Xwendevanên delal, gelek wext e ku ez pîçekî bêkêf im, pirr tişt nayên bîhra min ku ji we ra binivîsînım; ev yek. A duhem ez 18.000 kîlometre ji welêt dûr im, nûçeyên ku di welêt da diqewimin ez wan naşopînim. Medya Awistûralya jî pirrî caran qet qal û behsa nûçeyên cîhanî nake. Jibo wan haşa pêşberîya we heye tune rewşa kûçikan, bûyerên rojane, ên tirafîkê, şer û kuştina hin kesan. Lê ez bawer im ji bilî min berpirsîyar û koordînatorê vê malpera Kurd, berrêz Îkram Oxûz, nivîskarên malperê Îbrahîm Aksoy, Firat Aras, Dîyar Bûdak, Memo Şahîn, Siraceddîn Oxûz ji we ra, li welêt çi diqewimî û çi dibe dinivîsînin. Bi taybetî Îbrahîm Aksoy ji we ra qal û behsa Abdo û mirûdên wî, Komara Paşayên Devşîrme, bêbavên Qafqasî û Balkanî dike û wana dide nasîn. Memo Şahîn, Dîyar Bûdak ji we ra qal û behsa rewş û qewimandinên Başûrê biçûk, ku kirine Rojava dikin; lê min jî gelek caran ji we ra hin tişt nivîsîye, balam di vê nivîsa xwe da ez dixwazim ji we ra qal û behsa keser û xemgînîya dilê xwe yê kul û gundê xwe, zaroktîya xwe û erdnîgarîya gundê xwe bikim, wê erdnîgarîyê ji we bidim nasîn, lê berê divê ez ji we ra çi wext ji wî gundê xwe dûrketime, qal û behsa wan roj û salan bikim, dûra jî dorê bînim ser navên erdnîgarîya gundê xwe dûwahî bidim nivîsê û du helbestên dilê keserkêş. Bi destûra we, ez destpê bikim.
Xwendevanên hêja, 71 sal berê, ango di roja 14’yê Avrêla sala 1951’î da, ez li ber zilm û zora zirde Kekê xwe Husên, ji gundê ku min di payîza 1934’an da çavên xwe di vê cîhana fanî û dererwîn da vekiribû dûrketim, min berê xwe da xurbeta xopan. Wêstgeha mina yekhem Xarpit, ku navê wê yê îro Elazîx e, wêstgeha duhem Edene, taxa Kûrûkoprî, xanek wekî axirê ajal, dewar û pezan. Min qasî du salan di navbera Edenê û gundê xwe da teşî rist, çûm hatim. Piştî salek 365 rojan, vêca min bavê xwe yê dilovan di 14’yê Avrêla sala 1953’ê da wenda kir, ji ber vê yekê min berê xwe da Stenbola xewnan, taxa Kasimpaşa. Ango dîsa li ber zilm û zora zirde Kekê xwe bûm tekî welat, dûrî dayîka xwe ya derdkêşa Xwedê, pênc birayê xwe yên biçûk. Xebitîm, ji wan ra bûm hêvî. Di 16’yê meha Çirîya Pêşin, (Cotmeh) bûm leşkerê dijmin, Bahrîye. Sê sal leşkeri, piştî qedandina leşkerî, ez venegerîyam gundê xwe. Ji ber ku tirsa zirde Kekê min, di mêjî û dilê min da cîyekî girîng standibû, ji ber wê yekê min berê xwe da Başûrê Tirkîye yê Îskenderûn. Li wir bi keştîya nav “Tahrî” siwar bûm çûm di girava Behra Sipî, Qibrisa kesk, bajarê nav Larnaka da derketim reşahîyê, li wir bi tranpêla zavayê hevalekî rêwî, min berê xwe da Lefkoşa, gundê xanima xwe ya 60 salî Balîkître, ku îro Tirk barbaran nav kirine Balîkesîr, li vir zewicîm û cîwar bûm, lê piştî salek dîsa 365 rojan vêca di navbera faşîst Tirkên Qibrisê û E.O.K.A yên Rûman da şer derket, me her tiştên xwe, mal û hemû hebûnên malê wenda kir, lê şikir em nehatın kuştin, balam jîyan jî jibo 2 salên din ji min ra bû doj, ez