Çend deme, hinek di medyaya sosyal da gengeşiyê pir qirêj didomînin. Kesên dipeyivin, kesên dinivîsin, bi zanayî, an jî bi nezanî li ser rûmetî û bê rûmetîyê rexneyên xwe dikin. Piraniya rexneyên wan, li ser referandûma ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr e.
Dema ku mirov li van rexneyan dinêre, di wan da bêaqilîyeke sivik dibîne. Tu dibêjî qey bêaqilî para Kurda ye. Bê guman na! Lê Kurd xwe bixwe bê aqil tevdigerin. Sedemê vê bêaqilîyê jî, ji nêrînên îdeolojîk û ji alîgiriya hîzban pêk tên.
Wek hemû gelên dinê, hemû Kurd jî wek hev nafikirin, ev yek jî tiştekî normale û tiştek asayî ye.
Berî her tiştî, kî çi difikire bila wekî bîr û bawerîya xwe bifikire. Lê bila tu kes li tu kesî, zext û heqaretê meke. Di navbera, partî û rêxistinê Kurdên Bakûr da hergav pirsgirêkên nebaş derdikevin holê. Xwedê giravî bi salane li Bakûr doza Kurda dikin. Mixabin ji doza Kurdan zêdetir, ji bo daw û doza miletên biyanî û dagirkeran xwe kar û xebatê dikin. Ji miletê xwe zidetir, dewletên dagirker û miletên wan ra, dostî û hevaltîyê dikin.
Sedemê perîşantiya Kurdên Bakûr, îro jî ji bêaqiltiya wan tê. Revêbirên partîyan û kesên serbixwe, hemû kar û barên xwe berdane û li pê pirsgirêkê Kurdistana Başûr ketine. Helbet heqê wan jî heye ku, ew jî dikarin li ser rewşa Başûr gengeşiyan bikin. Lê gerek hemû Kurd bi biratî û bi hestên welatperwerîyê li ser van bûyeran bisekinin. Mixabin mirov dibîne ku, hin kes bi çavên sîyasî dinêrin, hin kes ji bo reklam û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, hin kes jî bi çavên neyartîyê li Başûr û partiyên Başûr, bi taybetî li PDK’ê Barzanîyan dinêrin. Kesên ku bi çavên biratîyê û bi hestên Kurdayetîyê dinêrin, mixabin hêjmara wan jî gelek kêmin.
Partîyên Kurdên Bakûr, gere berî her tiştî giraniyên xwe bidin ser pirsgirekên sîyasî û pirsgirekên nav xwe û zidetir ji bo xilasbûna Kurdên Bakûr bixebitin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdên Bakûr, bi tekoşerî xwe bidin pêş. Ji Başûr zidetir, gengeşîkirina li ser pirsgirêkên Bakûr û hewldanên partîyên Bakûr ji bo wan bêtir pêwîst e.
Lê hemûyan kar û barê xwe dane alîkî, ji sibê heta êvarê mijara wan Başûrê Kurdistanê, PDK û Barzanî ye.
Ji nêrîn û rexneyên bi biratî û Kurdewarî re tu kes tiştekî nabêje. Ev mafê hemû kurdane û her kurdek dikare di vê çarçoveyê da li ser Başûr jî, li ser perçeyên din jî, nêrîn û pêşnîyarên xwe bêje.
Lê hinek kesên ku xwe ronakbîr dibînin û hinek partîyên Bakûr ê bê rûmet, ji dagirkerên kurdan zêdetir, dijbertîya PDK’ê û Malbata Barzanîyan dikin.
Li Kurdistanê gelek malbatên mezin û welatperwer hene. Ji wan yek jî malbata Barzanî ye. Ji sed salî zidetire ku Malbata Barzanî, bi welatperwerî û bi tekoşerîya xwe va, daw û doza Kurdistanê didomîne û di vî warî da malbatekî yekemîne. Malbata Barzanî di qada şer da hergav pêşengî li gelê Kurd kiriye û hejî bi canfidayî vê yekê dikin. Di vî rîya pîroz da, bi deh hezaran şehîd û qazî dane. Ji bo doza miletê Kurd qasî ku Malbata Barzanî bedel dane, tu malbatekekî din nedaye.
Malbata Barzanî, malbatekî welatperwer û eşîretek mezin û bi rûmet e, rola wî ya di nav civatê da jî, gor vê yekê mezin û giran e..
Ew partî û kesên bê rûmet dibêjin, „çima malbata Barzani, weke malbateke sereke di nav rêveberîya Kurdistanê da cîh digre.“
Taybetîya malbata Barzanîyan ewe ku, di her demê da ew ji cîh û warên xwe û ji erdê Kurdistanê dûr neketin. Di demên komkujî û qetlîmanda jî li ser erdê xwe man.
Di dîroka mirovatîyê da jî tê xuyakirin ku, kî pêşengiya milletê xwe bike û bi ser keve, bê nebê, rêvebirîya miletê xwe jî ewê bike.
Kurdên Bakûr an jî kesên ji perçeyên din, bixwazin, nexwazin, îro di rêveberiya Kurdistana Başûr da, Malbata Barzanî xwedî rolekî mezinê û hergav jî wê wusa be.
Ji ber ku, di dîroka Kurdan da Barzanîyan bedelê mezin û giran dane. Di warê civakî, sîyasî, leşkerî û olî da hergav pêşengîya milletê xwe kirine, hejî dikin. Duh ji bo xilasbûna Gelê Kurd dixebitîn, îro jî ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebitin. Giranî û rûmetîya wan jî, ji vê yekê tê.
Ji Şêx Ahmed, Melle Mustafa Barzani û Îdrîs Barzani, ji zaroktiya xwe heta roja îro, pêşmregekî wek Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzani, pêşeng û serokên bi rûmet, kêm derketine.
Ew kesên ku îro neyartiya malbata Barzanîyan dikin, ji gelek tiştên dirokî û ji civat û netewa Kurdan dûr in. Ne daxwazên wan daxwazên Kurdistanîne, ne jî kirin û kiryarên wan. Ew di her warî da di xizmeta dewletên dagirker danê. Pirranîya wan kesan, di dewletin dagirker da fermanberîyê (memur) dikin. Îro jî yan wî karê xwe didomînin, an jî ji dewletên dagirker bertîl (maaş) digrin.
Bêgûman her kurdek dikare, hemû partî û rexistinên Kurd rexne bike. Bê şik mafê herkesî heye ku kêmasîyên partîyên Kurd rexne bike. Ji wan partiyan yekjî, KDP ye. Ji rexneyên di warê pirsgirêkên sîyasi û çareseriya astengên rojane ra, erê. Lê rexneyên erzan û bê bingeh, ji alî tu kesî va nayê qebûlkirin….
08.07.2016