Xwendevanên hêja û xoşewîst, di dîroka hemû gelên cîhan da her çiqas ku roj, meh û salên dilşadî, ken û kêf hebin, her usa jî, roj, meh û salên gîrî û şîn jî gelek in; lê di vî warî û di vê gelşê da em Kurd şampîyonê derd û kulan, jan, êş, gîrî û şînê ne. Dil dixwaze hûn bikevin kûrahîya rûpelên dîrokê, piştî li holê rabûna, kalikê me yên kevn Hûrî, Gûtî, Mîtanî, Sûbarû, Kardûk û İmparatorîya Medya, (Em qal û behsa Lûvî, Hîtît, İskît, Ûrarto, Lûlû hin dewletên Kurd, ên din nekin) bi taybetî jî piştî derketina ola Îslamê heya vê rojê me, hemû roj, meh û salên me bi gîrî û şînê derbas bûne û hêj jî derbas dibin. Gelo çira, sedem çî ye? Li gor bawerîya min sedema yekemîn erdnîgarîya me ya wekî bihişt, li dor vê bihiştê jî sê nijadên har, hov û barbar. Van barbaran ew bihişta me ji me ra kirine doj, nehîştine ku em li ser wê bihişta xwe ya bav û kalan wekî mirov, bi ken û kêf, bê şer û pevçûn bijîn. Ev yek. A duhem, lê a herî girîng, em Kurd naxwazin ji hev ra bibin bira, li hember hemû dijminan bibin yek hêz û yek kulm. Ango ev nexweşî û nakokîya nav me, ji hev ra şêr û piling, lê li hember dijmin, tenê bi serê xwe, bê pişt û bê dost.
Kurd-birayê minên delal, daxwazîya Tevgera Rizgarîya Kurdistan, di sala 1806’an, di bin serokatîya Abdulrahman Paşayê Mîrê Baban da destpêbûye, li pey wî 1847’da tevger û serihildana Mîr Bedîrxanê Botan, 1880 da vêca Şêx Ubeydullahê Nehrî, 1921-22 Qoçkîrî, Alişan Beg, Alî Şêr, Dr. Nûrî Dêrsimî, 1925 Şêx Seîd, 1927-32 serihildana çîyayê Agirî û Zîlan, 1937-38’an da tevkujîya Dêrsimê, 1946’da tevkujîya Mahabadê, 1961’da tevgera Başûr, di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanîyê nemir da destpêbûye, lê sed heyf, hezar mixabin ku ev serîhildan û tevgerên jibo Kurdistanek Azad û Serbixwe negîhîştine daxwaz û armancên xwe. Divê dîsa pirs bikim gelo çira?
Lê ev tevger û serîhildana 37 salan, şaş û çewt, di bin serokatîya Ocalan da çi daye me gelê Kurd?
Tev gîrî û şîn, bostek erdê Kurdistanê jî rizgar nekir.
Belê, li Başûrê welêt, piştî mirina Mele Mistefa Barzanîyê nemir, di roja 16’yê vê mehê, sala 1988’an (îro) ango Adarê, şerfirokên Serokê İraqê, Saddamê xwînxwar û barbar, li ser bajarê Helebcê çek û bombeyên kîmyewî barand, 5000 zar û zêç, keç, jin û bûk, xort, mêr, kal û pîr cangorî bûn, 10.000 kes jî birîndar. Lê di 12’yê Adara sala 1986’an destpêka tevkujîya Enfalê, heya 7’ê Hêziran, 1989’an, 182.000 cangorîyên Kurdistan, di bin qûmên çolistana İraqê da hatin niximandin?
Axxxx, axxxx li min dayê li min dayê/ Kurd ji Kurd ra nabe bira, rastî va yê.
Belê xwendevanên delal, rewşa me li ber çavan e, em ji hev ra neyar in, dilsar in, ji dijminan ra jî dost û yar in. Binêrin li rewşa Abdoîyan, kurên Celal Talabanî û gotin û daxwazîya xenîmzade Kemal Darşûrê Dêrsimê.
