Çend deme, hinek bi gelemperî li ser pirsgirêkên darayî yên bajar û navçeyên Kurdistanê lêkolînan dikim. Dema mirov li wan lêkolînan binêre, di warê civakî û aborî da, di nav bajar û navçeyan da gelek cudayîyan dibîne. Hemû bajar û navçeyên paş da mane, hemû jî bajar û navçeyên Kurd in. Ji wan yek jî Tatos e ku, Tatos di rewşa herî xirab da ye. Tatos navçeyeke piçûk û bêxwedî ye. Ji ber vê yekê min xwest, bi kurtî rewşa Tatosê, bi her alî va bidim ber çav.
Tatos, bi navê wî yê nû Tekman heta sala 1946’an gundeke piçûk bû. Kîngê hatîye avakirin, nayê zanîn.
Tatos heta sala 1946’an wek gundek, Kela Xinûsê va girêdayî bû. Di wê salê tevî hinek gundan ji Kela Xinûsê hate qetandin û weke navçe bi Erzirumê va hate girêdan. Navê wî yê kevn jî wek hemû gund û bajarên Kurdistanê hate guhartin û bû Tekman.
Îro, navenda Tatosê ji 5 taxan pêk tê û 69 gund û 13 gom girêdayî Tatosê ne. Nifûsê Tatosê gor hêjmara sala 1965’an 24 350 bû, gor hêjmara sala 2015’an jî, 26 700 e. Di nav 50 salî da nifûsê Tatosê têne 2 350 zêde bûye. Ev yek jî dide xuyakirinê ku, ji nifûsê wî yên îro qat qat zêde koçber bûne. Lê dîsa li serê km2 yekî, kêm, zêde 15 kes dikeve.
Gor daneyên DPT’ê, ji dahata neteweyî ya Tirkiyê, ji kesekî Tatosî ra 250 $ dikeve.
Tatos di nav navçêyên Tirkiye da, di warê pêşketiya civakî û aboriyê da ji alî dawîyê da, di rêza çaremînda ye. Di nav navçeyên Erziromê da jî di rêza heri dawîyê da ye.
Tatos ji deryayê 1800-2000 mêtro bilind e. Rûpîvana navçê nêzikî 2197 km2 çarçike.
Li Tatosê zivistan gelek sar û bi xeter derbas dibe, kêmasî 6 mehên salê di bin berfê da ye.
Tatos ji alî rojhilatê, bi Köprüköy (Pirareş) û Qereyazî (Gogsî), jê hêla başûr bi Kela Xinûsê, bajarê Mûşê û Çewlîgê, li alî rojhilatê bi Çadê, li alî bakûr jî bi Pasîn û navenda Erziromê va sînor e.
Tatos, ji alî bakûr û rojava bi çiyayê Paltokan, ji alî bakûr çiyayên Qerqebazarê, ji ali rojhilat û başûr bi çiyayê Çewlîgê û Qirucê hatîye dorpêçkirin.
Di hemû demsalên salê da serê çiyayê Qirucê, hergav wek xêliya bûkek bi berfa sipî va xemilandi ye.
Tatos bi Zozan û bi çêregehên fire û bi bîrên avên sar bi nav û deng e. Çiyayê Paltokan, Zozanên Kaniya Calê û yên Şahwelat, havîna bi bi hêşînayî û bi gul û sosinên rengîn û bi avên kanîyên sar dixemilin. Zozanên Tatosê her havînan ji malbatên Koçera û ji kerîyê pezê wan ra dibin war.
Her wiha çemê Erez jî erdnîgarîya Tatosê dixemilîne. Çemê ji quntara çiyayê Çewlîgê, ji avên sar û zelal dest pê dike, li ser bajarê Qersê ra derbas dibe, wek sînorê Tirkîyê û Ermenîstanê, sînorê Azerbeycan û Îranê diherike û digihîje Kuraçayê.
Çemê Erez bi masiyê xwe yên taybet bi nav û deng e. Tama masîyên bi navê zere, kelte, bêqlî û ale nayê tarîfkirin.
Tatos ne kû tênê di warê aborî da, di her warî da navçeyeke paşdamayî ye. Komara Tirk a malxirab 90 sale awa bûye, mixabin di navbera Erzirom û Tatosê da, rê û dirb hê nehatîye asfaltkirin.
Di navbera gund û navenda Tatosê da jî, hemû rê û dirb bi piranî bi xîç û xalîyê hatine çêkirin û ji bilî demsala havîne hemû girtî ne.
Dewleta Kemalist bi zanayî û bi zordestî wek gund û navçeyên Kurdistanê Tatos jî xirab kirin. Li Tatose, gundê ku ji zilm û tadeya dewletê para xwe negirtibe tûne. Sedem zilm û zordarîya dewletê, gundên girêdayî Tatosê jî vala bûn. Kesên ji gundan koçber bûn, ji wan qismek di nav Erzirumê da bi cîh bûn, qismên din jî berê xwe dan metropol û welatên Europa.
Yên mayîn jî wek deverên din hatine asîmîlekirin. Kurdên Tatosê jî wek Kurdên li deverên din dijîn, îro bi pirranî bi Tirkî diaxifin û roj bi roj ji çand û kultura xwe dûr dikevin
Du sale şaredariya Tatose, di destê HDP’ê da ye û Şaredar jî nebîyê Şex Saîd, Alî Saîd Firat e. Alî Seid Firat, ji bo pêşketina Tatosê hewl dide xwe, ji ber ku ew karê bûrokrasiye û xebata şaredarîyê baş dizane, ew jî firsendekî gelek girînge. Mixabin ji bo vê yekê jî îmkanên şaredarîyê bi serê xwe tenê ne bes in. Alîkarîya dewletê ya merkezî hewce ye ku şaredarîya Tatosê jî ji wî mahrûm e. Li Tatosê hê ava vexwarinê û kanalîzasyon nîne û ev her du tişt jî ji bo jîyaneke bajarî hewcedarîyeke mezin e.
Tatos çiqwas navçeyeke piçûk û di warê aborîyê da bêxwedî be jî, gelê Tatosê gelekî welatparêz e. Ji serhildana Şêx Seid heta roja îro, bi sedan şehîd daye û îro jî girêdayî daw û doza şehîdên xwe ye.
Sedemê paştemâyîna wî yek jî ev e. Heta ku miletê Kurd azad nebe, pirsgirekên Tatosê jî wek bajar û navçeyên Kurd, çareser nabe.
Ji ber ku qedera Tatosê jî bi qedera Kurdastanê va girêdayî ye.
01.10.2016
siracoguz@web.de