Hz. Muavîye jî walîyê Şamê ye.
Navbera wan gelek xirab e.
Ji bo textê xelîfetîyê di navbera wan da hemberîyeke mezin he yeç
Çûyîn û hatina nav herdu Bajaran da xeterek gelek mezin he ye.
Rojek bazirganekî ji Bajarê Kufayê, hêştira xwe ya nêr bardike û berê xwe dide Bajarê Şamê.
Li bazara Şamê mîrovekî canbaz dest dide ser hêştira bazirganê Şamê.
Ji xwedîyê hêştirê ra dibêje, ev hêştir mê ye û ya min e!
Bazirganê Kufeî ji xwe bawere, jiber ku hêştira wî ne mê ye, nêr e.
Canbazê Şamî dike qîre qîr, şematê derdixe, lê tû kes guhdar nabe.
Pirsgirêka di navbera bazirganê Kufeî û canbazê Şamî da derdikeve, heta Muavîye diçe û Muavîye pê tê hesandin.
Pirsgirêk mezin dibe, gelê Şamê bi bûyerê agahdar dibe û tên li meydana bazarê yekoyek li hev komdibin.
Muavîye tê meydanê, li rewşa gel û her du kesan dinêre.
Dibêje; „Ewê ku gotîye ev hêştira mê ya min e, ew kî ye?“
Canbazê Şamî gavek pêşda derdikeve û dibêje; „Ya min e ezbenî.“
Muavîye, gotina wî dipejirîne û berê xwe dide gel û dibêje; „bele ev hêştira mê ya zilamê Şamî ye!“
Paşê ji gel dipirse û dibêjê; „Hûn jî şahidîyê lê dikin, ev hêştira mê ya kîye?“
Hemû kes bi yekdengî bersîv didin û dibêjin; „Ev hêştira mê ya zilamê Şamî ye.“
Bazirganê Kufeî tiştek fehm nake, metelmayî dimîne û li ji dûr va li gel û Muavîye û li hêştira xwe ya nêr dinêre.
Muaviye gazî wî dike, jê ra dibêje;
„Ey Kufeî, min baş guhdar bike!
Tu jî, ez jî dizanin ku ev hêştir hêştireke nêr e û ya te ye.
Lê belê te rewşa min û gel dît. Gava çûyî Kufayê, here ji Elî ra bibêje;
Ey Elî, bi deh hezaran, mirovên Muaviye hene, Muavîye çi bibêje ew gotinên wî dipejirînin. Ew ji hêştira nêr ra, dibêje mê ye. Aligirên wî jî wî dipejirînin.
Ji Elî ra bibêje, bila aqilê xwe bîne serê xwe û hadê xwe bizanibe.
Rewşa Kurdên Bakur jî îro wek mesela hêştirê ye.
Ew kêm, zêde li pey partî û serokên xwe ketine, serok û partîyên wan çi dibejin, ew bê îtiraz belê dibêjin. Yên wek wan nefikirin gere hadê xwe bizanibin. Yên cuda bifikirin ew jî, xaîn û neyar tên binavkirin..
Ji partî û serokên Kurd hinek bi deh kesan, hinek jî bi deh hezaran sîyasetê dikin. Lê fikir û ramanê wan yek in. Bi salane bi hezaran şaştîyan dikin. Nêr, mê dibinin, mê jî nêr dibînin, lê dîsa jî ji şaştîyên xwe gavek şûnda navêjin.
Kurd bi salane ji bo welatekî hevpar şer dikin. Rêveberê wan çi bibêjin bê şik ji gotinên wan dernakevin.
Ji Milletê xwe zêdetir, ji milletê neyarê xwe hezdikin û rez digrên.
Ala xwe nasnakin, ala neyarên xwe li ba dikin.
Bi zimanên xwe napeyîvin, naxwînin, zimanê neyarên xwe bi eşq û bi kef bikartînin.
Bi birayên xwe yên Kurd ra şer dikin, lê daw û doza biratîya gelan dikin.
Hinek ji bo biratîya gelan federasyon dibêjin, lê kesên ku wek wan nefikirin, gor wan ne sosyalist ne jî Kurd in. Salê da carê parçe parçe dibin, disa jî xwe bi hêz û rêz nişan didin û ji sîyaseta xwe ya şaş venagerin.
Hinek jî xwe bi televizyonen neyaran didin naskirin û xwe rewşenbîr binavdikin.
Hinekê din jî hê nebûne partî, lê di nav bazarîya parlamenterîyê û berjewendîye da cîh digrin.
Welhasilî karê Kurdên Bakur zor û zahmete.
Serok û partîyên wan kêm û zêde, camêran bi şaştî be jî wek canbazên destvala derdikevin bazarê û sîyaseta xwe didomînin.
Wek Şêxên tarîqatan, ew çi bibêjin, mirûdên wan jî li pê wan diçin û gotinên wan bê îtiraz diecibînin…
04.03.2016