Xwendevanên hêja, wexta ku ez zarok bûm, ango piştî tevkujîya Dêrsimê, di salên navbera 1940 û 1950an da, bi taybetî jibo zarokan nexweşîya Sorik, Nîrkutik, Xurî, Jana Zirav bûbûn Ezraîl, bûbûn gurê devbixwîn ketibûn nav me Kurdan, her roj bi hezaran zar û zêç, xort, kal û pîr, keçên azeb, bûk û dayîk jinên ciwan dikuştin, ên sax mayî jî kiribûn nav şîn, derd û kulan. Jibo wê rewşê me ne dermanek didît û ne bijîşkekî wekî Loqman î Hekîm. Gundê me 52 xane bûn, di hundur du mehên havînê da 27 zarok, xortên ciwan, çend jî kal û pîr mirin. Kesên saxmayî bawer bikin ji tirb-kolandinê bêzar bûbûn. Ango hêz di mil û baskên wan da kêm bûbû. Gundê nêzî gundê me Qurqurik 75 xane bûn, li wir 92 kes bi van nexwşîyan mirin. Lê bi tevahîya Kurdistana Bakûr da ez bawer im bi sed hezaran kes di wan salan da bi van nexweşîyan bûn cangorî hezaran kes ji bi çavan kor bûn.
Xwendevanên xoşewîst, xuşk birayên delal, gelo ez çira ji we ra qal û behsa wan salên rabirdû û wan nexweşîyan dikim? Helbet ez jibo ûşt, ango sedemek girîng ji we ra qal û behsa wan nexweşîyan dikim; dixwazim wan nexweşîyan bînim ji nexweşîya me ya ku bi sed salane di vê cîhanê da qet bijîşkekî nikanîye di lebaratûwarek bijîşkî da dermanekî bibîne ji wê nexweşîyê ve girêbidim. Gelo ew nexweşîya me çî ye ku dermanek jibo wê naye dîtin? Ez bawer im hûn xem dikin jibo vê pirsê ne usa? Xem nekin, dê ez ji we ra bibêjim, lê navê vê nexweşîyê di lîteratora bijîşkî da tune, naye dîtin. Lê ez bawer im hûn Kurdevîn û Kurdperwerên Kurdistanê navê vê nexweşîyê dizanin, balam bi qîrîn û bi dengekî bilind ve bilêv nakin, gelo çira? Li gor bawerîya min, navê vê nexweşîyê “Dijminatîya biran e”. Ango em Kurd ji hev ra ne bira, em dijminê hev in. Ez bawer im ev nexweşîya dijminatî di destpêka derketin û pejirandina ola Îslamê da ketîye nav me gelê Kurd, jibo rêol, ango mesheb û tarîqetên cur be cur, bi dest û kar û barên hin Şêx û Seîdên paşverû û derewîn ve. Piştî salên 1960’î vir de jî vêca ramyarîya çepî em kirin dijminê hev. Ji bijî nexweşên rêol û tarîqetên ola Îslamê, îcar ramyarîya çepî jî bû wekî raman û bawerîya ola Îslamê ket nav me, em bêtir kirin dijî hev. Beşek ji me bûn alîgir û mirûdên Lenîn û Stalîn, Moskova ji xwe ra kirin Kabe; ez jî tevda. Beşek jî bûn mirûdên Mao, Pekîn ji xwe kirin Kabe û seredan, beşek jî bûn talibê Enver Xoce, Tîran ji xwe ra kirin serdana hec û jibo van bûn dijminê hev, ji hev bi sedan kes kuştin. Li Bakûrê Kurdistanê şampîyonê kuştina biran, di asta bilind da xulamên Abdoyê çav zûrr cîh girtin, ku heya roja îro jî ew şampîyonê kuştina birayên xwe ne. Wan piştî sala 1977, heya roja îro bi hezaran kes kuştin, ji biran ra nebûn bira, ev nexweşîya sed salan domandin, bêtir gurr kirin. Sed mixabin rastî ev e. Kurd ji hev ra ne bira ne. Serokên hemû sazî, komel û partîyên ramyarî ji hev ra wekî dijmin in, qet silavê jî nadin hev. Ku ji wan yek bimire, naçin serxweşî û tazîya wî kesî. Ji ber ku nexweşîya biratîyê dilê wan reş, mêjîyê wan jî qilêr kirîye, lewta qilêrîyê jî bi hêsayî naye şoştin. Binêrin li Başûrê Rojava Kurdistanê, ku partîyên herî zêde di wî parçeyê biçûk da tên dîtin, hemû bi dijî hev hatine damezîrandin bûne neyarên hev. Bi taybetî jî PYD di wî parçeyê biçûk da ji bilî xwe qet hêzek dî nasnake, bi taybetî jî bûye dijminê ENKS’ê û hemû hêzên wekî wê. Lê serok û girseyên çîyayê Qendîlê? Ewana jî ketine bin fermana Farisên namerd û bêbext, bûne dijminê hemû partîyên Kurdistanê, yên ku wekî wan li ramyarîya Kurdistan û cîhanê nanêrin. Bi taybetî jî PDK û malbata Barzanî ji xwe ra kirine dijmin yekemîn.
