxuyaniyê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî jî di vê hevdîtinê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kiriye û gotiye: Zêdebarî hebûna arîşe û astengiyan, mêvandariya bi sedan hezar awareyan kirine û rêz û pêzanîna xwe bo Pêşmerge nîşan da û got, ku bi çek û îmkanên xwe yên kêm êrişa terorîstan têkbir û cîhan vi matmayî û rêz ve berê xwe dide rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê.
Antonio Guterres herwiha gotiye: Civaka navdewletî di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina awareyan de kêmxem bûye. Ez dê hemû hewlên xwe bo komkirina piştevaniya cîhanî bo Herêma Kurdistanê di mijara awareyan de bixim tevgerê.
Guterres amadeyiya rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî ve bo hemahengî û hevkariya li gel aliyên iraqî û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi taybet di qonaxa piştî DAIŞê nîşan da ye.