
Rojnameya The Times a îngilîzî nisvîsandiye ku yekîneyên leşkerî yên Amerîka û Rûsyayê li Minbicê bi hev re ewlehiya vê herêmê pêk tînin. Li gor rojnameyê, piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, ew yekem car e ku her du hêz, li qadeke şerî hevkariya herî nêzîk bi hev re dikin.
Raport bi sernavê “Hêzên Amerîka û Rûsyayê, li Sûriyê rêya navîn dîtin” hatiye belavkirin.
Peyamnêrê Rojhilata Navîn ê rojnameyê Richard Spencer ragihandiye, ku leşkerên Amerîka û Rûsyayê li rojavayê Minbicê, li hin navçeyan bi hev re ewlehiyê pêk tînin.
Richard Spencer diyar kiriye ku yekîneyên her du hêzan, tenê 10 kîlometre ji hev dûr in.
Herwiha Spencer aşkere kiriye, armanca her du welatan ew e ku nehêlin hêzên herêmê li dijî hev şer bikin.
Weke din di raportê de wiha hatiye gotin:
“Yekîneyên her du welatan ala xwe bilind kirine û xwe nîşan didin. Ji aliyê teorîkê ve di navbera hêzên kurd û hêzên ku Tirkiye piştgirî dide wan, bûne asteng. Lê ji aliyê din ve jî ev, nêzbûna jeostratejîk a Donald Trump û Rûsyayê dide xuyakirin.
Berê Minbic cihekî asayî bû, lê niha di pirsgirêka piralî ya Sûriyê de bûye cihekî stratejîk. Ev der armanca hikûmeta Sûriyê, Tirkiyê, serhildêrên ereb û şervanên kurdan e. Rûsya piştgirî dide rejîmê. Amerîka jî piştgirî dide hevpeymana ku bi pêşengiya YPGê, ji aliyê mîlîsên herêmê ve hatiye pêkanîn.”
Di nûçeyê de herwiha hatiye destnîşankirin ku YPG qebûl kiriye ku hin gundên li rojavayê Minbicê bide hikûmeta Sûriyê. Tirkiye jî ji bo ku kurdan ji wir dûr bixe, bi êrîşbirinê gefê li Minbicê dixwe.