Rûdan û geşedanên di sala 2011’an de li gelek welatan li dijî desthilatdar û dîktatorên Rojhilata Navîn dest pê kirin pêl bi pêl berdewam dikin. Herî dawî Rûsya jî beşdarî wê qeyranê bû û li dijî komên tûndrew şer da destpêkirin û êrişên baregehên wan kir. Daxilbûna Rûsya’yê ya şerê Sûriye’yê û tevlîbûna Moskova’yê ya Mîhwera Şîa di rojeva cihanê de bûye cihê nîqaşan. Guman hene ku Rûsya û Amerîka piştî 25 salan vê carê li ser Rojhilata Navîn careke din şerê sar bidin destpêkirin.
Prof. Dr. Abbas Valî jî BasNûçe’yê re geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û operasyonên Rûsya’yê şîrove kir. Her wiha Valî li ser qeyrana RHK’ê û rewşa Rojava jî rawestiya û amaje bi wê yekê kir ku eger Beşar Esad bi hêz bibe wê êrîşî kurdan bike û li Rojava arîşeyan dûrist bike.
Demeke dirêj e Îran li Rojhilata Navîn belav dibe û gelek peytextên welatên heremê di bin kontrola Tahran’ê de ne. Piştî tevlîbûna Rûsya û Îranê ya şerê Sûriye’yê tê payîn ku êdî li Rojhilata Navîn “Mîhwera Şîe” bûye xwedî xwedî hêzeke mezin. Ew mihwer çawa wisa bi hêz bû û ew ê çi guhertinê li Rojhilata Navîn bike?
Mîhwera Şîe, li Tahran’ê dest pê dike û diçe heta Sûriye’yê û başûrê Lûbnanê û ji wir jî digihê ser Moskova’yê. Geşedan û rûdanên nû ji me re eşkere dikin ku ew siyaseta bi balans a li Rojhilata Navîn diguhere. Êrîşên Rûsya’yê yên ser Sûriye’yê jî wê yekê tekez dikin. Îran jî bi awayekî çalak di nava vî karî de ye û Tahran û Mokova di nava helkefta damezirandina balanseke nû, balanseke din ya ku niha li Sûriye’yê heye DYA, YE û çend welatên Rojhilata Navîn in. Ew welat jî Tirkiye, Qeter, Siûdî Erebîstan in. Navenda van balansan Sûriye’ye. Sûriye bûye navenda nakokî û aloziyeke giştî. Qeyrana Sûriye’yê jî weke ya İraqê bû qeyrana Sûriye’yê qeyraneke taybetî bû. Bi Bihara Erebî dest pê kir. Cudahiyeke mezin di navbera qeyrana Sûriye, Misir, Tûnûs, Yemen û Lîbyayê de heye. Gelê wan welatan, li welatê xwe li hember desthilatdariyan derketin û ew meşru nedidîtin. Me bi çavên sere xwe dît bê ka çi li wir çêbûn. Lê belê qeyrana Sûriye’yê û İraqê cuda ne. Ew bûn herêmî û navdewletî. Ew qeyranên siyasî di heman demê de bûn qeyranên desthilatdariyên siyasî jî. Rûsya û Îran’ê ew yek baş fahmkirin û li hember wê yekê rawestiyan. İraq dimîne yan ji nav diçe? Sûriye diçe yan dimîne? Rûsya’yê û Îran’ê zanîbûn û gihiştin wê fikrê ku ew ê guhertin pêk werin. Bi hemû hêza welatên xwe û bi hêza hikûmetên xwe beşdarî li piştevaniya Esad kirin.
Rûsya çima tevlî vê aloziyê bû?
Sedemê beşdariya Rûsya’yê ya şerê li dijî DAIŞ’ê jî ew bû ku DYA’yê zêdetir ji sê salan de siyaseteke zelal birêvenebir. Heta niha jî DYA’yê siyaseteke zelal ne li dijî DAIŞ’ê û ne jî li dijî rejima Esad nişan daye. Ew valahiya ji hêla Rûsya’yê ve hat dagirtin û Rûsya’yê balanseke nû avakir. Îran jî ji xwe ji zûdeye li herêmê bû. Hem di warê aborî û hem jî di warê perwerdekirina leşkerên Beşar Esad ve Îran’ê piştevaniya Esad dikir. Hin caran hinek hêzên biçûk jî dişand nav Sûriye’yê. Her wiha niha jî hin agahî belav dibin ku ew ê pasdarên Îran’ê derbasî Sûriye’ye bibin û di warê bejayî de li hember DAIŞ’ê şer bikin. Êrişên DYA’yê yên ser DAIŞ’ê wan têk nebir. Erê rê li ber mezinbûna wê girt lê ew bi dawi lê neanî. Niha jî Rûsya dest bi bombardûmanê kiriye. Wisa xuya dike ku ew ê ji Helebê dest pê bikin û wê herêmê azad bikin û ew ê DAIŞ û Cebhet ûl Nûsrayê têk bibin. Tesîra êrişên Rûsya ya du hefteyan bi encam in. Artêşa Sûriye’yê jî bi hêz bûye û li hember Nûsra û DAIŞ’ê digihe encaman. Nûsra û DAIŞ lawaz dibin.
