Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di civînekê de ji şanda Yekîtiya Ewropayê re ragihand: “Gelê Kurdistanê dê di referandimekê de biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke pilebilind a Yekîtiya Ewropayê re, ku ji Berpirsê Karûbarên Nûnerê Yekîtiya Ewropay bo Iraqê Costantinos Vardax, Berpirsê Ofîsa yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê û konsul û nûnerên welatên endamên Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê pêkhatib, civiya.
Derbarê naveroka vê civînê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir.
Li gor daxuyaniyê, di vê civînê de şanda Yekîtiya Ewropa bi giringî ve berê xwe dide rewşa Herêma Kurdistanê û piştevanî û heza xwe bo çareserkirina kirîza darayî ya li Kurdistanê ragihand.
Şanda Yekîtiya Ewropayê herwiha ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re ragihand, ku di bernameya wan de ye ku hevdîtinê ligel hemû aliyên Herêma Kurdistanê pêk bînin û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û parastina yekrêziya kurdan wek dehfdaneke çareserkirina vê rewşê wesif kirin.
Herwiha vê şandê piştgîriya Yekîtiya Ewropa ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo çareserkirina kirîza darayî û arîşeyên navxweyî nîşan da.
Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember piştgîriya Yekîtiya Ewropa bo Kurdistanê di rûbirûbûna kirîza darayî de anî ziman û got: Hikûmeta Kurdistanê dest bi planeke çareseî û rûbirûbûna kirîza darayî kiriye û bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgîriya navdewletî û bi taybetî jî ya Yekîtiya Ewropayê di warê dabînkirina alîkariyên teknîkî û kesên zana û pispor de heye.
Nêçîrvan Barzanî ji şanda Yekîtiya Ewropa re behsa plana reformê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina kirîza darayî û bihêzkirina sîstema rêvebirinê li Kurdistanê kir. Barzanî hêvî kir, ku Herêma Kurdistanê ji bernameyên Yekîtiya Ewropa yên bo Iraqê sûdmend be.
Derbarê paşeroja gelê Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî wiha ji şanda Yekîtiya ewropayê re got: Gelê Kurdistanê di çarçoveya peyakirina diyarkirina mafê çarenivîsa xwe de, di referandumekê de dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û gelê Kurdistanê her biryarekê jî bide, dê di çarçoveya gotûbêj û diyalogê û bi şêweyeke aştiyane ligel Bexdayê bê behskirin û gotûbêj li ser bê kirin.
PDK Info