Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongireyeke rojnamevanî de derbarê operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Xazirê ragihand ku di îro 200 kîlometir çargoşe hat rizgarkirin û derbeyên mezin li DAIŞê ketin. Serok Barzanî got ku ew nahêlin çarenivîsa Mûsilê heman çarenivîsa Helebê be.
Serok Barzanî di wê kongireyê de ragihand: “Îro rojekî dîrokî ye di şerê li dijî terorê de ku serkeftinên pir mezin hatin bidestveanîn. Çendîn civîn di navbera berpirsên leşkerî yên Pêşmerge û hêzên Iraqê de beriya destpêkirina operasyonê hatibûn kirin û herwiha ez jî çûm Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyam û li wir me biryara operasyona Mûsilê bi awayekî hevbeş da.”
Serok Barzanî tekez kir li ser serkeftina operasyonê û ragihand ku îro û heta niha zêdetirî 200 km çargoşe hatiye rizgarkirin û ev jî qonaxa yekem e bo azadkirina Mûsilê, ku ew operasyon hevbeş e di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi pêwîst dizane spasiya Hevpeymaniya Navdewletî bike li ser alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên qehreman û hêzên Iraqê di vê operasyonê de, ku ziyanekî mezin gihandine DAIŞê.
Serok Barzanî wiha got: Hêvîdar im ev operasyon bi serkeftî bi dawî were û Mûsil rizgar bibe û ev hevbeşiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de bibe dersek ku hemû pirsgirêkan bi têgiheştin û diyalogê çareser bibin û ev hevahengî berdewam bibe heta piştî şerê DAIŞê jî.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ez niha jî tekezî li ser wê yekê dikim, ku me dixwast li gel plana serbazî, plana leşkerî jî heba bo piştî rizgarkirinê, lê belê aliyên din lez bûn, her ji ber wê em rêkevtin li ser wê ku em komîteyeke hevbeş di navbera Herêm û Bexdayê de damezrênin, da ku hewl bidin kontrola her bûyereke nexwastî bikin, eger rû bide yan her giriftek ku were pêş.”
Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Alternatîva wê rêkevtina siyasî, teqrîben ew komîte dibe, bêguman em bi hemû şiyanan hewl didin, înşala ti demî (Mûsil) weke Helebê lê nayê.”
Derbarê hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Başîkê û aloziyên navbera Tirkiye û Iraqê de, Serok Barzanî ragihand: “Em li ser wê baweriyê ne, ku gerek têgihîştin li ser vê kijarê di navbera Enqere û Bexdayê de hebe.”
Li ser hemahengiyên navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge jî, Serok Barzanî ragihand: “Ev hemahengî dê berdewam be, îro qonaxa yekem e, hêj şerê Mûsilê gelek maye, wisa bi zû timam nabe. Piştî wê jî em ji aliyê xwe ve amade ne, ku ev hemahengî berdewam be. Renge DAIŞê bişkê, înşalah jî dê bişkê, lê belê renge
rêxistineke din a pîstir ji DAIŞê serî hilde bi nav û navîşaneke din. Her ji ber wê jî ev hemahengî bo pêşerojeke dûr jî pêwîst e. Em ji aliyê xwe ve amade bûn, berî ku DAIŞê were Mûsilê jî, em bo wê hemahengiyê amade bûn, lê belê aliyê din ew amadeyî nebû. Ji niha û pê ve jî eger ew amadeyî hebe, em amade ne.”
Serok Barzanî di bersiva pirsyarekê de ku gelo piştî operasyonê dê guhertin di demografiya Mûsilê de çê bibe yan na, wiha bersiv da: “Derbarê guhertina demografiya deverê de jî, bi ti awayî ti guhertinekê bi ser de nayê.”
Herwiha di bersiva vê pirsyarê de jî, ku gelo çima Hêzên Pêşmerge ketin pêşiya Artêşa Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Li hinek deveran, pêşmerge bi tenê êriş biriye, li hin deveran jî bi hemahengî û hevkarî li gel Artêşa Iraqê bûye, li hin deveran jî yekîneyên leşkeriyên din.”