
Roja sêşem 10.05.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Xanima Roberta Pinotti Wezîra Berevaniya (Bergirî) Îtalya û şandekî li gel kir ku ji Marko Karnêlos Balyozê Îtalya li Iraq û xanima Alasandra Dîpîpo Konsola Îtalya li Hewlêr û hejmarek ji fermande û berpirsên bilindên artêşa Îtalya pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Îtalya xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî li nêzîk bereyên şer derbirî ku eve jî li rastiyê de wateyeke xwe ya bilind heye û eve jî xisterû ku welatê wan şanaziyê bi wê beşdariyê dike ku li gel hêzên Pêşmerge da li şerkirina beranber terorîstan heye ku dijminê mirovayetiyê ne.
Balkişand li ser wê yekê Pêşmerge beşek ji xwe dizanin û xwe jî beşek ji Pêşmerge didin zanîn.
Her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna şer û tehdîda mezina aborî sedan hezar koçber û penaberan li xwe girtiye ku erkekî giran û dijware.
Wezîra Berevaniya Îtalya pabendbûna welatê xwe ya pêşkêşkirina hevkariya serbazî û mirovî ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê dûpatkir û spasî hemahengî û yarmetîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gel tîmên serbaziyên Îtalya li Bendava Musilê kir û wê hemahengiyê bi birayane û dostane wesif kir.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîra Berevaniya Îtalya û şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Îtalya ya ji bo hevkarî û piştevanîkirina gelê Kurdistanê kir û xweşhalî û rizamendiya xwe bi şanda mîhvan ya ji bo hebûna tîmên serbaziyên Îtalya ya ji bo parastina Bendava Musil ragihand û amadehiya Pêşmerge jî ji bo hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel hêzên Îtalya nîşanda.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa cangoriya hêzên Pêşmerge yê ji bo azadkirina Bendava Musil kir ku dest bi serdagirtina wê ji aliyê DAIŞê ve hereşeyekî mezin bû li ser Iraqê û her wiha azadkirina navçeyên din ji destê Daîş û parastina pêkhatan li beranber terorîstan û di derbarê yarmetîdana koçberan ji bilî balkişandina li ser kêmasiyên Hikûmeta Iraqê li hevkarîkirina penaberan tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê ewê li şiyana xwe de hebê ji bo koçber û penaberan kêmasiyê nekiriye.
Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku teror hereşeyeke li ser hemû cîhanê û pêwîste hemû aliyek ji bo ji navbirin û nehiştina terorê hevkariya hevdû bikin.
Her li vê civînê da rewşa meydanî ya bereyên şer û siruşta şerê terorîstan û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate nirxandin.
Li vê kombûnê da hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
PDK Info