Salên berê li Kurdîstanê gelek medrese hebûn. Ew jî bi piranî li gundan bûn û tê da feqî perwerde dibûn. Hemû medreseyên ku di dema Osmanîyan da li Kurdistanê vebibûn, piştî damezrandina Komara Tirk hatin qedexekirin, ji zilma dewleta Tirk û bê edaletîya Komara Mistoyê kor û Îsmetê kerr karên xwe bi warê binerdi dianîn cîh.
Jiberku feqî di medreseyan da bi zimanê Kurdî perwerde dibûn, jibo vê yeke ew pir bi qîmet û bi rûmet bûn. Îro hêjmara wan kêm bibe jî hê li gelek deran hene. Ji wan feqîyên ku di medreseyên Kurdîstanê da perwerde bûne, gelek Seyda û Mele yên kurdperwer, kesên bi rûmet û zana derketin, ji wan gelek hê jî dijîn.
Di wan medreseyên dîrokî da, her seydayek di nav feqîyan da cîgirek (wekîl) ji xwe ra tayin dikir. Cîgir, di tunebûn û mirina Seyda da şuna seyda digirt, wezîfa wî dianî cîh. Ji wan ra xelef jî digotin.
Rojek Seydayê medreseyekî gazî feqîyê ku ji xwe ra wek cîhgir hilbijartîye, dike û jê ra dibêje; “Feqî, ji vir şûnda tu yê di şûna min da weaz (niqut) bidî, lewra ez kal bûm, êdî nikarim her roj weaz bidim.”
Feqî dibêje; “Seyda tu çi dikî, ez tu carî nikarim li hizura te û li pêşîya cemaweran weaz bidim.”
Seyda daxwaza xwe dûbare dike û dibêje; “Kurê min, lam û cîma vê yeke tu ne. Tu mecbûrî, kevneşopîya me jî ev e. Bi awayekî din ev kar nameşe. Lê eger di destpêkê da kêmasiyeke te derkeve, emê jibo wê jî çarekî bibinin.”
Seyda û feqî li ser vê mselê gengeşî dikin, dû re Seyda difikire û ji feqî ra dibêje; “Emê di bin halîçe û cilan da bendekî dirêj bikşinin. Bila alîkî sere bend li ser mîmberê be, alîyê din jî cîhê ku ez lê rudinêm be. Dema ku tu derketi ser mîmberê sere bend li linge xwe girêde, sere din jî ezê bigrim destê xwe. Tu bi kelecan weaz bide, dema ku te şaştîyek kir, ezê bend hêdîka bikşînim, wê gavê jî tu xeletîya xwe serrast bike, hinek bêhna xwe bigre û dîsa dest bi axaftina xwe bike.”
Feqî razî nebe jî, pêşnîyara Seyda qebûl dike û gor wê yeke xwe amade dike.
Rojek Feqî derdikeve ser mîmberê û dest bi axaftinê dike. Bendê bi linge wî va girêdayî dilive. Feqî li Seyda dinêre, Seyda tu reaksîyonek nade. Feqî axaftina xwe didomîne, lê bend tu car nasekine, carek, du car, sê car li pêy hev dilive û tê kişandin. Feqî hinek disekine û ji dûr va li çavê Seyda mêze dike, Seyda bi nêrînên xwe kêfxweşîya xwe nîşan dide, lê livandina bend nasekine. Sedem vê yeke Feqî têdighîje ku haya Seyda ji kişandina bend nîne. Sebra Feqî diqede, di dawîyê da nişkeva disekine û dibêje; “Seyda wele ez edî nikarim biaxifim, tê xuyakirin ku sere bendê min ne di destê te da ye, ez bawerim serê bendê min ketîye destê bênamûsekî, biborîne loma ez êdî nikarim tu tiştekî bibêjim.”
Wek mesela Seyda û Feqi, îro piranîya serokên partî û rexistinên li çar perçeyên Kurdîstanê jî serê bendê xwe dane destê neyarên xwe. Neyarên wan bend li kîjan alî bikşînin ew jî li wî alî dilivin û li der dora xwe diçin û tên. Sedem vê yekê ye ku bahaneyên wan ji hev cûdabin jî, hemû li dijî devletbûnê derdikevin û serxwebûna Kurdîstanê naxwazin.
Heta ku berpirsîyarên hemû sazî û partîyên me, bê şert û şûrt bi zimanê Kurdî neaxifin û nenivîsînin, bi fikr û ramanên xwe Kurd û Kurdîstanî nebin, daw û doza Kurdistaneke azad nekin, wek mesela seyda û feqî serê bendê Kurda jî tu car ji destê bênamûs û neyarên wan dernakeve.
15.10.2015
siracoguz@web.de