Amerîka payîn nedikir ku ew sistbin wê Rûsya jî tevlî lîstika li ser Sûriyeyê bibe? Herwiha li ser hêzên kurd yên Rojava kî rekabet di nav aliyan de derket holê. Bandora vê rikberiyê wê li ser kurdan çawa be?
DYA’yê li Rojhilata Navîn siyaset û stratejiyeke zelal û eşkere nişan neda. Valahî û nebûna hêzeke mezin hebû li Rojhilata Navîn. Rûsya vê yekê bikaranî û ew valahiyê dagirt. Ew yek tesîrê li ser kurdan jî dikin. DYA’yê piştevaniya PYD’ê û YPG’ê kir di şerê li hember DAIŞ’ê de. Ji ber ku peywendiyê wan û Tirkiyê xurt in ew piştevanî yekser nekir. Lê belê niha DYA’yê jî niha li ser wê yekê disekine ku bi navê Hêzên Demokratîk ê Sûriye’yê artêşekê ava dike. Hêza mezin a wê artêşê ji kurdan pêk tê û DYA’yê piştevaniya wê hêzê dike. PYD ji hatin û hebûna Rûsya’yê ya li Sûriye’yê gelekî kêfweş e. Rûsya jî dixwaze di şerê li hember DAIŞ’ê de bi PYD’ê re di nava tiffaqekê de be. Rûsya ew ê ji beşdariya tiffaqeke bi PYD’ê re gelekî sûdê werbigre ew ê PYD jî mifayê ji vî şerî bigre. Qiymetê PYD’ê di siyaseta navdewletî de berz bûye. DYA’yê di vê çarçoveyê de mecbûrê biryarekê werbigre. Divê bi Tirkiye’yê bide qebûlkirin ku PYD li Rojava heye û wê qebûl bike. Bi baweriya min divê PYD ew rêveberiya xweser a ku li Rojava avakiriye bi wan hêzên heyî bide qebûlkirin. Diyar nîne ku ew ê kî bi ser keve û kîjan strateji bi ser keve. Egera wê yekê jî heye ku PYD hemaheng be bi Rûsya’yê re. Û egera wê heye DYA’yê li vir jî şikestinekê bixwe û tûşî valahiyeke bibe weke li Efxenîstan û li İraqê.
Tiştekî din jî heye. Tesîra siyeseta Tirkiye’yê ya Sûriye’yê jî ew konsensûs û alozî bi xwe re anî. Siyaseta Tirkiye’yê ya li Sûriye’yê şikestin xwar û têk çû. Tirkiye’yê ji ber ku endamê NATO’yê ye û hevalbendê DYA’yê dikarîbû hebekî xweragiriyê bike. Lê belê ez dikarim wê yekê tekez bikim ku tu siyaseteke Tirkiye’yê ya çalak li herêm tuneye. Li hember êrîşên Rûsya’yê derdikeve. Piştevaniya tirkmenên dike. Ji DYA’yê dixwaze ku fişarê li Rûsya’yê bike. Li hember PYD’ê radiweste. Ez dixwazim bale bikşînim ser tiştekî din jî siyaseta Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya li hember kurdên Rojava jî niha rawestiyaye. Nikarîbûn siyaseteke serbixwe li hember kurdên Rojava bikarbianiyana. Ez dikarim vê yekê tekez bikim ku siyaseta kurdên Başûrê Kurdistanê ya li hember Rojava jî serkeftî nebû.
Di dirêjahiya dîrokê de Sovyetê her tim piştevaniya Rejima Baas’ê kiriye. Niha jî Rûsya piştevaniya Beşar Esad dike. Eger Esad dîsa bihêz bibe û DAIŞ’ê û komên din ê tûndrew têk bibe egera wê heye ku êrîşî kurdan bike?
