Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, em ji bo xwe şerî dikin ne ji bo kesekî din.
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li gel Serokê Hevpemaniya Niştimanî ya Iraqê Ammar El Hekîm li Eniya Xazir civîna rojnamevanî pêk anî.
Mesûd Barzanî diyar kir ku hevrêziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e, û got rola Hêzên Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatiye destnîşankirin.
Barzanî tekez kir ku di warê serbazî de bajarokê Başîkê de ketiye lê ew bo ziyan kêmtir bin naxwazin bilez pêşve herin û wiha got:
“Herêmên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bicî bibin di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye diyarkirin. Hêzên Pêşmerge dê derbasî nava Mûsilê nebin. Beşîka niha ji warê serbazî ve ketiye lê ji bo em qurbaniyan nedin em bo çûna nav bajarokê bilezê nakin.”
Li ser pirsa rojnamevanekî ya “Amerîka Kurdan ji bo berjewendiyê xwe bikar tîne?” Barzanî wiha got: “Gotina Amerîka Kurdan bikar tîne şaş e. Em ne ji bo wan em ji bo xwe şerî dikin. Herwiha em sipasiya Amerîkayê jî dikin ku alîkariya me dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha amaje kir ku ew bi operasyona Reqayê ve eleqeder nabe ew tenê bi eniyên şerî yên li herêma xwe eleqeder dibin.
Ji aliyê din ve Ammar El Hekîm jî got, DAIŞê xwes Iraqê perçe bike lê niha tevahiya iraqiyan welatê xwe diparêzin.
Ammar El Hekîm wiha got: “Ev şerê tevahiya iraqiyan e. Iraqî dê biryare bide ka kî beşdarî operasyonê bibe. DAIŞ tenê bi êrişên leşkerî xilas nabe. Divê ji aliyê aborî û îdeoljivê jî li dijî wê têkoşîn hebe.
Hakim herwiha anî ziman cara ewil e ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji artêşa Iraqê re vedike û ew yek jî gellekî girîng e.
Derbarê nakokiyên di navbera Bexda û Enqerê de û li ser miajra krîza Başîlayê Hakîm wiha got: “Leşkerên Tirk bêrazibûna Bexdayê hatiye. Ji bo vê yekê me xwest vekişe.”
Bedewamiya axaftina xwe de Hakîm got, hevahengiyeke baş di navbera Pêşmege û hêzên Iraqî de heye û hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê jî berdewam bidome.