bêgav mam, îcar di 28’ê Sîbata 1965’an dîsa vegerîyam Stenbolê, çûm di taxa Recep Tayyîp Erdoxan, Küçük Pîyale, kûçeya nav Sobacî da cîwar bûm; piştî pênc salê minên taybetmendîyên cure cure, babet û serhatîyan, vêca min ji dayîk, pênc bira, sê zarok û bermalîya xwe xatir xwast, di roja 19-12-1970’da li Stenbolê dûrketim, min bi balefirê berê xwe da Başûrê Cîhan, Kîşwera nav Awistûralya, bajarê Sydney. Îro li tev çar zarokên xwe, bermalîya xwe ya 60 salî, li tev sê birayên xwe û zar û zêçên wan û gelek nevîyên apanên xwe (Evana gîşt bi saya min da hatine vî welatî) di vî welatî da dijîm. Ango 53 salên jîyana min di vî welatê wekî bihişt da derbas bûn, lê min bihişta xwe ya yekhem, ango ew gundê xwe yê ku min li wir çavên xwe li vê cîhanê vekiribû ji bîhrnekir û ji bîhrnakim. Ji ber ku di bin her dar, kevir, şikeft, di nav dal, çet, gelî û newelan, li ser deşt, çox, çîya, zevî, gaz û tatan da bîhranînên minê zaroktîyê hene. Li ku min xîlok û girêz kolan e, li ku min siping û sîrmok, kerengên nevîyan komkirine, di kîjan gîyê da benîşt derxistîye, cuyaye, çûme ku min tawî, gîjok û şekok xwarine, hilkişîyame ser kîjan tûyê min tû xwarine, li ku min berx, kar, golik, dewar û pez çêrandîye, li kudere li tev Fîdan, Hecer û Sosinê malik leyîztime, çito bi kerê min şixre, ango sapê genim û ce kişandîyê bêderê, çito gam gerandîye, di kîjan salê da du cendermeyên dijmin hatine ez birime dibistana pişavtinê, di kîjan salê da min destpêka çot kirîye, cot ajotîye, çito toxim felişandîye, ji gayê Sêvo û Ecem ra: “Ohoo, ez gorî, ez qurban” gotîye, çûme wî alî û vî alî, bi kêfxweşî zevî reş kirîye, çito bi dasê genim, bi dest cê, nok, nîsk, kuşne, fîk çinîye, di demên payîzê da çito derketime ser darên mazî û dêdar çilo birrîye, çito tevalên çilo di nav du çetelên darên girs da nijandîye, lod kirîye. Di demên zivistanan, di axur û kadînan da li tev keç û kurên hemsalên xwe leyîztika çavgirtik, li ser pişta xanîyan berf miştin û kaw û daxme leyîztin, danî, bijêrekê dendikên gindor, ango qawûn, kuncî, û kindiran, li tev kakilên gûzan, zerfeta dema GAXANA bav û kalan, cejna Xizirê Kal, di meha Gulanê da roja cejna Şarikê Şivan û bûka baranê û hwd. Ji bîhrnakim, ji bîhrnakim, ji bîhrnakim,
Xwendevanên xoşewîst, gotinek bav û kalan heye, dibêjin ”Bilbil kirine qefesa zêrîn, wê dîsa gotîya “Ax welat, ax welat”. Rewşa min jî usa wek bilbila di hundurê qefesa zêrîn e. 71 sal in ku ez di kesera gundê xwe û welatê xwe yê bav û kalan da dinalim. Carna jî wekî zarokan digîrim “Ax welat, ax welat” dibêjim, lê ji welêt û gundê xwe gelek, gelek dûr im. Ez bawer im, jîyan têra dîtina gund û Kurdistana Azad û Serbixwe nake. Ji ber vê yekê ez dixwazim gundê xwe yê nav KÛPİK, li tev navên erdngarîya wê û taxên wê ji we bidim nasîn. Hêvî dikim hûn xwendevan jî vî karî bikin, erdnîgarîya gund, bajarok, bajar, li tev navên tax û herêman binivîsînin û bidin nasîn. Bi vê hêvîyê.
