Xendevanên hêja, nivîskarîya min a nivîsandina roman, çîrokên gelî, berhevok di sala 1984’an da destpêdike. Helbest nivîsîn jî piştî sala 1951î, ku ez di wê dema û çaxê da xort-kesîbekî belengaz, reben û 17 salî, li ser du ant, ango çeqên min, derpekî cawê sipî, qilêr û pînekirî, li jor ser laşê min jî dîsa kirasekî hemen caw, bê pêsîr, wekî kefenê mirîyan, di lingê min da jî bendgore û çarixên meşka dêw, bin jî qul-qul, li Edenê, Küçük Saat, di xanek Kûrû Köprü da li ser textan, bê nîvîn û lihêv bi zik birçî radizim. Piştî çar rojan li cem hostakî sîaxê karekî dibînim, rojane min jî 30 qurişên Tikr. Piştî sê rojan kar diqedî, hosta sîaxkar panginotekî dide min û ji min ra: “Xorto, heqê te 90 quriş e, lê ez panginotekî didem te” dibêje. Ango li gor wî 10 quriş jî bexşîş, lê di destpêkê da deng ji min dernakeve, balam dilê min jî wekî birîna şûrên Ereb, wekî birîna sungîyê leşkerên Roma Reş jan dida û diêşîya, lê tiştekî ku ji wî ra bibêjim tunebû, tenê bi dengekî nizm: “Çok teşekkür ederim hosta” dibêjim, lê di dil û mêjîyê xwe da jî ji wî û hefsed bav û kalên wî ra çêrên cur be cur…
Belê xwendevanên xoşewîst, jîyan ziktêrî û birçîbûn e. Jîyan tahl û şîrîn e, lê bi taybetî jibo kesîban, ku ew jî wekî hemû ziktêr û dewlemendan mirov in, jîyan axû û jehr e.
Gelo kê û kîjan hêzê hemû zindî û jîndarên ser vê axa reş afirandîye? Kê ev dada heq û neheqîyê jibo me mirovan derxistîye? Kê ev rêdan û zagon jibo me mirovan nivîsîye? Gelo kê kuştin û lêdan, heqî û neheqî ji me mirovan ra kirîye peywir? Em çira hevûdu dikujin? Em çira bi mîlyaran birçî û tazî, kesera parîk nan, lê bi mîlyonan jî ziktêr, di qesr û konaxan da bi kamranî dijîn? Gelo evqas neheqî û bêdadî Xwedê pêşkêşe me mirovan kirîye? Eger hin kes bibêjin “Belê ev karê Xwedê ye, Xwedê li ser enîya kesîban kesîb, li ser enîya dewlemendan jî dewlemend nivîsîye” bibêjin, bawer bikin ez wî Xwedê yî nas nakim. Jixwe bawerîya min jî ji Xwedê tune. Eger ku ew hebûya, dê wî bi çavekî li hemû zindî û mirovên ku dibêjin “Wî afirandîye” binêrîya, deh birçî, tazî, yek jî zik têr di qesr û konaxan da nedîtîya. Eger ew hebûya, divê wî destûr nedana kuştina mirov û mirovan, navê kuştinê jibo hemû zindîyên ser erda reş qedexe bikira. Eger ew hebana, di destpêka karê wî yê afirandina zindî û jîndaran da, divîyabû wî di dewsa kuştin û pevçûnan da, pejnê evînîyê û hezkirinê bikirana dil û mêjîyê mirovan, lê wî wer nekirîye. Eger ew hebana dê wî barbarî û direndeyî ya qûlan xwe bidîtina. Mînak, barbarîya Akad, holêrakirina Sumer, Koledar Babîl, Asûr, Med, Roma, Sasanî, Bîzans, Moğol, Ola Îslam, Xelîfeyên wê, Serçûk, Osmanî, îro jî dîsa barbarîya Ola Îslam, wekî IŞİD, Tirkên har û xwînjij, Huzbillah, Talîban, Hamas hwd: Eger ew hebûya dewlata Tirk li Qoçkîrîyê, li Pîran, li çîyayê Agirî, li gelîya Zîlan, li Dêrsimê bi sed hezaran Kurd nedikuşt. Eger ew hebûya dê Saddamê xwînxwar, hov û barbar, heşt hezar kesên eşîra Barzan, 182 hezar Kurdên bê guneh, zar, zêç, keç, xort, kal û pîrên 80-90 salî nedibir bi zindî nedikir bin qûma çolistana welatê xwe, binqûm nedikir, nedikuşt. Eger ew hebana wî barbarîya Hamas, barbarîya Roma Reş, ew a ku sed sal e, li ser gelê me yê mazlûm û bindest, kuştin, lêdan, talan, şêlenkarî, destdirêjîya ser keç û jinên me ji xwe ra kirîye erk û peywir, barbarîya Talîban û ê paşverûyên Îranê, di herdu alîyan da kuştina zar û zêçan, pîr û kalên Îsraîl û Fîlîstîn bidîtana, lê nabîne, ji ber ku tune, balam mirov jî sed mixabin ku vê rastîyê nabîne, bi navê wî mirov, mirov dikuje, hin kes jî bi dilekî şikestî va digîrin, berxwe dikevin, ji min ra qal û behsa sazûmanek dadmendî, wekî rejîmek Sosyalîst û Komînîst dikin, kenê min tê dikenim. Ji ber ku ev jibo roja îro ne pêkan e. Bawer bikin ev di vê dem û rojê da jibo min xewn û demcame ye. Çira xewn û demcame ye? Ji ber ku hêj mirov nebûye mirovê rasteqîn. Nebûye mirovê kamil. Di hest û pejnên mirov da, du tiştên xweber hene. Ango qencî û bedî. Qencî evînî û hezkirin, bedî jî xirabî gedgenî, (Nefret) Îblîsî, kuştin û lêdan e. Divê mirov vê rastîyê zanibe; bi hest û pejnên evînîyê ve pejnên xirabîyê bikuje, ku mirov bibe mirovê rasteqîn û mirovê kamîl. Hêvî dikim mirov rojekî wê roja pîroz û xewnan, wê roja mirovê kamîl, cîhanek bêşer û pevçûn, di nav xêr û xweşî, bêtirs û xof, di nav dadmendîyek bê tûxûb û demokratîk, jîyanek wekhevî da bijî, lê ez wê rojê nabînim. Ji ber ku rêdana xweza jibo hemû zindî û jîndaran mirine, ku ez jî nêzî wê bûme.
