(Ji bo bibîranîna Dr. Saîd û hemû Şehîdên Kurdistanê)
Dîroka milletê Kurd, dîrokekî bi pirr êş û bi keder e. Dîroka Kurdîstanê, ji alî şehîdên qehreman va jî dîrokekî gelek dewlemend û bi nav û deng e. Ji bo dewleteke serbixwe, ji bo Kurdistaneke azad, li qada şer, li dijî neyaran, li dijberî neyarê bav û kalan, heta îro bi hezaran Kurd şehîd bûn.
Xewn û xeyalên hemû şehîdên leheng wek hev bûn.
Armanc û têkoşîna wan, şer “u berxwedana wan ji bo Kurdistaneke serbixwe û azad bû.
Hemû şehîdên Kurdistanê wek şêr û piling, leheng û mêrxas bûn.
Ew tûcar nayên ji bîr kirin.
Ew bi lorîkên dayîkan, bi kilamên dengbêjan, bi çîrokên çîrokvanan her roj di nav gelê Kurd da dijîn.
Li ser mêrxasiya lehengên Kurdan, heta roja îro bi hezaran kilam û stran hatine gotin.
Di her malekî Kurd da, dayîkên Kurd, bi lorîkên ku li ser şehîdên Kurd hatinê gotin, zarokên xwe mezin dikin.
Di nav civata Gelê Kurd da, pesnê mêrxasîya şehîdan tên kirin.
Dibêjin; „şehidên me rûmeta gelê me ne, şehîdên Kurdistanê nayên ji bîr kirin.“
Belê şehîd di nav milletê Kurd da, herdem birûmet û bêhampa nin.
Kesên ku ji bo Serxwebûna Kurdistanê şehit bûne, di nezera Gelê Kurd da herdem xwedî payekî herî bilind in.
Di sedsala 20 û 21 da, wek şehîdên serxwebûna Kurdistanê, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Elîşêr, Îhsan Nurî Paşa, Seyît Riza, Melle Mistefa Barzanî, Cîbranlî Xalit Beg, Yusuf Zîya Beg û bi hezaran şehîd nav di dîroka gelê Kurd da cîhê xwe girtin û digrin.
Îro ji van yek jî şehîd Dr. Seid Çûrûkaya yê.
Mixabin neyarên gelê Kurd pirr in û bê wîjdanin. Her dem peşî li tekoşîna gelê Kurd digrin û li dijberî wan şerê qirêj û dijwar didomînin. Ji ber ku Kurd nebin xwedî dewlet û nebin serdest. Dagirker, di navbera hevda îtîfaqan çêdikin û di nav Kurdan da bêgavî didin pêş. Heta roja îro neyarên gelê Kurd yên dagirker her dem biserketin. Lê ji iro şûn va çerxa dinyayê bi awayekî din digere. Kurd êdî nayên xapandin û bi hêsanî têk naçin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e, Kurd li her parçeyê Kurdistanê, wek partî û rêxistin, wek serok û rêber peşî li wan dagirkera bigrin û firsendê nedin wan.
Li Rojhilata Navîn û li seranserî Dunyayê tê xûyakirin ku êdî Kurd jî xwedî statûyek baş in. Kurdistana Başûr iro dewletek federal e, lê wek tê xûyakirin di demek nêzîkta, ewê bibe dewletek serbixwe.
Îro Peşmergeyên qehreman bi dil û can li qada şer, bi rihek neteweyî û bi canfîdayî şer dikin.
Ewê di rojê peşiya me da mizgîniya serxwebûna Kurdistanê jî bidin.
Her Kurdek, ha li Bakûr û li Başûr, ha li Rojava û li Rojhilat, li çar parçeyên Kurdistanê, çi li ser milê wan dikeve gerek bi rêk û pêk bi cîh bînin.
Îro dem, dema gengeşîkirina serxwebûna Kurdistanê ye.
Neyarên gelê Kurd, hov û nezanin, lê ji bo berjewendiyên xwe yê neteweyî, wek gurê har in.
Lê em ji bîr nekin ku îro hemû welatên pêşwerû, hemû dewletên demoqrat, piştgirîya gelê Kurd dikin. Ev yek jî bo gelê Kurd fersendekî zêrîn e. Ji bo şehîdên bi rûmet, ji bo daxwazên wan, ji bo xewn û xeyalê wan, li her Kurdek ferze ku doza serxwebûna Kurdistanê bike û bidomîne.
Kurd, pêwîst e ji dîroka xwe dersên baş derxin. Milletê ji çand û dîroka xwe, ji zimanê xwe, ji netewa xwe dûr, ew ji milêtbûnê jî dûr dikevin û tu car nabên xwedî dewlet.
Ji bo yekê, berî her tiştî, divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, lewra ziman bi qîmete.
Ji ber ku ziman bingeha miletbûnê ye. Îro di navbera miletên çar dewletên dagirker û Kurdan da yek cûdahîyek he ye, ew jî tenê ziman e. Ziman nebe, di navbera Kurd û Ereb, Ecem û Tirkan da tu ferqek namîne. Ji ber ku dîn û bawerî û kevneşopiya hemûyan wek nezîkî hev in.
Gerek em bê tawîz, li dîroka xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin û wan bişopînin. Wek her milletekî azad û serbixwe, em bi zimanê xwe dikarin hebûna xwe bidomînin û bibin xwedî dewlet. Heger ziman nebe, ne ku dewlet Kurd bixwe jî roj bi roj winda dibin.
Milletê Kurd pêwîste li şehîdên xwe xwedî derkeve û daw û doza wan bidomîne û rîya wan bişopîne. Dr.Seîd Çûrûkaya bi salan li dijî neyarên hov bi mêrxasî şer kir û di qada şer da jî şehit ket. Ew jî ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe canê xwe da û di nav lehengên Kurd da cîhê xwe girt. Ew jî êî di nav refên şehîdên serxwebûnê da li ser axa Kurdistanê difire.
Dr. Seîd di dilên her kurdekî de birînek mezin vekir. Ji ber ku ew mirovekî dilsoz, lehengê doza Kurd bû.
Dr. Seîd evîndarê serxwebûna Kurdistanê bû.
Şexsiyeteke welatperwer û Kurdistanî bû.
Di nav çar perçeyên Kurdistanê da ferq nedidît.
Her dem yekîtiya Kurdistanê diparast.
Ji hiqûqa çar parçeyên Kurdistanê ra rêzgirtî bû.
General Seîd li Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê, bi navê hêzên Agirî, piştgiriya Peşmergeyên qehreman dikir. Ew, pêşmergeyekî qehreman û welatparêzekî fedakâr bû.
Dr. Seîd Çûrûkaya, ne şehîdê yekemîn ne jî şehîdê dawiyê ye.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Dr. Seîd Çûrûkaya bi nîşana Generaltiyê xelat kir ku bi vê yekê di serî da dilê malbata Dr. Seid Çûrûkaya, dilê dostû hevalê wî û dile gelê Kurd şa kir.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şehîdê Kurdistanê dibêje, „Ji bo Milletê Kurd, li ser axa gundekî jî dewletbûn, ji bê dewletbûna welatekî baştir e.”
Gelê Kurd hewîdare ku rojek nêzîk da serxwebûna Kurdistanê pêk were û bi wê rojê dilşad be. Şewat û kesera dile wan bi dawî be.
Dr. Seîd jî wek hemû şehîdên Kurdîstanê wek şêr û piling li dijberî neyarên Gelê Kurd bi mêranî şer kir.
Mirina wî jî mirinekî bi mêrxasî bû.
siracoguz@web.de
14.01.2017