Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî got, ku Kurdistan dê rojekê bigihe serxwebûna xwe û divê cîhan jî ji Kuridstaneke serbixwe netirse.
Di pêşengiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) de, li bajarê Silêmaniyê Konferansa Partiyên Sosyal Demokrat de, tê sazkirin.
Di roja duyemîn a konferansê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî gotarek pêşkeş kir û got; “Jiber krîza darayî, birîna bûdceyê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û şerê DAIŞê, herwiha hatina hejmareke zêde yê koçberan û daketina nirxê petrolê, Herêma Kuridstanê rûbirûyê krîzan bûye. Ji ber vê yekê, ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîste civaka navdewletî alîkariyê bide Herêma Kurdistanê.”
Qubad Talabanî behsa şerê DAIŞê jî kir û daxuyand ku DAIŞ bi rizgarkirina Mûsilê xilas nabe û wiha axivî:
“DAIŞ rêxistineke iraqî ye. Reh û qurmê wê li Iraqê ye. Raste li Sûriyê fêrê şer bûn. Lê divê em ji bîr nekin, ku beriya ev rêxistin here Sûriyê û alîkariyê ji derve bigre, li Iraqê çalak bû. Berpirsên DAIŞê niha iraqî ne û lewma jî serkeftina operasyonan tenê kontrolkirina herêm û navçeyan e, ev jî ne serkeftineke seranserî ye.”
Talabanî amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞê valatiyeke leşkerî yê Iraqê danegirtiye, berovajî valatiyeke siyasî dagirtiye û got; “Ji ber vê jî mijarên pêşiya xilaskirina vî şerî, zêdetir siyasî ne, ne ku eskerî. Hewlên hevbeş ên hevpeymaniya navdewletî, hêzên iraqî û hêzên Kuridstanê serkeftinên mezin bidest xistiye lê Iraq ji aliyê pêşketina siyasî ve pir paşketî ye. Eger hêzên iraqî pêngavên siyasî nevêjin nikarin navçeyên hatine rizgarkirin biparêzin.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku sîstema hikûmraniya îro ya Iraqê serkeftî nebûye û wiha berdewam kir;
“Iraq bi tevê Kurdistanê rûbirûyê krîzeke mezin ê aborî bûye. Ev 12 sal in li ser hev, welat ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî vet ê wêrankirin. Bila bê ber çavê we, ku zarokên sunneyan ên 15 salî ku li Enbarê dijîn, ji ber şer û hikûmraniya xirab, bê hêvî mezin bûye. Ev demek dirêje ev system hewl dide nasnameya neteweyî û ayînî ya Iraqê zal bike. Lê belê hewlên wan ser neket. Şîe êdî ti caran rê nadin sunne hikmê li Iraqê bikin, sunne jî qet desthilata şîeyan qebûl nakin. Herwiha kurd jî êdî rê nadin, ku ereb hikmê wan bikin. Pêkanîna sîstemeke ne navendî rêya tenê ye ku bikare axa Iraqê yekparçe bihêle.”
Talabanî diyar kir, “Parçebûna Iraqê nabe dawiya cîhanê, lê ew hêzên ku niha ji bo yekparçe mayîna Iraqê kar dikin, divê bi şêweyeke din danûstaninê li gel vî welatî bikin. Hêzên cîhanî û Ewropî, di gotûbêja ser pêşeroja Iraqê de, di wûçaniyeke stratejîk de ne. Sîstemeke ne navendî dê çi awayî be? Gelo dê bi hêsanî bibe sê parçe? Yan sîstemeke aloztir pêwîst e? Gelo dê desthilateke cihê yan yekgirtî be? Gelo konfederalîzm dibe? Bersiva van pirsan ne li gel hêzên cîhanî, li gel iraqiyan bixwe ye.”
Qubad Talabanî derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî wiha axivî:
“Divê cîhan ji serxwebûna Kurdistanê netirse. rojek dê bê ku Kuridstan serbixwe dibe. Îsal yan saleke din yan jî du sal din lê her û her serbixwe be. Pêşbînî dikim, ku piştî guftûgoyên ligel Iraqê serxwebûn pêş were, ne ku ligel Tirkiye, Îran an jî Amerîkayê.”