Hinek nerinên min li ser Kurdên bakur û pirtûka Îkram Oğuz ya bi navê MÎRO
Kurdên bakur?
Kurd bi giştî milletekî kon e, kevnar e. Lê kurdên bakur li gorî kurdên din “netewekî bê xweyî û bê nûner” e. Mixabin ew hêjî nebûne netew an “netewekî gihayî”. Netew ew e, ku di dil û hişê wî de hezkirina xak û zimanê wî ciyekî sereke girtiye, şax vedaye. Lê kurdên bakur bi giştî “milletekî bê hişmendî, bê dewlet û bê birêvebir e”!
Di ser vê yekê de jî ew herroj ji ser xaka bav û kalan “çavkor û bê plan” ji welatê xwe dertên, koç dikin. Û dawiya koçkirina wan jî nayê! Ev rastî bi serê xwe karesat e!!! Tiştê li bîr û li ber çav ev e, ku kurdên hêmû beşên dabeşkirî yên Kurdistan û li gel wan yên bakur jî li dinyayê belav dibin û kesek xwe ji vê trajediyê re berpirsiyar nabîn e. Lê dinya ya xapandin, tekoşîn û berjewendiya ye, ne ya belangaz û lewaza ye. Jixwe ku mirov ketibe destên despotekî weke dewleta dagirkerên tirk, mirov bivê-nevê dibe sêwî û “malê bazara koleyan”!
Sed car heyf ku vêga pêşmercên damezrandina dewleteke Kurd li bakur tunin. Û statukeke wan ya siyasî jî tune. Lê dîsan jî gelek pirsgirêkên navxweyî weke ya ziman û perwerdekirina dîrok û xwenasîna civakê di destên partî û berpirsên Kurd de ne, “kurdên derewîn”.
Xwînerên birêz, nebêjin ev yek li Komara Tirkiyê ne pêkane! Bila tim mînaka Cihû yên du hezar sal li Avrupa man, li dinyayê belav bûn û dîsan nasnameya xwe parast in, li bîra we be.
Ango weke zanistê siyasî û yasaya navdewletî, pisporê kêmîna ti gumanên min tunin ku HDP, ne amde ye û ne jî ji dil dixwaze pirsgirêkên geşkirina zimanê kurdî, her wiha parastina nasnameya Kurd û dîroknasiyê weke erkekî sereke ji xwe re bibîne û li ser wan bê peşmerc raweste.
Partiyeke li çareseriya pirsgirêkeke weke ya Kurd, ku di kok û eslê xwe de kêşeyeke netewî ye, tenê di banê meclîsa (parlamana) dewleteke dagirker de bixwaze, ew hêz an ne ji dil e an “xapîner” e. Mînak, ma li ti dewletê pirsgirêkên weke ya Kurd di parlamana dagirkerekî de hatiye çareserkirin an tê çareserkirin!? Û her wiha ti “netewê gihayî”, heger bindest û heger dewlet, kêşeya geşkrina ZIMAN, pirsgirêka nasname û dîroknasiya xwe li benda neyar an dijberê xwe hiştî ye!!!
Heger HDP bi Kurd re raste e, divê ew Kurdan ji vê yekê re ji dil û bi zûtirîn kat amade bike.
Ma dike?
Na!
Diyare ku hem kurdên bakur û hem HDP bi taybetî li kêşeyên nav xwe û zimanê xwe xwedî dernayên! Loma mirov dikare bibêje ku HDP partiyeke “xapîner û xapînok e”. Wê bi propaganda pûç di bin navê “biratiya gelan” de pir(r)aniya kurdên bakur û bi taybetî jî yên xişim xistiye rêyeke şaş!
Ango mirov dikare bibêje ku Kurd yên dengên xwe didin HDPê ne xwe ne berjewendiyên civaka xwe dinasin.
Ma nayê zanîn ku zikê kesekî ji gotinên weke “biratiya derewan” û “wekheviya di banê dewleta dagirker de” têr nebûye û têr nabe jî. Bi bîranîna vê rastiyê, gelo wext ne hatiye ku Kurd ji dil li ziman û dîroka xwe xwedî derên!?
Ango beradayî ne hatiye gotin, “çavên li deriya xelî li seriya”.