Ew Rûsya, Rûsya’ya sorewî bû. Cudahiya wê Rûsya û vê Rûsya’yê heye. Mesele ev e. Eger Beşar Esad bi serkeve û hikûmeteke yekgirtî li Şamê saz bibe ew ê bi kurdan re tûşî arîşê û mûşkileyan bibe. Eger Sûriye li Şamê dîsa bibe dewleteke mezhebî ew ê êrîşî kurdan bike. Di siberojê de ew ê peywendiyên kurdan bi Rûsya, DYA’yê û YE û NY re çawa be diyar nîne. Lê belê divê kurd baş zanibin ku eger kurd tûşî mûşkileyê bibin ew karesateke mezin pêk were. Her tim wisa bûye. Dewletên mezin jî piştevaniya rêvebirên etnîkî û netewî nakin ew piştevaniya dewletên navendî dikin. Sûriye’yê endamê welatên Yekîtiya Ereba ye.
Wisa xuya dike ku êdî li Rojhilata Navîn û du bere hene. Bereya ku DYA’yê serkêşiya wê dike û bereya Rûsya serkêşiya wê dike. Îro ew mihwera Rûsya û Îran serkêşiya wê dike li Bexda-Şam û Moskov’ê odeyên stratejiya li hember şerê DAIŞ’ê danîne. Her wîha Îran jî daketiye qadê. Gelo egera wê yekê heye ku weke Rêkeftina Varşova’yê rêkeftinek di navbera welatên şerqê de çê bibe?
Ez rêkeftinek wisa nabînim. Siyaseta DYA’yê li Efxenîstan’ê, li İraq’ê şikestin xwar. Niha jî Sûriye’ye şikestin xwar. Rûsya dixwaze wê valahiya li Rojhilata Navîn a di sala 1990’î û vir ve heye dagre û hêzên heyî ber bi xwe bikşîne. Hevalbendê herî bihêz ê Rûsya’yê Îran e. Û eger karibin dîsa saz bikin Sûriye ye. Beriya wê ez dixwazim tiştekî bêjim. Rewşa Îran’ê jî diyar nîne. Ew ê li gor rewşa Îran’ê hin tişt aşkere bibin. Eger Piştî Ayetûllah Xameney îslamî û pasdarên Îran’ê li ser erk û desthilatdariyê bimînin egera wê heye ku ev hevkariya niha ya bi Rûsya’yê re heye xurttir bibe. Eger piştî Xamaney reformîstên Îran’ê desthilatdariyê bidestbixin, Hesenê Rûhanî, Cevad Zarîf û û kesên din ê reformist serkeftî bibin ew ê Îran nêzîkî Rûsya’yê nebe. Ew ê Îran nêzîkî DYA’yê û YE’yê bibe. Rewşa Îran’ê ew ê diyardeyeke giring be. Lewre heta du sala ew ê ew jî eşkere bibe. Li gor tê gotin nexweşiya Ayetûllah Xamaney lê giran bûye û ancax 18 mehan yan jî 2 salan li ser piyan bimîne.
Armanca Îran’ê ya sereke li Sûriye’yê çi ye? Îran çima dixwaze Beşar Esad li Sûriye’yê bimîne? Çi berjewendiyên Îran’ê di mayîna Beşar Esad de heye?
Îran ji bo Rûsya’yê gelekî giring e. Piştevaniya Rûsya’yê ya li Îran’ê jî gelekî muhîm bû. Li gel Rûsya’yê Çîn jî alîgirê Îran’ê ye. Dema ambargo li ser Îran’ê hebû Rûsya û Çînê alîkariya Îran’ê dikirin peywendiyê wan bi Îran’ê re xurt in. Naxwazin Îran nezîkî DYA’yê bibe. Îran ji bo wan ji bo stratejiyên wan di nava şer deye. Tiştekî din jî heye ew jî ev e: Ew milmilaneyên di navbera rêveberiya Îran’ê hene jî tesîrê li ser wê yekê jî dike ku peywendiyên Rûsya’yê û Îran’ê gelekî xurt bibin. Bereyek heye li Îran’ê ew bere naxwaze Îran nezîkî Rûsya bibe. Ew dixwazin Îran nêzîkî DYA’yê bibin. Rûsya naxwaze Îran’ê ji dest bide.
D warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rûsya’yê de danûstendinên giring çêbûn. Bi taybetî jî rêkeftina Gasprom’ê di vî warî de gelekîbilind hat nirxandin. Her çend Rûsya bi RHK’ê re ji bo berjewendiyên hevpar birêkeve jî hevalbendê Rûsya’yê Îran li hember destkeftî û serbixwebûna Kurdistanê ye. Ew ê ev yek çi tesîrê li peywendiyên Rûsya û RHK’ê bikin?
