Xwendevanên hêja û xoşewîst, em Kurd piştî derketina ola Îslamê vir da bûne şîrikê derd û kulan, êş û janan, bi destê sê gelên Îslam, em bi sedhezaran hatine kuştin, lê hezar mixabin ku me dost kî ye, dijmin kî ye ji hev cihê nekirîye. Di sedsala nozdehmîn, ango di sala 1847’an da li Cizre Botan, serîhildana Mîr Bedîrxanê dilovan, (1802-1868) li pey wê serîhildanê, di sala 1880’ê da vêca serîhildana Şêx Ubeydullah yê Nehrî, ku mêrxwasekî bajarê Şemdînlî yê. (1826-1883) Di destpêka sedsala bîstemîn, ango dı sala 1921’î da tevkujîya Qoçkîrîyê, di bin fermana Alîşan Begê û Alîşêr, di sala 1925’an da serîhildana Şêx Saîd, di navbera sala 1927 û 1932’yan da tevkujîya çîyayê Agirî û dala Zîlan. Di sala 1937 û 38’an da tevkujîya Dêrsimê, di sala 1946’an da tevkujîya Mahabadê, li pey wê jî piştî sala 1961’î da vêca di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî da serîhildana Kurdên Başûrê Kurdistan, heya sala 1988 tevkujîya Helebcê, ku îro roja tevkujî û bîhranîna pênc hezar cangorîyên wî bajarê Kurdîstanê (Sed mixabin ew bajar îro bûye bajarekî Iraqê) û derbederî ya sala 1990’î û şerê Kendavê. Li parçeyê mezin, Bakûrê Kurdistanê, ku em şerê di navbera Dewleta Romê û PKK jî bînin ber çavan, nêzî sed hezarî xortên ciwan di wî şerê qirêj da cangorî bûne.
Xwendevanên delal, ez dibêjim “Çar dijminên me hene, van her çarana bûne bira, soza xwe jî kirine yek. Ji van yek, ew kesê ku qet kesekî nedîye, bi hiş û texmîna me mirovan ve hatîye afirandin, Xwedê. Wî ji bilî xwe ji me ra sê dijminên har, hov û barbar afirandîye, ev yek.
A duhem, wî bi erdhêjîne bi sed hezaran em bi saxî kirine bin erdê û kuştine. Ji bîhrnekin di sedsala bîstemîn da li Erzinganê, li Varto yê, li Vanê, li Lîce yê, çend sal berê li Xarpitê. Di şeşê vê meha Sîbatê da jî li Meraşê, li Entebê, li Meletîyê, li Riha yê, li Semsûrê (Adiyaman) li Ahmedê û di çend bajarokên biçûk da, gor ku dibêjin nêzî 200 hezar mirovên me yên kesîb û bê gune di bin axa reş da fetisand û kuşt. Him jî li tev pizêzên hembêza dayîkan. Dîsa ji bilî wî, sê dijminên har, hov û barbar jî ev in. Tirk, Ereb û Faris. Ev hersê jî evîndar û begîyê ola Îslamê û Xwedê yê bi demcameyî ne. Dijminê me yê sêhem jî erdnîgarîya me ye. Çimkî ew erdnîgarîya me bihişta Rojhilata Nêzik e û li dor vê bihişte jî sê har, hov û barbar in, zora me jî naçe van barbaran. Dijminê me yê çarhemîn jî em bi xwe ne. Em jî hevra dijmin, ji dijminan ra dost, heval, bira, noker, xulam û berdest in. Heya ku em usa bimînin, dost dijmin ji hev cihê nekin, dê em heya bê dûwahîya cîhanê bimînin bindest û xulamên har hovên wê erdnîgarîyê. Ango ên Tirk û Ereb û Farisan.
