Serokê Fransayê François Hollande piştî civîna li gel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevaniyê de got: “Serdana min a niha ji bo destxweşî li Pêşmerge ye, çimku Pêşmerge bû ku bi şerê xwe hemû cîhan rizgar dikir. Ez hatime vir ji we re bêjim, Fransa piştevanî gelê kurd e.”
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransayê François Hollande, tevî berpirsên pilebilind ên her du welatên Kurdistan û Fransayê, li ofîsa serokwezîrtiya Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Piştî civînê, her du serok, Mesûd Barzanî û François Hollande konfranseke rojnamevaniyê saz kirin.
François Hollande di konfransa rojnamevaniya li gel Mesûd Barzanî de bi van gotina dest bi axavtina xwe kir: “Serok, min xwast di destpêka sala 2017ê de bême Herêma Kurdistanê da ku hêviya serkevtinê ji we re bixwazim, di rûbirûbûna terorîstan de.”
Hollande amaje bi yekemîn serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Di sala 2014ê de, ku ez hatim Kurdistanê, wê demê DAIŞ li nêzîkî Hewlêrê bû. Daxwaz hat kirin, ku Fransa piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, Fransa bi wî erkî rabû û bûye endam di hvepeymaniya li dijî DAIŞê de û niha hêzên fransî di vî şerî de beşdar in.”
Serokê Fransayê behsa rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de kir û diyar kir: “Bi rastî bêyî wêrekî û bêyî qurbaniya Pêşmerge, gelek zehmet bû ku DAIŞê were jinavbirin. Berî niha ez li eniya şer bûm, hemû ew deverên ku em tê re derbas bûn, bi xwîna Pêşmerge hatine kontrolkirin. Me li Çiyayê Zertekê hemû ew gund û bajarok dîtin ku bi qehremanîtî û qurbaniya Pêşmerge hatine rizagrkirin, hemû ew kêmîneyên olî yên ku li wan deveran dijiyan, êdî ji pêşeroja xwe natirsin.”
François Hollande destnîşan kir: “Pêşmerge bû ku bi şerê xwe hemû cîhan rizgar dikir, niha divê dema wê be ku em hemû bi berpirsatiya xwe rabin, nek tenê Pêşmerge bi wî berpirsatiyê rabe. Belku hemû cîhan gerek berpirsyar bin û eger em dixwazin terorîst werin têkbirin, divê em hemû werin pêş.”
Hollande behsa alîkariyên welatê xwe bo awareyên li Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Hejmareke zêde ya awareyan li vir in, Min bi xwe re alîkariyên mirovî anîne, nek tenê divê ku em alîkariya koçberan bikin, belku divê em piştgiriya wan jî bikin, da ku evgerin deverên xwe.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Hollande di bersiva pirsyara ku gelo em gerek niha çi bikin, got: “Divê em Mûsilê rizgar bikin, herwiha em kar bikin da ku DAIŞê ji Iraq û Sûriyê derxînin, da ku ew rêxistina terorîstî nemîne. Piştre jî divê çareseriyeke siyasî hebe bo piştî rizgarkirina Mûsilê, rêveberiyeke baş, ji bo pêkvejiyan vegere bo vî bajarî û lihevhatin û pêkvejiyan bo xelkê wê berdest bike.”
Serokê Fransayê di dawiya axavtina xwe de cardin behsa serdana xwe bo Herêma Kurdistanê di sersala nû de kir û da zanîn:
“Hatina min di serê sala nû de bo Hewlêrê, ji bo wê yekê nû ku ez destxweşiyê li Pêşmerge bikim û piştgiriya hêzên iraqî bikim bo rizgarkirina Mûsilê. Herwiha piştgiriyeke konkretî ya serbazî û mirovî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bikim û bêjim, ku Fransa piştevanê gelê kurd e.”