Komeleya Ehmedê Xanî a Rihayê girtina Enstîtuya Kurd a Stenbol bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir.
Nayê qebûlkirin ku Enstîtuya Kurd a Stenbol a ku di salên 90î de di wan rojên reş û tarî de ji bo xizmeta zimanê kurdî hatibû avakirin ji aliyê îktidara îslamîst ve a ku bangewaziya demokrasiye dike were girtin. Wek ku tê zanîn tu fonksîyoneke siyasî a Enstîtuya Kurd a Stenbol tune bû.
Lewra armanca Enstîtuyê tenê xizmeta zimanê kurdî bû. Diyar e ku îktîdara îslamîst bi refleksên kemalîst neyartiya gelê kurd dike. Mîxabin îktîdarê bi kiryarên xwe Tirkiye ji salên 90î jî paşdetir biriye.
Heta demeke nêzîk li Bakurê Kurdistanê ji bo gelê kurd guftugoyeke statuyeke siyasî hebû, lê îro em dibinin ku tehemula wan ji Enstîtuyeke ku xizmete zimanê kurdî dike re nemaye.
Ev jî metirsiyeke mezin e ji bo gelê kurd. Hêviya me ew e ku tavilê ji vê têgihîştina dîktatorî were vegerandin ber bi demokrasiye ve.
Rêz û hurmet ji Çapemenî û Raya Giştî a Kurd re.