Xwendevanên xoşewîst, xuşk û birayê minên Kurd, ez dirêj nekim û bi zêdeyî serê we neyêşînim. Çawa ku hûn jî dizanin, îro 35 salvegerîya tevkujîya Helebceyê û piştî pênc rojan jî cejna me ya neteweyî NEWROZ e. Ji ber vê yekê ez di niha da cejna we hemû xwendevanên Kurdperwer, berpirs, nivîskar û koordînatorê vê malpera Kurd pîroz dikim, di her kar û barên we da saxî û serkeftin dixwazim, li pêş gîyana hemû cangorîyên doza Azadî û Serxwebûna dayîka me Kurdistan, li tev cangorîyên erdhêjîne serê xwe xar dikim, bi dil ji wan ra: “Ey cangorîyên Kurdistan, axa we zêde, rama dayîka we ya nav Kurdistan û xweza, li ser axa wan kêm nebe” dibêjim, bi helbestek xwe ya ku min di 16-3-2019’an da jibo NEWROZ û meha Adarê nivîsîbû, li tev hin guhartinan pêşkêşe we bikim, ji we ra: “De bi xwatirê we” bibêjim. Bibe ku bi îro şuva ez dev ji nivîsandinê berdim. Lewra êdî gelek kal bûme, bîhra min jî ne wekî berê ye; pîçekî jar bûye. Helbest ev e:
NEWROZ
Newroz e
Newroz e
Roja nû ye
Zava ye
Şoşpan e
Bûka nû ye
Roj e
Tav e
Sî ye
Newroz dawat e
Dîlanîye
Agir e, dû ye
Mîrata Cemşît
Zerdeşt û Kawa ye
Ji bîhrnekin Kurdino
Newroza we pîroz be
Xuşkino
Birano
Merdino.
ADAR
Adar e, adar e
Dew li dar e
Rojek hênik
Rojek sar e
Rojek berf e
Rojek baran e
Zivistan şuva maye
Dem bihar e
Di axuran da mî
Bizin û çêlek dizen
Deng tê denge
Kalandina karik û berxikan e
Mûre-mûra çêlek û gan
Zirr e zirra keran e
Di malanda guftûgoyên jinan
Bûk û keçan e
Çîrokbêj çırokan dibêjin
Kêf kêfa guhdarvanan e
Li ser gir, gaz û tatan da
Deng tê
Dengê Dîksilêman
Pepûk û kewan ne
Li ser pişta xanîyan
Kaw dileyîzin
Deng tê dengê xort û zarokan e
Heştê û heşt sal hatin zû çûn
Ji her tiştî bêpar ma
Ev kesîbê Xwedê
Rizê Guran e
Dikşîne kesara welêt
Qom û qebîl
Xuşk û biran e
Li xerıbîyê tüne
Li ser meyîtê wî bigîrin
Der û cîran e
Adar jibo me Kurdan
Bi piranî
Meha êş û derd û kulan e
Meha Hîroşîma duhem Helebce
Pênc hezar cangorî
Deh hezar birîndaran e
Sê nijadên hov û har
Xwînmêj û barbar
Jibo kuştina me Kurdan
Pêkve derxistine ferman e
Ferman e
Ferman e
Ev ferman
Fermana barbar û zaliman e
Hêvî dikim ku heye eger hêzek
Jê ra dibêjin “Xwedê”
Ji me Kurdan ra bişîne felatkarekî
Yekî wekî Şah Dîyako yê Medan e
Ew pîrê mêrxwas
Leheng û merdan e
Bişîne bijîşkekî
Yekî wekî Hekîm î Loqman e
Ji nexweşîya neyekbûna me ra
Bibîne derman e
Ev herdu firîşte
Pêkbînin yekîtîya hemû hêzên Kurdan e
Ku li hember Tirk, Ereb û Farisan
Bi hevra
Şer bikin wekî biran
Şêr, piling û mêran e
Ji welêt derxînin
Wan hov û haran e
Rizgar bikin dayîka me Kurdistan e
Dilşa bibe pênce mîlyon Kurd
Û berê mirinê
Ev kurê Kurd
Kesîbê Xwedê
Rizê Guran e
Îsal di şeşê vê meha Sîbatê da
Erdhêjîn çêbû li Meraşê
Cangorîbûn dused hezar kes
Li Kurdistanê şîn û şîwan e
Serê xwe xar dikim
Bi histêrên çavan
Li pêş gîyana wan e
Ev cîhan jibo her jîndarî
Wekî otêl û xan e
Xuşk û birano
Bimînin di xweşîyê da
Ev helbest
Helbesta Riza Çolpan
Kalê 89 salan e.