Herwaha, ez gelşê neguhêrînim, werim ser tevkujîya Helebcê. Çawa ku hûn jî dizanin Serokê İraqê Saddam 34 sal berê, di vê rojê da, (Çawa ku min li jor jî got) 5000 xuşk û birayên me bi çekên kîmyewî va kuşt, 10.000 jî birîndar û seqet. Ez bi dil wan cangorîyên Helebcê, Enfalê û ên ku di dîroka Kurdistan da çiqas kesên me jibo Rizgarîya dayîka xwe ya nav Kurdistan cangorîbûne, wana bi kûrahîya dil bîhr-tînim, di ber gîyana wan da serê xwe ditewınım, “Axa wan zêde, rama dayîka wan Kurdistan, li ser axa wan kêm nebe” dibêjim, bi destûra we 34 sal berê helbesta ku min jibo tevkujîya Helebcê nivîsîye, carek dî pêşkêşe we xwendevanên Kurd bikim. Helbest dirêj e, lê di kûrahîya dilê kul û keserkêş da derketîye. Hûn xweşbin, serê Kurdperweren Kurdistan saxbe. Silav û rêz.
Reş Girêdan
Hezar nehsed heştê heşt bû
Kurdperweran reş girêdan
Nûçe ya reş zû belav bû
Kurdevînan reş girêda
Eman, eman, eman, emam
Helebce girt mij û duman
Penc hezar Kurd cangorî bûn
Birîndaran nedît derman
Eman, eman, eman yadê
Zar-zêç, pîr-kal, teyrên Xwedê
Bi bayê kîmyewî mirin
Reş girêda Kurdo, Werdê
Hewa sar bû, hênik û sar
Mehe Adar, demsal bihar
Bi êrîş çû dijminê har
Deşt û çîyan reş girêdan
Di jor da bombe barandin
Kîmyewî bûn can helandin
Qîrîn, hewar û nalandın
Erd û ezman reş girêdan
Hewayê jehr jîyar kir zor
Cîhan bêdeng mabû çav kor
Mirin Kurmanc, Soran û Lor
Hemû Zazan reş girêdan
Mij dûman bû ezman, sema
Zar-zêç mirin kesek nema
Helebce bû Hîroşîma
Kurdistanê reş girêda
Pêşmerge zû derketin der
Dijmin ba bû nedibû şer
Çav kor dibûn, guh dibûn keqr
Kevir-daran reş girêdan
Di kûçan da meyît hezar
Hevşan da mir pez û dewar
Gelê Kurd dît gelek zezar
Hêzên Kurdan reş girêdan
Di newal û çal û kortan
Têda laşên keç-bûk, xortan
Bihîst Dêrsim, Cizra Botan
Tev Mem û Zîn reş girêdan
Çar hezar gund war û banî
Dijim hilşand dawî anî
Di tirbê da Feqî, Xanî
Tev Cîgerxwîn reş girêdan
Sed û heştê du hezar kes
Saddam girt bir bêdeng û ses
Kir bin qûman segê teres
Tav û rojê reş girêdan
Buldozeran çal kirin erd
Di çalan da gor kirin merd
Ev ji Kurd ra bû kul û derd
Çalên bi xwîn reş girêdan
Li derva bûn zarokên hûr
Bê nûçe bûn ji gunan dûr
Yekcar mat man çav kirin zûr
Kab û gogan reş girêdan
Bav, dê û ap tev zar-zêçan
Xortên ciwan, tev bûk-keçan
Laşên wan gîşt hatin pêçan
Caw, tawûtan reş girêdan
Dehezaran welat terk kir
Cîhanê dît lê guh kerr kir
Kurdan ji jehrê ra şer kir
Rê û dirban reş girêdan
Pitik berê daykê dimêt
