Diplomatê Amerîkî Peter Galbraith ragehand ku bêguman Herêma Kurdistanê dibe dewleteke serbixwe.
Siyasetmedar û balyozê berê yê Amerîka li Hirvatîstan(Krevatia), Peter Galabraith ji bo K24ê ragehandiye ku deriyê serxwebûna Kurdistanê vekiriye û “ Xelkê Kurdistanê bi xwe biryar dide bi vê rêyê de biçe an ne.”
Peter Galbraith herwaha ragehand ku di demek nêzîk de herêma Kurdistanê dibe dewletek serbixwe û di vê baweriyê deye ku dê welatên çîhanê û bi taybet dewletên rojava dê piştevaniyê bidine Kurdistanê.
Herwaha diplomaê Amerîkî amaje da ku ji bo serxwebûnê divê berpirs û hemwelatiyên Kurdistanê pêkeve hewl bidin “Eger benda vê yekê bên ku dewletên din ji bo wan bêjin keremkin serbixwe bin ev yeke pêk nayê ji ber ku Amerîka û Ewropa danûstandinê li gel tişte heyî dikin.”
Li gor Peter Galbraith Kurdistan ji bo serxwebûnê zor ji wan welatên wek Litvanî û Krevatia û başûrê Sûdanê baştir û amadetir e.”