Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyen bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û jê re got, di şerê li dijî DAIŞê de hûn bûne pêşengê me. Niha karê hevbeş me û Kurdistanê bihev girê dide.
Îro Sêşem 27.10.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Ursula Von Der Leyen Wezîra Bergiriya Almanya û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê da Wezîra Bergiriya Almanya xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşan da û ji bilî balkişandina li ser hemahengiya di navbera hêzên Almanya û Pêşmerge rizamendiya xwe ya li asta bilinda hemahengiyê û karê hevbeşa di navbera wan de nîşanda û tekez jî li wê yekê kir ku hevkarî û hemahengiya artêşa welatê wan li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibê û eve jî xisterû ku karkirina li gel hêzên Pêşmerge bawerî û dostayetiya her dû aliyan bihêztir kiriye û niha Almanya û Herêma Kurdistanê kêşe û xem û karên hevbeş bi pêkve dibestê û divê li ser wê karê hevbeş û hemahengiyê mikumtir bibin.
Wezîra Bergiriya Almanya balkişand li ser wê lehiya miroviya koçberan ku ru li Almanya û welatên dinê Ewrupa kiriye û destxweşiyê jî li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku ji bilî rewşa xerapa aborî sedanhezar koçberan hewandiye. Balkişand li ser wê yekê jî pêwîste welatên Ewrupayî yarmetiya Herêma Kurdistanê bidin û barê giranê koçberan ku li ser milê çend aliyeke bête dabeş kirin.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û serdana Wezîra Bergiriya Almanya ya carê sêyem bi nîşaneya kûrbûna peywendiyên gelê Kurdistan û Almanya da zanîn.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstan kir û balkişand li ser kêşeyan û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku rêxistina terorîstî ya DAIŞ hereşeyeke li ser hemû cîhanê û li rastiyê de barê giranê şerê DAIŞ ketiye ser milê Pêşmerge û ewlewiyeta niha ya Herêma Kurdistanê şikestdana terorîstên DAIŞê ye.
Serok Barzanî di derbarê girifta koçberan ji bilî derbirîna pêzanînê ji bo gel û Hikûmeta Almanya ku bi dilfirehî wan penaberan himbêz kiriye, ragihand ku pêwîste sedemên diyardeya koçberbûnê li Rojhilata Navîn bê çareser kirin û tenê muamele li gel derencamên koçê neyê kirin û welatên yarmetîder pêwîste hevkarê koçberên nîştecihê li nav wargehan bibin bo ku jiyana wan baştir bibê.
Her li vê civînê de pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û asta hemahengiya di navbera Hikûmeta Federala Iraqê û Herêma Kurdistanê xistiye ber behs û guftûgoyê û rewşa siyasî û emniya navçeyê bi giştî û Sûriye bi taybetî, ew mijar bûn ku li kombûna di navbera Serok Barzanî û Wezîra Bergiriya Almanya de hatin behs kirin.
Hêjayî gotinêye piştî kombûnê Serok Barzanî û Wezîra Derveyê Almanya li civîneke rojnamevanî da naveroka kombûnê ji bo dezgehên ragihandinê xisterû û tê de Wezîra Parastina Almanya ji Serok Barzanî re got, di şerê li dijî DAIŞê de hûn bûne pêşengê me.