Siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Pencewînî got, ji bo “pêvajoya çareseriyê” hêzên mezin ketine dewreyê.
Mihemed Emîn Pencewînî weke tê zanîn, bo heyameke navbeynkarî di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de kiribû.
Pencewînî diyar kir ku piştî serkeftina Kobanî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li cîhanê hat qebûlkirin û wiha got:
“YPGê dema ku Minbicê kontrol kir, îhtimaleke mezin dê berê xwe bide Celabrûsê û ji wê derê jî dê bide Derya Spî.”
Siyasetmedarê Kurd pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivandin.
Şer û pevçûnên di navbera PKK û dewlata Tirkiyê dê kengî û çawa xilas bibe?
Dema ku dewlata Tirkiyê, Kurd weke netewe qebûl kir û mafê wan ê rewa nas kir, şer dê bidawî were. Mafê Kurdan heye ku li Tirkiyê bibin xwedî statû. Divê dewlat Tirk xwesriya Kurdan nas bike. Kengî di destûra bingehîn a Tirkiyê de Kurd weke netewe bêne diyarkirin, şer dê raweste.
Hûn şerê niha li bajarên Bakurê Kurdistanê çawa dibînin?
Hikûmeta Tirkiyê bi hemû şêweyî li gelê Kurd û bajarên wan dide. Li navçeya Sûra Amedê, li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê bi tank û topan êrişî Kurdan kir. Me dîmenên wan deran di medyayê de dîtin. Ew dîmenên dema ku Sedam Hisên êrişî Kurdan kirî çi bûn, ev dîmenên jî heman ev in. Sedam çawa zilm li Kurdan kiribe, hikûmeta Tirkiyê jî niha heman zilmê li Kurdan dike.
We bo heyamekê navbeynlariya PKK û hikûmeta Tirkiyê kir. Di vê rewşê de jî ji we nehatiya xwestin ku hûn dîsa navbeynkariyê bikin?
Heta niha bi awayekî fermî ev yek ji min nexwestine. Dewleta Tirkiyê pêvajoya çareseriyê bidawî kir. Niha rewş bi şêweyekî din rê diçe. Welatên mezin ketine dewreyê. Kanalên cuda ketine dewreyê i bo ku aştî pêk were.
Weke ez dizanim jixeynî wan hêzan, HDP û çend komele û saziyên sivîl û siyasetmedar jî ji bo pêvajoya çareseriyê destpê bike hewl didin. Lê weke min gotî, derbarê vê mijarê de ti alîkarî ji min nehatiye xwestin.
Di van demên dawiyê de peywendiyên we ligel Qendîlê çêbûne?
Bi rastî hevdîtinên me çêdibin, lê derbarê şer û pevçûnên niha de ti hevdîtinên me pêk nehatine. Qendîl tişta bixwaze jixwe bi rêya medyayê radigihîne.
Herêma Kurdistanê ber bi referandûmê ve diçe. Hûn derbarê vê yekê de çi difikirin?
Ji hemû aliyan ve Kurd serdemeke dîrokî derbas dike. Divê Başûrê Kurdistanê vê serdemê baş bikar bîne û referandûmê pêk bîne. Divê Kurd bixwe çarenûsa xwe diyar bikin. Niha hemû tişt di berjewendiyên Kurdan de ne. Divê ev derfet pûç nebe. Çi dibe bila bibe lê divê Kurd dest ji vê têkoşîna xwe bernedin.
Heger Herêma Kurdistanê serxwebûnê îlan bike, kîjan dewlet dê li dijî derbikevin?
Bi rastî heta niha ti dewletan negotiye em li dijî serxwebûnê ne. Lê cîranên Kurdistanê hedî hedî bertekên xwe nîşan didin. Îran û Iraq dibêjin dem ji bo serxwebûnê ne guncaw e. Tirkiyê hêj derbarê vê yekê de bi awayekî fermî tiştek ne gotiye. Lê hin parlamenter û siyasetmedarên tirk weke şexsî dibêjin mafê Kurdan heye ku rêferandûmê bikin.
Helwesta PKKê di mijara serxwebûnê de çawayê?
Ez nikarim li ser navê PKKê biaxivim, lê divê Kurd vê derfeta niha, baş bikar bînin û divê hemû alî û hêzên Başûrê Kurdistanê piştevaniya serxwebûnê bikin. Bila hemû partî li ser vê yekê bibin yekgirtî. Divê di demekî nêzîk de jî referandûm were pêkanîn.
Li Rojavayê Kurdistanê wan demê dawiyê geşedanên girîng rû didin. YPG dest bi operasyona kontrolkirina Reqa û Minbicê kiriye. Heger Reqa û Minbic bêne kontrolkirin Kurd dê çi sûdê jê werbigrin?
YPGê li Rojavayê Kurdistanê şerê hezêke hov dike. Hemû cîhan bû şahîdê şerê YPG û DIAŞê. Amerîka û welatên Ewropayê jî di vî şerî de piştgiriya YPGê dikin. Kurd bi şerê Kobanî li cîhanê hatin nasîn û Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûn xwedî statû.
Reqa û Minbic ji bo Kurdan navendên girîng in. Heger Reqa bê kontrolkirin kelha DAIŞê tê rûxandin. Ez bawer dikim îro yan sibê Minbicê were kontrolkirin.
Hûn yanî dibêjin şerê YPGê yê ligel DAIŞê deriyê cîhanê li ber YPGê vekir.
Belê wisa bû. Weke tê zanîn piştî rizgarikirina Kobanî, YPGê li Fransa, Îtalya, Almanya û Rûsyayê ofîsên nûneritiyê vekirin. YPGê li tevahiya cîhanê tê qebûlkirin. Piştî kontrolkirina Minbicê, YPGê dê berê xwe bide Celabrûsê û ji wê derê jî bide Derya Spî. Dema ku Kurd gihan Derya Spî, êdî tiştek weke berê namîne.
PORTRE / Mihemed Emîn Pencewînî
Siyesatmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî kesayeteyekî nêzîk PKKê tê zanîn. Di navbera salên 2010 û 2012an de navbeynkariya PKK û dewleta Tirkiyê kiribû.
Pencewînî li ser daxwaza Serokomarê Iraqê yê serdemê Celal Telabanî navbeynkarî kiribû.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNKê) Mihemed Emîn Pêncwînî beriya niha gotibû ku destpêkirina danûstandinên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan û PKKê de bi rêya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûye.
Rudaw