Pêşangeha pirtûkan a Amedê ya îsal di navbera 16.12-24.12.2023 de pêk hat. Ez jî sê rojên pêşî beşdarê vî pêşangehê bûm û min pirtûka xwe li dezgeha weşanxane ya Doz ê ji bo xwendevanan destnîşan kir.
Ji bo min hinek tişt cara yekemîn bû ku pêk di hatin. Pirtûka min a yekemîn, beşdarîya pêşangehek ji bo destnîşanê a yekemîn û ev pêşangeh li qada paytexta me Amedê pêk dihat. Ji ber van sedeman kelecaneke taybet bi min re hebû.
Pêşangeh roja şemîyê, piştî saet 10an dest pê kir û beşdarvan ref bi ref û bi kelecan derbasê salonên pirtûkan bûn.
Piştî nîvroyê hemû salon û dezgehên pêşangehê tijî bûn. Ne tenê ciwan û xwendewan, gelek malbat bi zar û zêçên xwe va weke ku hatibin mîhrîcan û seyrangehê li standên pirtûkan digerîyan, danasîn û pêşnîyarîyan ji hev re dikirin.
Bi rastî eleqe û kelecaneke weha xurt çiqas cîhê şanazîyê be, ewqas jî rewşeke balkêş bû. Lewra heya vê pêşangehê me hemûyan gazin dikir ku Kurd naxwînin, eleqeya wan bi xwendinê re pir kêm e, pirtûken Kurdî nayên firotan, hemû di depoyê wêşanxaneyan de dimînin, Kurdî ji dest tere û hwd.
Lê rewşa pêşangehê şik di bir ser van nêrînan û îşaretê wêneyeke nû dikir. 41 wêşanxaneyên Kurdî beşdarê pêşangehê bibûn. Li pêşîya her dezgehê bi dehan pirtûkên Kurdî di rêzê de bûn, hem eleqe didîtin û hem jî dihatin kirîn!
Belkî pirtûkên bi Tirkî zêdetir dihatin firotan lê eleqeya pirtûkên Kurdî jî kêm nebûn, nemaze ji alîyê ciwanan ve!
Dîsa çend car pirtûkên rêzimanê Kurdî, ferhenga berîkê, pirtûkên ji bo zarokan ji me hatin pirsîn ku ev jî nîşana eleqeya ji bo zimanê Kurdî bû.
Di nav partî, rêxistin û komelê me yê kurdan de mirov bi mûmê li ciwanan digere lê li vî pêşangehê de hemû cûreyên civakê hebûn û bi girseyî jî ciwan bûn.
Roja yekşemê, ango roja 17ê mehê rojeke herî xweş û taybet bû. Di vî roja herî qelebalix de dema nîvroyê grubek di destê wan de bi dehan alayên Kurdistanê ketin qada pêşangehê, al li derdora xwe belav kirin û ber bi standa me hatin. Me bi kêfxweşî alayên Kurdistanê ji destê wan girt û hilda jor. Derdora me jî bi Alên Kurdistanê va xemilî…
Mirov ji Avrupaya sar were, li Amedê be, derdora mirov bi dost û hevalên dev biken dorpêçkirî û bi ala rengîn xemilandî be! Gelo buheşta rûyê erdê ev ne be wê çi be?
Baskê min heba ez ê bifirîyama! Ev gruba hevalên qedir bilind Ala Kurdistanê li standên din jî belav kirin û pêşangehê seranser bi ala rengîn xemilandin.
Weke ku tê zanîn roja 17ê Çileya Pêşîn roja Ala Kurdistanê ye. Grubek ji hevalên PWKê ji bo pîrozahîya vî rojê çalakîyeke weha bi wate li darxistibûn. Bi rastî çalakîyek pir balkêş û di cîh de bû. Ez bi navê xwe spasdarê wan hevala me ku atmosfereke weha kurdewar û şanaz bi me dan jîyandin.
Bi gelemperî reng û dengê pêşangehê bi kurdewarî bû. Bandora wêşanxane û pirtûkên îdeolojîk tine bûn. Pirtûkên ku di hatin firotan bi girsehî li ser dirok, lêkolîn û rêzimanî dixuyan. Standên wêşanxaneyên îdeolojîk vala lê yê dûrî rêxistinan, an jî rengên wan ne dîyar qelebalix bûn.
Standa Weqfa Beşîkçî, Peywend, Nûbahar, Avesta, Doz, Sîtav, Pirtûka Kurdî standên herî beşdarvankêş bûn.
Mamosteyê me yê zer û zêrîn Îsmaîl Beşîkçî bê navber pirtûkên xwe destnîşan kir. Her tim beşdarvan ji bo destnîşanê li ba standa wî di rêzê de bûn. Ev bi serê xwe minakeke baş bû ji bo reng û dengê pêşangehê.
Rêveberîya pêşangehê bi biryareke sosret xelata rûmetê layiqê Murathan Mungan dîtibû, lê beşdarvanên pêşangehê neh rojan Mamoste Beşîkçî tenê nehîştîn û helwesta xwe ya xelatê dîyar kirin.
Rêveberîya pêşangehê jî dîyar kir ku îsal 120 wêşanxane, 350 nivîskar û derdora 510 hezar kes beşdarî pêşangehê bûne. Pêşangeha Pirtûkan a Amedêcara yekemîn di sala 2019 an de pêk hatibû ku wê salê 175 hezar kes beşdar bibûn.
Kesên ku beşdarê pêşangeha 2019 bibûn, dîyar dikirin ku 4 sal berê bandora wêşanxane û wêşanên îdeolojîk li ser pêşangehê zêde bûye.
Wêneyê pêşangeha îsal îşaret û çirûskên xêrê didin me.
Hêvîdar im ev wêne roj bi roj zelaltir bibe û sîyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên me li ser vê guhertinê hûr bibin.
30.12.2023