Min bihîst keça Kurd, Profesor Zera Uso çûye heqîya xwe. Min ew keça Kurdê resen di sala 1983’yan da li Lenîngradê nas kir; wê ez birim mala mamoste Profesor Qanatê Kurdyê nemir. Jibo mirina wê ez gelek gelek berketim, xemgîn bûm. Ji ber ku min ew wekî xuşkek xwe û wekî melekek Kurdî ditît û hez dikir. Ew çû, em jî li pêy wê ne. Bila ew di nav nûr da raze, axa wê zêde, rama dayîka wê Kurdistan li ser axa wê kêm nebe, serê hemû neferên malbata wê, serê hemû Kurdperwerên Kurdistan saxbe. Kurdperwerên Kurdistan dê wê ji bîhr nekin, ew di hemû berhemên xwe yên Kurdistanî da bijî“
Riza Çolpanê Dêrsimî, Sydney.