Peywendiya Herêma Kurdistanê ya bi Rûsya’yê re û rêkeftina Gasprom’ê bi nezera min gelekî giring bû di navbera kurdan û rûsan de. Ew rêkeftin stratejiyeke mezin a Rûsya’ye û RHK’ê ya li Rojhilata Navîn. Rûsya berjewendiyên Îran’ê diparêze li herêmê. Rûsya naxwaze İraq parçe bibe. Rûsya li İraq’ê bêtir berjewendiyên Şîeyên li İraqê diparêze. Ji Kurdistaneke serbixwe re ne amaden e. Hikûmeteke azad a Kurdistanê baş nabînin. Îran jî naxwaze Kurdistan azad û serbixwe be. Muxalefeta esîl a li hember serbixwebûna Kurdistanê Îran e. İraqeke yek parçe ji wan re baş e. Dixwazin desthilatiya Şîeyan hebe. Leşkerên Şîeyan hebin. Mînak weke serdema Malîkî. Hikûmeta niha jî wisa ye. Weke ya Malîkî ye. Bi nezera min peywendiyên aborî nayê wê wateyê ku ew ê siyaseta xwe ya li hember kurdan biguherînin. Tirkiye jî wisa ye. Di navbera RHK’ê û Tirkiyê de peywendiyên gelekî xurt yên aborî hene. Lê belê dema ku RHK’ê li ser serbixwebûnê radiweste û wê tîne rojevê, li rastî muxalefeta mezin a Tirkiye’yê rast tê. Temaşeyî Rojava bikin mesela. Tirkiye yekem welat e ku muxalefetê li otonomiya kurdan a PYD’ê ava kiriye dike. Dewlet peywendiyên xwe yên siyasî û aborî têkelî hevdû nakin. Di nava 10 salên dawî de Hikûmeta Kurdistanê siyaseteke lawaz meşandiye. Siyaseteke bi balans birêvenebiriye. DYA’yê û welatên YE’yê çi gotibe ew kiriye. HRK’ê jî bi serbixwebûna Kurdistanê nemaye. Siyaseteke çalak û li pişt wê biryarê nebûye ji ber wê jî tu kes ciddî nabîne.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek rûdan û geşedan hene. PDKÎ amadekariya şerê çekdarî dike. Li Rojhilat çi dibe? Di kurtedemekê de egera wê heye ku şer di navbera PDKÎ Îran’ê de pêk were?
Çalakiya çekdarî di warê stratejiyê de ez ne di wê baweriyê de me ku bi mifaya kurdan be. Helbet dikarin çalakiyên siyasî bikin. Egera wê heye ku heta 2-3 salan gorankarî çêbibe li Îran’ê. Ew hêdî hêdî xwe ji wê yekê re amade dikin. Ji xebatên çekdarî re lojîstîk lazim e. Lojîstîk û çeken kurdên Rojhilatê li hember Îran’ê şer dikirin ji aliyê welatên cîran ve dihatin dabînkirin. Niha kî heye ku piştevaniya çekdarî ya kurdên Rojhilatê bike? Herêma Kurdistanê jî nake. Ew ê Îran Kurdistanê bomardûman bike. Tirkiye û İraq jî alîkariya kurdên Rojhilat nake.
Herdû Hizbên Demokrat ê Îran’ê û Komele jî lojîstîk û aboriya xwe ji Başûrê Kurdistanê werdigrin. Ya PDK alîkariyê dide wan yan jî Yekîtî dide wan. Heta PDKÎ’yê nikarîbû televizyona li Parisê li ser piyan bihêle. Hêza wan ya aborî nebû. Li herêmeke wisa ew ê çawa şerê çekdarî bikin. Diçin gundan xwarin û vexwarina xwe ji gundiyan distînin. Ji şerê çekdarî re dîplomasiyeke mezin lazim e. Lojîstîk û taqemeniyên xurt divê hebin. Divê li pişt şerê çekdarî siyaseteke xurt hebe. Ew partî dikarin li Rojhilatê jêrzemina ferhengî û çandî têxin bin kontrola xwe. Ew ê çekên Pêşmerge ji ku derê werin? Eger hêzeke lojîstîk û qewî ya siyasî û dîplomatîk tunebe tu gewretirîn hêza cihanê jî be tu nikarî encaman bistîne.
Siwar Bedirxan – BasNews