Îro, roja 27’ê Adarê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û biryar da ku Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û dam û dezgehên fermî yên li Kerkûkê were bilindkirin.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna hejmarek ji endamên fraksiyona Erebî û Tirkmen civiya û bi piraniya dengan biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê dan.
Berî çend rojan berê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kiribû, ku deng li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.
Di destpêka civînê de wekîlê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di derbarê Ala Kurdistanê de axifî û got: “Ala Kurdistanê simbola hemû pêkhateyên Kurdistanî ne nîşana qurbanîdana gelê Kurdistanê dike.”
Welatiyên Kerkûkê xweşhaliya xwe derbarê vê biryarê derbirîn û dibêjin: “Mafê me ye wek netewekê ala xwe li bajarê xwe bilind bikin û nabe Kurd derbarê wî mafî de ji kesekî şerm bike, herwiha divê ev biryar zûtir ba û ewqas dereng nema.”
Di dema endamên Parêzgeha Encûmena parêzgeha Kerkûkê di civînê de bûn, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek ji serokên hoz û eşîreyên Ereb û kesayetiyên Ereb yên Kerkûkê çûn nava avahiya Encûmena Parêzgehê û piştevaniya xwe ji bo biryara bilindkirina Ala Kurdistanê nîşan dan.
Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de tenê 7 endamên encûmenê beşdarî civînê nebûn. Piranîya encûmenan biryara xwe da û Ala Kurdistanê jî li Kerkûkê bilind bû.