Xwendevanên hêja, xuşk û birayê min ên Kurd, îro li Tirkîyê di nav du gurên boz da şerê hilbijartina cînişên gel, ango parlamenter û ê Serokkomar heye, lê kîjan gur di vê hilbijartinê da tê ser şîyan, ango hukim, hêj ne ronî û dîyar e. Gor ku weşanên medya cîhan û ên Tirkîye yê dinivîsînin, dengên gelê Kurd dê bibin kîlît û zornaxa dêrî. Lê gelo ew derî ji kê ra vebibe? Hellbet kîlit û koç di destê kê da be, ew dêrî vedike, ku ew kîlît jî dê di destê gurê boz da, ne di destê berxikê bê xwedî û qerqaş da be. Ango Kurdên berxik, bi sedsalan vir da her dem bûne nêçîr û xwarina dêlegura boz, çeqelên çola Erebistanê û rovîyên Farisistanê. Ez bawer im, îro dîsa bi saya du çeqelên Ereb (ku ew hemserokên gelek Kurdan in) û gelek kudîyên dêlegura boz, a nav Asena.
Belê, xwendevanên hêja, gelo kê û kîyan, em Kurdên xudan dîrokek herî kevn û rengîn kirin vê rewşa dîlî û nokerî?
Dîsa kê û kîyan her dem dîya me gîrî xist û ew û em kur û nevîyên wê wisa kirin bindestê çar dewletan û sê nijadên hov û barbar?
Gelo kî vê rewşa me ya kambax, bedbext û nexweşîya me ya bi hevra neyar, havil û dermanekî bibîne? Gelo em Kurd çira ji hevra nabin bira û yar?
Bi kerema xwe di roja derketina ola Îslamê vir da, heya roja îro, li dîrokê binêrin û bixwînin, çira em ji hev ra nebûne bira, nebûne xudan dewlet û dezgeh?
Ma çikê me ji Tirkên hov û barbar, lingxwasên çolan Ereb, Farisên namerd û parsevan kêmtir e, ku em mane bê dewlet û dezgeh?
Ez bawer im bejn û bala me û tevahîya fîzyonomîya me ji ê wan sê dijminan çêtir e. Ku usa ye çira em mane bê dewlet û dezgeh, bûne xulamên van sê nijadên har, hov û barbar?
Çira li Tirkîyê, ango li Bakûrê Kurdistanê, di hilbijartinên her çar salan da Kurd çira bi dengên xwe hin kesên dijmin dikin parlamenter dişînin wê meclîsa barbaran, şikefta dêlegûra nav Asena?
Bi taybetî alîgir û xulamên Abdo yê xwehez û tirsonek, ji biran ra bûne dijmin, ji dijmin ra jî bûne bira û hevrê. Him jî bi eşkere qal û behsa biratîya gelan, nizam Komarek Demokratîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn, Jıyanek Ekolojîk dikin, mirov bi van gotinên wan ecêbmayî dimîne. Ecêbek giran e, va bomikên me, di derketina ola Îslamê vir da kê û kîyan em jibo ol û rêolan, îro jî jibo ramyarîya çep û rastan kirine dijminê hev, qet van tiştan ne tînin bîhra xwe û jî ji biran ra dibin bira. Bomikên me jibo ola Erebên çolan, jibo maf û berjewendîya sê dijminan, ji biran ra bûne dijmin. Îro jî bi sedhezaran bûne dost û alîgirê devşîrme Reco yê Gurc û Kemo Zîvikê me yê heramzadeyê Dêrsimê. Ku heye eger hêzek ku jê ra “Xwedê” dibêjin, hiş bide vî gelê bomik, bindest û noker.
Xwendevanên hêja, derd pirr in, lê ez serê we zêde neyêşînim. Du roj berê min hevalekî xwe yê Kurdperwer ra peyamek kurt nivîsand, rewşa wî, rewşa hilbijartina parlamenterî û ê Serokkomarê Tirkîye yê pirsî li tev çarînek jibo wê hilbijartinê şand. Piştî wê çarînê, peroşek ket nav mêjî û dilê min, rabûm rahîştim pênûsê, min ev çarînên jêrîn nivîsand, dûra jî çûm ketim xewê. Niha jî ez dixwazim li tev vê nivîsê û gelek gotinên xwe ji we ra wan çarînan jî bişînim. Hêvî dikim hûn bixwînin û biecibînin. Bi vê hêvîya dilê keserkêşê bi salan.
Gotinên Dijmin û Şîretên Min
Tirk û Kurd gîşt bira ne
Ev gotinên keran e
Lê kerên me jî pirr in
Balam bar jî giran e
Kî rake vî barê me
Bibe dost û yarê me?
Ez nabînim wî kesî
Gelek zor e karê me
Berî herkes em hev ra
Rakin, rabin ser lingan
Divê wekî du biran
Bikevin nav şer, cengan
Tirk û Ereb û Faris
Vana dijminê me ne
Tim dimêjîn xwîna me
Wekî qirnî, kene ne
Bes e Kurdo hîşyar be
Naske dost dijminê xwe
Biran ra bibe bira
Rizgarke dayîka xwe
Dayîka te Kurdistan
Dinale li bin destan
Tazî kirine dijmin
Maye bê kinc û fîstan
Faris, Ereb, Tiirkên hov
Me ra nabin bira, dost
Ji xwe bîhrnekin çucar
Çermê beraz nabe post
Ne Reco, ne jî Kemo
Vana Kurd ra nabin yar
Segê dewleta kûr in
Dewleta namerd, barbar
Hêvî nekin ji haran
Çucar tiştên mirovî
Lewra ew in gurê boz
Nabin firîşte, sovî
Heya ku em bi hevra
Nebin bira nebin yar
Tim bimînin em noker
Nebînin havîn, bihar
Dibêm rabin ser lingan
Hêzên xwe tev bikin yek
Derkevin hember dijmin
Ku kawên we werin şek
Ez im ez Riza ÇOLPAN
Gazî Kurd biran dikim
Dibêm “Bese xulamtî”
Bi dil da tika dikim.
14-5-2023.