Belê xwendevanên hêja, jîyan hejmara roj, hefte, meh û salan e. Çawa ku hûn jî dizanın, me di jîyana xwe da salek dî derbas kir. Ango salek bi xwîn î, salek bi şer û pevçûn. Bi taybetî jî xwîna sor, xwîna mirovên mîna min we, di Rojhilata Nêzik, di navbera dewleta barbar, a Roma Reş û Kurd-alîgirên Abdo, di navbera gelê Îsraîl û Hamasa Fîlîstînî, di navbera Rûsya û Ûkrayna da berdewam e. Ango ev sal usa derbas dibe. Mirov, mirov dikuje, wekî lawîr û ajajên dirinde. Hêvî dikim nifşên ayende, demên têhatî, di nav hemû gelên cîhan da şer û pevçûn were qedexekirin, mirov navê şer û pevçûnê ji bîhr bike û ji holê rake. Belê, bila kesên Xwedê-bawer “Bi a Xwedê” ango “Înşallah” bibêjin. Hêvî dikim Xwedê (ku heye) wana bibihîse, şer û pevçûnê, hemû xirabîyê li holê rake. Bi vê hêvîyê.
Xwendevanên hêja ez zêde serê we neêşînim, we ecîz nekim. Lewra her dem ez nivîsên xwe dirêj dikim. Çi bikim ev jî taybetmendîyek min e, bibexşînin. Herwaha ez bi destûra we dûwahî bidim nivîsê, lê hêvî dikim di demên têhatî da, nifşên ayende, ango ên pêşerojên sal û sedsalan, ji hev ra bibin bira û dost û cîranên dilsoz. Bi vê hêvîyê ez bi dil û can sala we ya nû, a 2024’an, ê koordînatorê vê malpera Kurd Îkram Oxiz, ê nivîskarên hêja wekî Îbrahîm Aksoy, Memo Şahîn, Siraceddîn Oxiz pîroz dikim, di her kar û barên we û wan da saxî serkeftin dixwazim; lê divê bi helbestekî dûwahî bidim nivîsê. Lewra min ev helbest jibo Kurd hevalekî xwe yê, ku ji xwe ra dibêje “Ez Sosyalîst im” nivîsand. Helbet min gelek Sosyalîstên Kurd dîtine, ez wan nas dikim. Ew Kurd Sosyalîst û Komînîstên ku dev direje Ewlîyayên Kurd dikin, ew kûçikê me yên ku di pêş derê dijmin da dikin hewt e hewt didirin, ew ne Sosyalîst û ne jî Komînîst in, nijadperestên Tirk in, Turkeş in, Bahçelî ne, Reco ne, dijmine gelê Kurd in, lê ew hevala Sosyalîstekî Kurdperwer û welatparêz e. Ev helbest jibo wî ye.
Hevalo!
Li welatê we şîyan ketîye destê xeşîm, nezan û keran
Ji xwe bîhrneke çîya tune nabin bi kolandina tevir û bêran
Hezar mixabin hevalê dilsoz, Kurdperwerê Kurdistan
Li Tirkîyê gur, rovî û çeqel ketine dewsa piling û şêran
Dilê xwe neyêşîne bira can, dê roj bê ev cîhan bibe wekî bihîşt
Lê hezar mixabin di wê dem û çaxê da ne tu heyî û ne jî ez
Jîyan jibo me mirovan roj, hefte û salên bi hejmar in canê min
Mirina namerd berî daye alîya me, bazdide tê bi rev û bez
Xem neke, berxwe-nekeve jibo dînên mal û milkan
Jibo olperestan, paşverû, nezan, bomik, bêhiş û keran
Har û zaliman mêjîyê wan şoştine, laş jî tevizandine
Lê ew bi mîlyaran in, dest dane hev, bi lez diçin mizgeft û dêran
Hêvî neke heval û hevrêo çucar, di welatekî ola Îslam da
Qet çênabe sazûmanek civakî, Sosyalîst û demokratîk
Divê ji xwe bîhrnekî çucar, qirikên gûxur û nîkûl bi gû
Nabin kew û kevok û ne jî dibên bilbil, hûlî, baz û dîk
Êv bawerîya vî Riza Çolpan e, Kurd kalê rîsipî
Bawer dikî, nakî bira can, ev jî karê te ye
Erd zevîyên welatên ola Îslam, çol, kevir û kuç in
Ne dirizin gul û çîçeg û ne jî genim, nîsk û ce ye.
5-12-2023, Sydney..