Nas, hawrê û rawêjkarê min yê berê Dr. Wolfgang Bolz, zanistê civaknasiyê yê Zankoya Hildesheim, ji min re digot: “Bi rastî jî Kurd xwe û neyarê xwe nanasin. Bi tirkî dizanin, lê bi zimanê bav û kalan, kurdî, nizanin! Ma ev siyaseta dagirker e an ya hêzeke Kurd e an jî Kurd netewkî xişim e?”
………………………………………
MÎRO – “Tozek serpêhatiya netewê şkestî!”
İkram Oğuz, Weşanên Do, Stenbol 2014
Dibêjin, “Kurd NEZAN in, çima bi tirkî dizanin lê bi KURDÎ nizanin”!?
Li jor hate gotin ku kurdên bakur bi giştî hatine xapandin; ketine rêya şaş. Hêza wan an kêm bûye an nemaye bo ew bikaribin li pirsgirêkên civaka xwe rasterast xwedî derên. Li gel vê yekê jî kêşeyên “navmala Kurd” bi sedan, bi hezaran hene û her zêde dibin.
Mînak, em tev dizanin ku Kurd bi zimanê xwe kêm dixwînin. Bi giştî di bin barê nezaniyê de dinalin; “paşve mane”. Herçend ciyê daxê be jî ew bûne “dûajoyên biyaniyan”. Mejuyên wan di fêrgeh- û zankoyên Tirkiyê de hatine tijekirin; şuştin. Hevsarê wan ji mêj ve ketiye destên dagirker.
Jixwe ne tiştekî nehênî ye ku weke Kurdan ji ayîna Îslamê û komara tirk re xizmet kirine û dikin, ji “civaka xwe ya barketî” re ne kirine. Û weke hez ji bajarê navdar, Konstantinopel, dikin hewqas hez ji “Ameda rengîn” nakin. Weke hez ji nivîskarên biyanî dikin ewqas hez ji nivîskarên Kurd nakin.
Ma di nava van gote-gotên “dilêş û xemgîn û tûj” de çiqas rastî heye!?
Her wiha ji bo Kurd piçekî civaka xwe û kêşe yên wê binasin, ma ne divê berî hertiştî hemû zanist, rewşenbîr û nivîskarên xwe jî binasin û bixwînin!?
Ma dixwînin û dinasin!?
Heger naxwînin, ma tawanber kî ne?!
Bo çî Kurd xwe fêrî dîrok (mejû) û rastiya civaka xwe nakin?
Heger aniha nakin, wê kengî bikin!?
Çima kêşeyên xwe yekoyeko bi nav nakin û li rêya çareseriya wan bi rêkûpêkî nagerin!?
Hima ji bo vê yekê kek Îkram, nivîskarê naskirî, serpêhatî û romanan dinivîsî ne. Ango, ewî serpêhatiya bi navê MÎRO, çîroka oba Mîro, bo vê yekê nivîsiye! Zimanê pirtûka wî gel(l)ekî hêsan e!
Lê bo çi xwînerên Kurd wê naxwîn in?
Her wiha wê ji xwe re nakin mijar. Ma mijara koçkirinê û rêya çareseriya wê hêj jî ne yek ji yên girîngtirin pirsgirêkên Kurd e?
Mala kek Îkram sed car ava be!!!
Ev pirtûkeke hem kurt e û hem hêsan e. Zimanê wê kurmanciyeke bedew û zelal e. Xwîner dikarin bê navbir wê di rojekê de bixwînin. Kî çar-pênc rûpelên wê bixwîne, qet nikare dev ji xwendina wê berde!!!
Birêz Îkram tê de behsa çend kêşeyên civaka Kurd dike. Behsa şerê nava Osmaniya û Rusyaya berê dike û pê re li ser koçkirina hinek malbatên Kurd û şîkariya (analysa) wan radiweste.
