Li ber tvyê û li dimenên şer mêze dikim. Li welatê me jî şer qewimî û em ne xerîbê van tiştan in. Ez jî dizanim şer çî ye. Di tê da mirin, tê da hawar û gazî, kavil û kolxane, qîrîna zarok û zêçên hûrik, girî û hêsirên çavên dayîkan û ji xwe ra tu lê zêde bike û bibêje; jana dil, jana dil û jana dilê dayîkan…
Ez jî dizanim şer çi ye. Ne xerîbê van tiştan im. Şer rev e. Şer koçberî ye. Şer di rê û dirban da hêsîrî û mahcirî ye. Ez dizanim bi kîjan rengî û çi afat e. Lê dike û ji ezman dibare, gule li ser guleyan, gule li ser guleyan…
Çi firq dike ha tarî bûye û ha ronahî. Bes, bila tê da dengê mirinê hebe, te da tirs û xof, hawar û gazî…
Ez ji welatê xwe dizanim.
Şer şerê duwelan bû, şerê yekem. Piştî wî şerî welatê ku hat dabeşkirin welatê min bû. Xeta dabeşkirinê di nav gundê apê min da derbas kiribûn. Du tax bûn, yek li jêr ma û yek jî li jor.
Hesret ji dil bû. Derdiketin serê xanîyan û bang li hev dikirin.
Têl kişandibûn navbeyna herdu taxan. Çûyîn û hatin nebû. Te nedikarî tu yê ji vê alîyê berê xwe bidî wê alîyê, her û werî.
Got, pir xweş tê bîra min. Ji xortan xortekî rûbixwîrî bû. Li ser hev deng vedida. Dengê wî ji dil bû. Diqîrîya û digot; lê lê keçêêê, keça metê! Ji te hez dikim û li benda min be.
Qîrîn qîrîna wî bû, qîrîna sed salan. Qîrîya, lê ne kesî dît û ne jî bihîzt.
Sal, 1916an bû û ji mehan jî meha Nîsan û Gulanê.
Xwesîya wê di riya mahciriyê da mir.
Bi xwe jî bûk bû, bûka dest bi hene. Xwe ji tatên wî çiyayî avêt xwarê û kuşt. Berîya ku xwe bikuje dergûşa xwe ya çar meheyî pêça, da ser dilê xwe û jê ra hêsirên çavan barand. Xatirê xwe jê xwast û wer berê xwe da mirinê.
Metika Fatê? Metika porspî ji Mûşê bû.
Dema ku Urisan berê xwe dan Serhedê ji Serhedê wê jî berê xwe dabû Diyarbekira şewitî. Li wî bajarî, li bajarê Diyarbekirê wê, bilî Berxo (Dr. Fuad) derdê xwe ji kesî ra negot.
Jê ra berxê min got û bi wî awayî dest bi axaftinê kir.
Di rê da ji wê malbatê kesekî nemabû. Wê ji Dr. Fuad ra wer got û Bavê Tûjo jî li wir bû. Bi guhdarîya xwe bû, Hecî Axtî. Xemgîn bû.
Şer e û ez dizanim çi afat e.
Li wî bajarî ne berf û ne jî baran bû, dibarî. Gule û jan bi hev ra bibûn şîrik û dibarîn. Ezman tarî bû.
Li vî bajarî, bajarê Kîevê bi dergûşa xwe va dayîkek dabû rê û direvî. Ji wan roketan nekarî zêde here, deverû ket.
Rêz bibûn û direvîyan; ji gundê xwe, ji bajarê xwe, ji mala xwe…
Çûyîna wan ne wek çûyîna me, lê hawar û gazîya wan jî wek hawar û gazîya me bû.
Herçiqas gotin ne wek hev bin jî jan yek e, dayê. Hêsirê çavan û girî wek hev e…
Ji ezmanê Kievê mirin e, dibare. Li vira vê gavê bêhna sêvan ji mirîyan naye, li cem me wisa ye.
Li vira barûd dibare û bêhna barûdê heye.