Senatorê amerîkî John McCain beriya ku roja Duşemê here Enqerê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Li gorî agahiyan Senatorê amerîkî John McCain beriya serdana Tirkiyê bike çûye Rojavayê Kurdistanê. Hat ragihandin ku McCain li bajarê Kobanî derbarê operasyona Reqayê de hevdîtin bi rayedarên leşkerî yên amerîkî re pêk aniye.
Berdevkê McCain anî ziman ku serdana senatorê amerîkî ji bo nirxandina rewşa Iraqê û Sûriyê derfeteke girîng bû.
Li gorî nûçeya yek ji rojnameyên Amerîkayê Wall Street Journalê jî John McCain li Rojavayê Kurdistanê ji bilî rayedarên leşkerî yên amerîkî hevdîtin bi berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re jî pêk aniye.
Ji bo rahênana şervanên bi ser Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike nêzîkî 500 leşkerên Hêza Taybet a Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hene.