Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk bo pişknîna rewşa wî ya tenduristî ji zîndana Sîlîvriyêya Stenbolî bo nexweşxaneyeke hikûmî hate veguhastin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk, di 17’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji peywîrê hat dûrxistin û di 24’ê Mijdarê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Ehmed Tirk (74 salî) di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silvîriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bizîşkî heye.
Piştî li nexweşxanê pişknîna tenduristî ji Ehmed Turk re hate kirin, careke din bo zîndana Sîlîvriyêya Stenbolê hate veguhastin. Biryar e jî tîma tenduristî raportekê derbarê rewşa tenduristî ya Ehmed Turk de belav bike.
Ehmed Turk 6 caran ji Mêrdînê wekî parlementer hatiye hilbijartin û heta niha CHP, SHP, HEP, DEP, DEHAP jî di nav de di 8 partiyên siyasî de siyaset kiriye. Turk, di heyama derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de 3 salan li girtîgeha navdar a Diyarbekirê girtî maye û rastî êşkenceyên giran hatiye.