Hewa jehr bû kesî nedît
Mirin kesên leheng, eğit
Kesên mayîn reş girêdan
Dijminê zalim û bêbext
Gelê Kurd nêçîr kir bêwext
Şewitand war, nehîşt mal, text
Dar û beran reş girêdan
Mal da rûniştibûn pîr, kal
Li derva bûn Heval, Delal
Hemû jehr bûn avên zelal
Kanî çeman reş girêdan
Li ber pêz bûn zarok, şivan
Mijek derket li ber çavan
Mirin ajal, mirin gavan
Kulav bilûr reş girêdan
Pitik di nav pêçekan da
Di nav milên dayîkan da
Mirin di bin xanîyan da
Paç dergûşan reş girêdan
Zarok li der ber derîyan
Dileyîztin digerîyan
Bombe jor da dibarîyan
Ba û hewa reş dirêdan
Hewarîya zar û zêçan
Şîna daykan, bûk û keçan
Pitikên hûr natin pêçan
Dest tilîyan reş girêdan
Xuşk û bira dayîk û bav
Derketin der avêtin gav
Rizgar nebûn dawî hat rev
Ling û çiqan reş girêdan
Bavo kurê xwe hembêz kir
Jonî şikyan wî ranekir
Tev zarok gîyan radest kir
Şal û şapik reş girêdan
Loda mir’yan ketin ser hev
Laşên qusek, neman çav-dev
Wer li der man bi roj û şev
Stêr, pêwran reş girêdan
Tev bê hilm man ketin erde
Evîn, Dîlan, Şêrko, Werdê
Mirina wan nedît Xwedê
Xwedênasan reş girêdan
Bi hewayê jehr fetişi
Bin tavê da ma helisi
Nedît Yezda, Mehdî, Mehsî
Çil nebîyan reş girêdan
Ax li min, ax li min yadê
Nevîyên Kurdo û Werdê
Mirin laş man li ser erde
Tevir-bêran reş girêdan
Tawûs û Ahûra Mazda
Tev bêdeng man li tev Yezda
Qet kesekî hêzek neda
Hêzên Kurdan reş girêdan
Xuya nebû Zerdeştê Kal
Cî ranebû Rustemê Zal
Tijî cendeng kort û newal
Çal û kortan reş girêdan
Zû belav bû ev nûça reş
Kesek nema rûken dilgeş
Şeş kîşwer û Hînd û Hebeş
Dostê Kurdan reş girêdan
Têlewîzyonên cîhanê
Ew rewşa anîn ekranê
Jîn tunebû li meydanê
Temaşvanan reş girêdan
Emperyalan dengek nekir
Hukma Sowyet qet şerm nekir
Wê rewşê Saddam pirr şa kir
Pêşverûyan reş girêdan
Saddam, Xumeynî û Ozal
Ew dijmin in nabin heval
Rewş li ber çav ronî, zelal
Pîpkê çavan reşgirêdan
Dijminek jî Hafiz Esat
Ehrîmanê bêbext, fesat
Ev tevkujî ji wî xweş hat
Selahaddîn reş girêda
Bese Kurdo ders bistîne
Ji xwe ra rêkî bibine
Cîhanê negot “Kurd kîne
Mirovhezan reş girêdan
Li bûyeran em mêze kin
Dost û dijmin hev cuda kin
Bibin yek em dûra şerkin
Yekîtîxwazan reş girêdan
Em tirba xwe, xwe bikolin
Dijmin Ereb, Tirk Moxol in
Me dikujin hezar sal in
Sal, sedsalan reş girêdan
Kurdino dîrokê vekin
Bixwînin hûn ji bîrnekin
Gîyana cangoran şakin
Ku car dî reş girênedin
Şêx Seîd, Helebce, Zîlan
Dêrsim, Agrî jan kir dilan
Ev helbesta Rizê Guran
Mala Guran reş girêdan.
21-3-1988 Sydney.