Nivîskarên jin ên “Binxetê” (Rojavayê Kurdistanê) di afirandina berhem û helbestên ku van kul û êşan dibêjin de beşdar dibin.
Roj bi roj derd û zehmetiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibin û felaket û bêtarên ku tên serê wan, mirov lal û kerr dikin.
Êş û kulên her kesî xilas dibin, lê êşên kurdên Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Wek ku para wan bûbe xeniqîn, penaberî, dûrketina ji welat, rêwîtî û koçberî. Ev diyardeyên dilbiêş di berhem û helbestên nivîskar û helbestvanên Binxetê de jî têne nîşandan.
Helbestvana kurd Mizgîn Hesko ku heta niha dora 6 pirtûkan bi kurdî belav kiriye, li hember vê rewşa dijwar hest û xemgîniya xwe bi helbestekê tîne zimên:
“Kurd im Penaber im Ji revê ber bi reveke din ve û hemû riyên ku wan dişopînim bi tenha dagirtî remedêlk û hilma şikestinê û şikestî ne şûşeyên dilan şikestî ne. Hemû riyên li pêş min mij û moran û tarî ne.
Kurd im, nevîçirka êş û wêranê me. Li şûn xwe min welatek kelogirî hêla ye û di riyên biyan de Li henaseyên welatekî digerim. Di van xaçeriyên asê de li hawîrdorê xwe dizîvirim û şikestin min dorpêç dike. Ji revê ber bi êşê ve. Ji êşê ber bi revê ve û revînok in. Hemû gavên min revînok in. Xapînok in, hemû şopên min xapînok in û qeraxên van riyên nenaskirî tije rewrewek û pîrhevok in.
Kurd im û rêgehên hêviyê bi tenha sawîr in. Pencereyên çareseriyê reşebîr in. Dergehê fetalê tevnepîr in. Penaber im, xwe li pêlan dikim û pêlên van deryayan verêşa hinavê zordarê mîr in. Pêlek min radestî pêleke din dike. Kurd im. Li mistek ax digerim daku tê de alaya xwe li ba bikim û çi gava ku li xwe hay dibim, derya cendekê min î şikestî ji ber xwe dike.”
Herwiha helbestvan Vejîna Kurd rêwîtî û koçberiyê dike bingeha helbesteke xwe û dibê:
“Ey rêwiyo! Min ji te re buhara temenê xwe anî pê agirê evînê gur bike jîna rûreş têxe xewê û ji min re xewnan bişîne. Lo delalo! Ji bo şopa te rast bikim û perperîkên eşqa te di zeviyê kulîlkên dilê xwe de biçêrînim û li ber tava hêviyan wan serxoş bikim tucarî deriyê dûrbûnê vemeke. Li paş wî derî tenêbûn nêçîra perperokan dike xeyalên min zarokên tavê xemgîniyê dihûnin û tenê hêviyên beravêtî bermayên çîroka me dimînin ey rêwiyo!
Payîz çelmisî buharê gul dan tu bi kû de diçî. Carekê vegere nêrgizên xulmaş berkenî bike û bi kenê wan dilê min germ bike. Carekê were wateya li rûyê min bixwîne û bi awirên çavên xwe hevdîtinên me bideng bike. Rêwiyo vegere. Dûrî te dareke bê sî me yan min bike stêrk û bi xwe re bimeşîne yan jî. Xwe ji min re bihêle.”
Rudaw