Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir, ku ew bawer dike Herêma Kuridstanê dê bibe pira aştiyê di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de.
Osman Baydemîr beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û got; “Rewşa îro ya gelê kurd weke hemû gelên Rojhilata Navîn, aloz e, di bin zext û zilmê de ye. Lê di nava 2 salên dawiyê de, piştî ku pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hate hilweşandin, li dijî gelê kurd idjminatiyeke mezin tê meşandin.”
Beydemîr daxuyand, ku ji 15ê Tîrmeha 2015ê heta niha herî kêm 8 hezar siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin, 2 hezar û 800 endamên HDPê hatine zîndanîkirin û got:
“Niha bi tevê hevserokan 11 parlamenterên HDPê di zîndanê de ne. Ji bilî malbatan û parêzeran, mafê parlamneteran jî nîne, ku serdana birêz Selahattîn Demirtaş bikin û wî bibînin. Îzolasyonek li ser HDPê tê meşandin. Herwiha 60 serokşaredarên HDPê jî di girtîgehan de ne.”
“Li hember kurdan zilm heye”
Osman Baydemîr di berdewama axaftina xwe de diyar kir, “Ev ne yekemîn car e kurd rastê zilm û zordariyeke wiha tên. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, Ji Mihabadê heta şoreşa Mele Mistefa û heta darbeya 12ê Îlona 1980 ya li Tirkiyê û heta niha kurd di bin heman zilm û zordariyê de ne. li Rojhilata Navîn li dijî kurdan dijminatiyeke mezin tê kirin.”
Derbarê sedemên têkçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de jî Baydemîr wiha axivî:
“Sedema yekemîn ew bû, ku HDPê di hilbijartinan de 80 parlamenter derxistin. Ya duyemîn jî li Rojhilata Navîn hukmê peymana Sykes Picotê ji holê rabû û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê kurd ber bi statûyekê ve çûn. Ev bûn sedem, mase bê qulupandin.”
Osman Baydemîr rexne li helwesta hikûmetê ya li hember partiya xwe girt û daxuyand; “Çapemenî nemaye, ew kesên dibêjin, neheqî li HDPê tê kirin jî tên girtin. Ew kesên bêjin ev rêya we xelet e, ew jî tên girtin.”
Baydemîr pêşbînî kir, ku dê ev rewşa li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê berdewam bike û axaftina xxwe wiha domand:
“Lê heta kurdek jî hebe dê li hember vê yekê serê xwe nedayne. Kurd dê dest ji doza xwe û mafên xwe yên xwezayî bernede. Li Başûrê Kurdistanê jî Sedam Enfal kir, bi hezaran mirov li Helebceyê kuşt. Lê dîsa jî kurdan dest ji doza xwe berneda.”
“HDP dê bê deng nemîne”
Parlamenterê HDPê diyar kir, ku HDP ji bo nasandina mafê kurdan û demokrasiya Tirkiyê kar dike û got; “Mixabin li Tirkiyê misqalek jî demokrasî nemaye. Niha li Bakûrê Kurdistanê komkujiyek pêk tê. Tenê HDP li hember vê disekine û bê deng namîne. Selahattîn Demirtaş û Ahmet Turk di zîndanê de berxwedanê dikin. Em ne partiyeke çekdarî ne, em bi rêyên legal û yasayî berxwedanê dikin. Lê heta hevalek me jî di zindanê de bimîne em xwe azad nabînin.”
Osman Baydemir destnîşan kir, ku pira danûstaninê di navbera wan û hikûmeta AK Partiyê de nemaye. Baydemir got, ku di siyaseta hikûmeta AK Partiyê de ji holê rakirina kurdan heye, lewma jî ti hêviyeke destpêkirina danûstandinên aştiyê nemaye.
Baydemîr di berdewama axaftina xwe de behsa bendewariyan wan ji Herêma Kurdistanê kir û wiha pêde çû;
“Di meha Îlonê de em bi tevê şandekê di bin serokatiya Selahattin Demirtaş de hatine Herêma Kurdistanê. Me bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û ligel partiyên di parlamentoyê de hevdîtin pêk anî. Armanc ew bû ku em hevgirtina kurdan bi hêz bikin û pirsgirêkên navxwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin. Weke HDP em ji bo parçe û hemû partiyan daxwaza hevgirtin û biratiyê dikin. Başbûna pêwendiyên partiyan kurdan dê bansorê li ser hemû parçeyan jî bike.
Em serkeftina Başûrê Kurdistanê weke serkeftina xwe dibînin. Bêguman dê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de pêwendiyên siyasî, aborî û bazirganî hebin. Em jî dibêjin bila partiyên kurdan di pêwendiyên xwe yên cîhana derve de berjewendiyên kurdan biparêzin.”
Baydemîr herwiha got; “Ez bawer dikim, ku ji bo pêşerojê rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareseriya aştiyane de giring be. Eger kurd hêza xwe bizanin Enqere mecbûrê Hewlêrê ye, Şam, Bexda û Tehran mecbûrê Hewlêrê ne. Eger em bikarin vê hêzê bikarbînin emê bikarin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn karekî baş bikin. Heta gelê kurd negehişjin maf û azadiyên xwe, tirk, ereb, fars û gelên din azad nabin. Rola Başûrê Kuridstanê weke pira aştiyê ye. ji bo pêkanîna vê role çi bikeve destê me em amade ne.”
Rudaw