Serokê Ajansa Îstixbarata Amerikayê (CIA) Mike Pompeo serdana Tirkiyê dike.
Piştî axaftina telefonî di navbeyna Serokê Amerikayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, yekem seredana pilebilind ji bo Enqere ji alî Serokê Dezgeha Ajansa Îstixbarata (CIA) Mike Pompeo roja 9ê sibatê pêk tê.
Hatina Pompeo, wekî encamek ji axaftina Trump û Erdogan tê nirxandin. Medyaya Tirkiyê radighîne, ku Pompeo û berpirsên Tirk dê hevkariya parastinî di navbera her du welatan de bigrin dest.
Şeva borî, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya telefonê axivîn û tekezî li ser wê yekê kirin, Tirkiye û Amerîka hevpeymanên NATO ne û piştgiriya Amerîka bo Tirkiyê dê berdewam bike.
Erdogan daxwaz ji Trump kir, hevkariya serbazî bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestîne û di şerê kontrolkirina Reqa û Babê de hevahengiya zêdetir bikin, bo jinavbirina DAIŞê.