Bê guman koçkirina Kurd ne mijareke nû ye, lê dîsan jî ew hîç weke çil salên rabirdû (bihurî) nebûye kêşeya “manûnemana Kurd”. Kek Îkram di pirtûka xwe de bi taybetî behsa tolhildana nava du malbatên Kurd ku xêzanên hev in, dike. Bi zimanekî karîger, rût û tazî şanî xwîneran dide, ku wan agir berdane malên hev, hev şepirze û malwêran kirine. Li gel vê yekê nivîskar tê de behsa neheqî ya li ser jinê (afretê) ku bi rêya ayîna Îslamê ketiye nava civaka Kurd, dike. Ango toreyên trajêdî û bê nirx di serpêhatiya bi navê MÎRO de ciyekî girîng digrin. Bi kurt û puxt, kek Îkram şepirzeyiya Kurd bi gelek mînakên serincrakêş (balkêş) û bi zimanekî şêrîn û herikbar tîne ber çavên xwîneran.
Pirtûkeke gel(l)ek hêja ye!!!
Kek Îkram ev pirtûk di 6/2020an de tevî romana xwe ya bi navê “rêwî” weke dîyarî ji min re şandibûn. Pirtûk ji 139 rûpelan pêk tê.
Weke xwînerekî zanist ku heta roja me zêdey hezar pirtûk, gotar û hevpeyvîn xwendin e, ez dikarim bi aramî bibêjim, ku min di xwendina wê de tamek xweş dît, ku min di berhemeke din ya kurdî de heta êsta (roja me) nedîtî ye!
Hêvî û armanca kek Îkram weke nivîskarekî berhemdar ew e, ku Kurd dev ji zimanê bav û kalan bernedin. Ew hem fêrî kurdî bibin û hem civaka xwe û kêşe yên wê yek bi yek binasin. Ew dixwaze ku Kurd ne tenê bibin „bilbilê zimanê biyanî”, her wiha bibin xwînerên zimanê xwe jî. Wekî ew herroj xizmeta ziman û çanda biyanî dikin, bila êdî zêde xizmetê ji zimanê dayikê re jî bikin.
Pirseke dinê jî ev e, wekî rewşa zimanê kurdî metirsîdar û xeternak e, ma em çi ji nivîskarên Kurd re bibêjin ku lutberz in (pozbilind in), çima ew baş bi tirkî diaxafin û bi tirkî berhema belav dikin, lê kurdiya wan lewaz maye?
Her wiha bo çi ew ji dora xwe re dibêjin, em Kurd in, lê bi tirkî dinivîsîn in?
Bo çi ew dibêjin me bi kurdî nexwendiye! Debibêjin, kî ji me bi kurdî xwendiye?
Heger rast e hûn “pabend” û “dilsozê Kurd” û doza wî ne, bo çi hûn xwe fêrî kurdî nakin! Qey “giyayê hewşê t’al e” û wê her tal bimîn e?
De bibêjin, bo çi hûn nivîskarên xwe kêm dixwînin an naxwin in?
Ma hûn nikarin ji partî û berpirsiyarê xwe re raste-rast û vekirî bibêjin, de werin li nava malên me fêrgehên ziman û dîroknasiyê vekin. Heger na, em dengên xwe êdî qet nadin we!?
Bo çi rêvebir û berpirsiyarên we nabin “pêşengên çanda kurdi” û xwe fêrî zimanê dayikê nakin?
Bo çî hûn bi nas, hawrê û mindalên xwe re, bi bûk û zavayên xwe re bi kurdî hem li nava malê û hem li sûk û bajêr na axifin!?
Bo çî hûn berhemên kurdî naxwînin û nadin xwendin!?
De bi kurdî bixwînin, ji xwe bawer bin û zimanê we ne kêmî tirkî ye. Heger hûn li nirxên xwe vegerin û wan biparêzin, bibîn hevkar û bi tifaq, piştgirên we jî wê çêbibin û rojekê hûn jî wê bibin xwedî dewlet. Bila ziman û parastina wî vêga di pêşiya hertiştî de be!!!
Bi hêviya ku nivîskarên me tev di paşerojê de bi berhemên xwe hemû zaravayên kurdî nêzîkî hev bikin û kurdiya bakur ji bin bandora zimanê erebî û tirkî derxin, ez kek Îkram bi vê pirtûka giranbiha pîroz dikim. Bila temenê wî dirêj be. Her bijî nivîskarê Kurd, kek Îkram!
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.
12/2022