Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li hember nerazîbûna tirkmenên Kerkûkê ya li hember bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser dezgehên rêveberiya parêzgehê got; “Ala Kurdistanê li Tirkiyê tê bilindkirin, çima li Kerkûkê bilind nebe?”
Îro, Berpirsê Malbendê Du yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Aso Mamend ligel Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm Civiya û paşî di civîneke rojnamevanî de naverokê hevdîtinê hate eşkere kirin.
Parêzgarê Kerkûkê di civîna rojnamevanî de got; “Di hevdîtinê de me behsa gelek mijaran kir. Yek ji wan jî rêkeftina petrolê ya ligel Bexdayê hatiye kirin û herwiha pirsgirêkên nav Kerkûkê bûne rojev.”
Derbarê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên Kerkûkê û nerazîbûna hinek aliyên Kerkûkê jî Kerîm got; “Hesasiyeta li hember Ala Kurdistanê ne di cih de ye. Hêvîdar im Civata Parêzgehê di demekê nêzîk de li ser vê mijarê deng bide. Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dem û dezgehên Kerkûkê li kêleka Ala Iraqê de bibe emir waqî.”
Parêzgarê Kerkûkê herwiha got; “Eger Ala Kurdistanê li Stenbol û Enqerê bilidn dibe, çima li Kerkûkê bilind nebe?”
Aso Mamend jî piştgirî da Parêzgarê Kerkûkê û diyar kir, ku ew bi rijd in û divê rêkeftina di navbera Parêzgariya Kerkûkê û Wezareta Petrola Iraqê de bê cîbicîkirin.
Hêjayê gotinê ye, ku Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di 14ê Adarê de biryar dabû bi tevî zimanê erebî, zimanê kurdî jî êdî di nav nivîsên fermî de bên nivîsandin û aşkera kiribû, ku ev li gor Destûra Iraqê mafê rewa ye.
Herwiha di biryara nivîskî de hatibû destnîşankirin: “Saziyên ku li dijî biryarê tevbigerin, cezayên îdarî dê li ser wan bên sepandin.”
Weke din di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin, daxwaz kirine Ala Kurdistanê li tevahiya saziyên fermî were bilindkirin.
Nûnerên pêkhateya tirkmen ên Kerkûkê li hember vê yekê derketibûn û gotibûn ku ew van biryaran qebûl nakin.