Xwendevanên delal, bawer bikin carna ez jibo vê nexweşîya me şaş û metal dibim. Gelo çira em ji hev ra ne bira ne û neyarên hev in? Sedem çîye? Gelo çikê me ji Tirk, Ereb û Farisan û hemû gelên cîhan kêmtir e? Ma em jî wekî hemû gelên cîhan ne mirov in? Ez bawer im, bejn û bala me ji gelek gelan û kesan baştir e. Bi taybetî jî ji Tirk û Ereb û Farisan. Ku usa ye ma çira em ketine bin destê van hov û barbar û ziştan? Ango esl Moxolên laş bêtoşe, kudîyên Aseneya tirrek, Erebên çolan, siwarên hêştîran, Farisên parsevan û fêlbaz? Bi rastî ez wateyek taybetî jibo vê rewşa me ya kambax û nêrînî nabînim. Ev nexweşîya me ji me ra bûye wekî nexweşîya şêrpençe, maye bê derman. Li vir, ango li Sydney, bi sedan Kurdên ku bûne mirûdên Abdo û PKK’ê, rojekî min ji wan ra: ”Çira li ser çavên we birû heye?” ne gotîye, ligel wan rûneniştime û ji wan ra neketime nav gengeşî û raberzîna ramyarîya Kurdistanê û cîhanê, balam dîsa jî min ji xwe ra wekî dijmin dibînin. Ji ber ku ez ne PKK’yî û xulamê Abdo me, wekî wan li cîhanê û rewşa Kurdistanê nanêrim, qasî zanîna xwe rexneyê şaşîyên PKK’ê dikim, ewqas; lê haşa ne bi çêr û dijûnî, balam dîsa jî min ji xwe ra wekî dijmin dibînin. Bawer bikim piranîya van kesan berê ku PKK ewqas ne dihat naskirin, ji min ra heval bûn, wan ji min ra: “Tu rêşan û mamosteyê me yî” digotin, lê wexta ku bûn Abdo î, yekser peywendîyên xwe ji min qut kirin û ji min ra: “Tu dijmin î” gotin û farmana kuştina min nivîsandin, ji min ra şandin. Ango yekcar ew hevaltî û biratîya salan, nan û xwêyên ku me bi hev ra xwaribû ji bîhr kirin. Erê ev e nexweşîya me ya bê derman. Em naxwazin ji hev ra bibin bira, bi hev ra derkevin pêşîya dijmin. Bi kurtî di çar parçeyên Kurdistanê da rewşa me Kurdan usa ye, em ji hev ra ne bira ne. Ji ber vê yekê jî em bûne nêçîra hirç û hovan. Eger ku heye hêzek, jê ra dibêjin “Xwedê” hiş bide hemû rêber, serok û gelê Kurd, ji vê nexweşîyê ra dermanekî bibîne. Bi vê hêvîya dilê keserkêş; ez dûwahî bidim nivîsê û bibêjim “Bi a Xwedê”. Bimînin di xweşîyê da.