Gundê minê nav KÛPİK di bin kurte çîyayê nav CURNİK û GAZA ŞOWAGÊ (Şowag gundê Husên Cewhaîrê dilovan e) da hatîye avakirin, lê kîjan sal û sedsalê da hatîye avakirin kesek, sedî sen nizane. KÛPİKÊ pişta xwe daye çîyê û gaza rût û gunî, bê dar û daristan. Di alîya Rojhilata gund da Ferec, Milan, Rîçik, Şowag. Di hêla Başûrê Rojhilat da Goman, Coşik, Moxindî, Canîk, Newala Karê. Di alîya Başûr da Lodek, Dawalî, Çet, Şîlk, Bilan, Goma Lotê, Dirban, Komkar, Loxmar, Qerextepe, Kirzî, Mastan, deşta Çarsancaqê û gelek gundên wê herêmê û melbenda Pêr. Li alîya Rojava Germîsî, Şord, Xoskêx, Qamqamik, Sindam, Qeza Mêzgir û navenda Dêrsim Mamekî, Pilûr, ango Ovacik, Xozat. Li alîya Bakûr da Derwişwelîyan, Bazinan, Qurqurik, Pûlan, Qurçik, Mezira Reş, Tirrkêl. Bi dûr ve jî Qizilkîlîse, ango Nazmîye, çîya û gundên wê herêmê.
Belê, gundê nav KÛPİK li ser pênc taxan da hatîye avakirin. 1-Kevirê şîrê. 2-Sêdîkan. 3-Goma Karê. 4-Korta Reş. 5-Mala wî alî û navenda gund. Di vî gundî da, ji bilî mala me, dû eşîrên Kurd dijîn. 1– Bamasûr, 2- Derwîşgewr. Derwîşgewr tenê 9-10 mal in, ên din hemû Bamasûr in. Bamasûrên vî gûndî bûne çar ezbet. 1-Safîyan, 2-Seyd Alîyê Sey Nûrî, 3-Seyd Abasê Kose, 4-Sey Mistefa.yê Axcê (Axcîhan) Li gor gotına mezinên vî gundî, sê kûrên Sey Nûrî, ango Seîd Alî, Seîd Abas, Seîd Mistefa, va hersîyana xudan kiramet bûne. Seîd Alî axû, ango jehr vexwarîye, lê jehr di bin neynikên destê xwe da dakirîye. Seîd Abasê Kosê jî di gundekî Têrcanê da darek hişk şîn kirîye, Seîd Mistefê jî du gurên har ji kerîya pez û dewarên yekî File, ango Ermenî ra kirîye Şivan. Ku di wê herêma me da ji vî zatî ra “Sey Mistefa yê Axcê” dibêjin, ew dibe bengî û evîndarê keçek nav Axcîhan. Evîna van her du kesan bûye kilam, bûye wekî destan û kilama Memê Alan û Zînê. Min çend sal berê ev kılama, bi sernavê “DESTANA EVÎNA SEÎD MİSTEFÊ Û AXCÎHANÊ kir pirtûk. Çapa yekhêm di nav weşanên Komkar da derket, çapa duhem jî di sala 2017, di nav weşanên ÎBV da.
Belê, xwendevanên xoşewîst, piştî evqas gotin, bi destûra wê vêca jî ez dagerim werim ser navên erdnîgarîya gûndê xwe. Li paş taxa Mala Wî Alî, ango Seîd Mistefa, goristanek kevn heye ji wê goristanê ra “TAWÛR” dibêjin, (lê wate ya Tawûrê çîye nizanim. Min di ferhengan da jî ev nava nedît) tirba her sê birayên xudan kiramet di nav wê gorîstanê da ye, ku dîroka mirina Seid Mistefê li ser kevirê tirba wî 1732 ye. Dîsa li hember taxa Seîd Mistefê, Rojhilat, heya Rojava, Başûr, heya Bakûr, Kelemê Garê, -li vir ez dixwazim bidim zanîn em Kurdên Dêrsimê, bi taybetî beşê Kurmanc ji daristanê ra “Daristan” nabêjin, em “Kelem” dibêjin- Kevirê Hulî, Şikefta Garê, Şikefta Filan, Kelemê Heyder, Kevirê Belek, Kunika Zîya, Barg, Kanîya Bargê, Gûrtê Seîd Mistefê, -tirba dîya min, bav û kekê min Husên li wir in. Ew cîh him goristan e, him jı bax û rez e- Pişta Bargê, Pişta