Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re li Enqerê ligel Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê paytexta Tirkiyê ligel şandeke DBPê civiya, ku ji siyasetmedar û Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê yê berê Ehmed Turk û Şaredarê Agiriyê yê DBPê Sirri Sakik pêk hatibû.
Piştî bidawîbûna civînê, di konferaseke rojnamegerî de Ehmed Turk amaje bi rola Barzanî di proseya aştiyê li Tirkiyê de kir û ragihand, “Serok Barzanî di civîna ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan daxwaza azadkirina Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş kir.”
Şaredarê Agiriyê yê DBPê Sirri Sakik jî got: “Karîgeriya Barzanî li ser Kurd û Turkan heye.”
Herwiha Sakik daxwaz kir jî, şer û pirsgirêkên li Tirkiyê bi guftûgo û aştiyê çareser bibin û hevserok û parlementerên HDPê jî bên azadkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li koşka Çankayayê bicive û ewê pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rojek berê bi serdanekê gihêşt Tirkiyê û li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê ji aliyê berpirsên pilebilind yên Wezareta Derve ya Tirkiyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiyabû.