Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa, Dilawer Ajgeyî dibêje, êdî serxwebûn xewn nîne çimkî em bi kiryar û piratîk ber bi serxwebûnê ve diçin.
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Ewropa, Dilawer Ajgeyî roja 1 vê mehê û bi rêya skype, ji kolêja Dîrok, Qanûn û Peyewndiyên Navdewletî ya Zanîngeha Lîster a Brîtanyayê re semînarek da.
Li gorî agahiyên Hêmin Mîranî, ku tevlî wê semînarê bibû, di wê semînarê de serokê wê zanîngehê, serokê kolêjê , mamosta û şagirdên kolêjê her wiha gelek xwendekarên kurd ên wê zanîngehê beşdar bibûn.
Dilawer Ajgeyî di dema semînarê de
Ajgeyî di wê semînarê de behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê her wiha paşeroja peywendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû, serxwebûn yek ji rêkên li pêşiya Kurdistanê ye.
Wî dîplomatê Kurdistanê her wiha gotibû, êdî serxwebûna Kurdistanê xewn û xeyal nîne çimkî em bi kiryar û piratîk ber bi serxwebûnê ve diçin.
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Ewropa her wiha behsa helwesta welatên endamên Yekitiya Ewropa û parlamentoya Ewropa derheqê serxwebûna Kurdistanê de jî kiribû.