Çirr, Curnikan, Çîyayê Curnikan, Mezalên Curnikan, Kortika Baxiran, Kendelan, Kevirê Kortreşê, Şikefta Seîdan, Kevirê Çatman, Kelemê Sêdîkan, Korta Sêdîkan, Pozikê Nêçîrvanan, Korta Kortreşê, Kanîya Kortreşê, Zîyareta Sey Cafer, -Tirba Husên Cewahaîrê dilovan li wir e- Tata Kortreşê, Kanîya Tatê, Heyder Bawa, Paysêl, Newala Qemlexan, mêrga dirêj, Rêya Aşan, Kanîya Kevokan, Berojan, Kanîya Besê, Mêrga Besê, Gozeka Mala Mistefê, Gozeka Newala Kûr, Kelemê Sey Kekil, Kelemê Sey Welî, Newala Kûr, Pozikê Hemê Alî, Mêrga Çelê, Kanîya Sêdîkan, Newala Gola Mîyan, Kevirê Şîrê Pozikê Karê, Mêrga Seîd, Kanîya Mêrga Seîd, Zîyareta Sey Welî, Kanîya Zîyaretê, Dara Qîza Azeb, Mezela Qîryan, -Ev navê kesekî File, ango Ermenîye. Bibe ku di mêj da Kurd û Ermenî bi hev ra di wî gundî da jîyane- Newala Sêvikan, Çîmê Keser, Kanîya Şarik, Kanîya Gund, Kevirê Avdilmûsa, Pîjor, Textikan, Deşta Alxanan, Korma Xwelîyê, Dara Kurê, Mêrga Zênê, Newala Dirêj, Kanîya Birrî, Qorî, Mêrgên Qorîyê, Kelemên Qorîyê, Singê Dêlegurê, Gola Melkîşê, Qula Dêlegurê, Serê Kaşan, Kevirê Sipî û Newala Qeşmeran.
Belê, Kurd birayê minên hêja, ev navana hemû navên erdnîgarîya gundê min in. Hêvî dikim min hin cîh ji bîhrnekirine. Bawer bikin, ez her şev di xewnên xwe da li van cîyan da digerim, wexta ku hîşyar dibim, cîhana min te xurandin, histêr di çavên min da dibin kanî, agir dikeve dilê min, keser min ber bi mirinê dikşîne. Ku mirim jî hosîya min e, divê laşê min were şewitandin, axa min here gundê min, li ser cîyekî bê belavkirin. Ez di cîyekî helbesta hosîya xwe da usa dibêjim:
Naxwazin ez gîrî û şîn
Quran û ayetên ol û dîn
Bixwin, vexwin reqî, şerav
Bi eşq û kêf, her dem, her gav
Bişew’tînin tev laşê min
Axê bibin hûn gundê min
Belav bikin li ser Gazê
Bi guvend û bi awazê
Ji tavê ra bibim heval
Mîlyar, mîlyar, roj, meh û sal
Bibim Kulîlk, gul, gulistan
Li ser axa Kurd, Kurdistan
Gelê min bîhnke gula min
Dê her şa be gîyana min
Gîyana min ristên min in
Bîhnkêşê gulan jî hûn in
Riza me ev hosîya min
Jibo malbat, zar, zêçen min.
Gundê Min
Gundê min
Ez di axa te da derketim
Welatê min
Bi wê axê hat surandin
Hevîrê min
Çê bû goştê min
Goştê min axa te
Hestîyên min kevirên te
Xwîna min avên te
Gîyana min hewayê te
Por û pirçên laşê min
Dar û kulîlk û çîcegên te
Tu yî jîyana min
Tu yî gîyana min
Nan û av û xwê ya min
Hiş, pejn û pênc dilpekînên min
Tu yî dayîka heftsed bav û kalên min
Ez ji te ra bibim cangorî
Bedewa cîhana min
Dayîka min
Gundê min
Kurdistana min
Xwendevanên delal, ev nivîsa min “Di bîhranînanda rûpelek” jibo gundê min û kurte-jîyana min e. Bibe ku ev nivîs bibe nivîsa mina dûwahî. Lewra êdî ez kalekî 89 salî, bîhra min jî pîçek jar, bi tevahîya laşê da jî hêz sist bûye.
Ev a jîyan e/ Tune dibe gîyan e/ Cîyê ku tu diçî/ Ewder ne seyran e/ Çal û korta mişk û maran e.
Rastî ev e. Silav û rêz. Bimînin di saxî û xweşîyê da.