Dîroka me gelek dewlemend e. Mesele û metelokên li ser şer û neyaran, li ser mêrxasîya lehengên Kurdan ên li dijberî neyarê bav û kalan. Ew tiştên ku li ser Ereb, Ecem û Tirkan, hatine gotin, ji bo me wek mîratên zêr in.
Berê di demsala zivistanê da li gundan cemaat saz dibû, gundî di cemaatê da komdibûn. Di wan şevên dirêj da dest bi sohbetê dikirin û sohbetên wan jî bi piranî li ser esalet û mêrxasîya lehengên Kurdan û jîyana eşîrtîyê bû. Cemaat, bi çîrok û kilaman, bi henek û pirsan didomîya. Ji bo xort û zarokan wek dibistaneke taybetî bû. Mirov ji wir dîrok û çand û kultura Kurdî gelek tişt hîndibû.
Ew şevên dirêj bi çîrokan derbas dibûn. Wek mînak, çîrokên wek Mem ü Zîn, Kerru Kulik, çîroka Rustemê Zal, ya Sîyabend û Xecê, çîrokên li ser serhildanên Kurdistanê û li ser serok û şexsîyetên Kurdên ku rêberî li Kurdan kiribûn. Wek Melle Mustafa Berzanî, Qazî Muhamed, Şex Saîd, Malla Seydo,Yado, Seyîd Riza, Alîşer, Îhsan Nurî û bi sedan lehengên Kurd.
Îro jî di nav Gel da dîsa kilam û çîrokên li ser lehengîya Peşmerge û Gerîlayên Kurd tên gotin. Lê îro ne wek berê ye. Teknolojî pêşve çûye, rojname û kovar, pirtûk û roman, televîzyonên bi zimanê Kurdî zêde ne, lê malxirabîya herî mezin ewe ku Kurdên Tirkîye hêjî ne xwendin û qisedanê, ne jî çand dîroka xwe baş dizanin. Ne xwedî fikr û ramanên netew in, ne jî neyarên xwe nas dikin.
Tê gotin, di dema Berzanîyê nemir da, rojekî heyeteke Europî diçe Kurdistanê û dixwazin Berzanî bibînin.
Heyet û wergerwanê wan derbasî mintiqa Berzan dibin. Fermandarekî Kurd bi dehan Pêşmergeyan va pêşwazîyê li wan dike. Wê demê ji nêzîkî wan va komek bazirganên Ereb derbas dibin. Koma bazirganên Ereb bala heyetê dikşîne û ji heyetê yek ji wergervan dipirse û dibêje, „Ev kî ne?“
Wergervan, „Ew birê me yên Ereb in.“
Fermandarê Kurd, ji van gotinên wergervan eciz dibe, dibêje, „Na bavo, ew ne birayê me ne, ew neyarê me ne. Mixabin dîsa jî em qarişî wan nabin, jiber ku ew kesên sivîl in.“
Wergervan, „Tiştek wuha nabê, wana taa ji Europayê hatine, qet nabe tu bêjî Ereb neyarê me nin. Eger tu di van gotinên xwe da israr bikî, ezê gilîyê te bi Serok Barzanî ra bikim.“
Fermandar çiqas xwe aciz bike jî, wergervan gotinên xwe dubare dike, „Na ew bira yê me ne.“
Fermandar carek dîsa dibêje, „Birê min madem ew birayê me ne, lê em çima hê li ser çol û çîyan da, di sur û seqemê da di destê meda çek û rext he ne.“
Wergervan dîsa di gotinên xwe da israr dike. Sebr û tahamûla Fermandar diqede, di ser wergervan da hêrs dibe û diqêre, „Êdî bes lawo, îlakî du dibêjî ez birayê Ereba me, ezê dê dîya te û birayê te yên Ereb …, lawo ez biratîya wekhevî dixazim, ne biratîya bi sextekarî û bi dek û dolap.“
Mixabin îro hejî gelek partî û rexistin û şexsîyetên Kurd, li Bakur û Başur, li Rojhilat û Rojava wek wergervan, bi navê biratîya gelan ketine bin bandora neyarên xwe yên xwînxwar û bi sîyaseteke şaş hertim dikevin dafika wan. Bi navê biratîya yekalî û aşîtîya bêbingeh dijî serxebûna Kûrdîstanê derdikevin. Bi destên xwe hem mala xwe, hem jî mala Gelê Kurd xirab dikin.
Daxwaza gelê Kurd ji bo herçar parçeyên Kurdistanê jî Kurdistaneke serbixwe ye. Eger her Kurdek wek mêrxasîya Berzanî li pişt daxwaza xwe derkeve û wek şertê îslamê li her derê bîne ziman, wê demê dikare dewleta xwe jî ava bike, dikare xwe ji neyarên xwe jî biparêze.
28.09.2015