Çaçanê apê min salek du sal berê mir. Berîya ku bemire bi nas û dostên xwe ra bû. Xemgîn bû, Apê Çaçan. Dengê wî qeyd kiribûn. Piştî mirina wî min vîdeoya hatibû qeydkirin temaşe kir. Guh da apê xwe û apê min ji kul û kesera dilê min û te ra wiha digot:
Ax, ji dil tê.
Havîn e malên me barkirine çûne waran, gayê me xam e, kambax be nayê ber baran.
Ez xûlamê bejn û bala zirav, çavên belek, bûn xwarina mişk û maran.
Em hêsîr mane li ber dar û van dîwaran.
Çi bibêjim, xemgînî ye. Kî gotiye nizanim, lê xweş anîye ziman û gotiye:
Di bin vê ezmanê bilind da tiştê ku baqî dimîne bilî deng û seda wekî din jî ne tu tiştekî bûye. Bi Zimanê Tirkî dizanî, apê min. Apê min, ji zimanê xwe hez kir û bi zimanê xwe gotinên xwe ji dil û can kir. Li pey xwe xemgînî û ji min ra jî çarîna xwe wek dîyarî hîşt û çû.
Di roja Zimanê Kurdî da min xwast ez cî bidim van gotinên wî yên bedew.
Di roja Zimanê Kurdî da ez bi zanistî nabêjim zimanê dayîkê. Kurdên Êzdî dibêjin zimanê bav û kalan. Bavê min jî û dayîka min jî ji min ra digotin, ez bi qurbana te me! Ka hela bi zimanê me qise bike ku em jî fahm bikin ka tu çi dibêjî.
Werhasil, hinekan got zimanê me, hinekan got zimanê bav û kalan û hinekan jî got zimanê dayikê, zimanê zikmakî…
Roja Zimanê Kurdî pîroz be, dibêjim û derbas dibim.
Ziman di çar xalên xwe da bi tam û temamî ye:
Axaftin,
Guhdarîkirin,
Xwendin û ji xwendinê fahmkirin,
Nivîsandin
Êş e û em bi zimanê xwe nizanin. Wek berfa belanên çîyan roj bi roj dihele. Belê, roj bi roj dihele û esrînî dide.
Li Diyarbekira şewitî çend milyon dijîn nizanim. Li ser Pirtûkakurdî com. 12 heb ji Romana Yar û Miradê hatîye kirin. Ew jî min ji wan kesan ra gotiye ji kerema xwe ra li wir heye û here ji xwe ra bikire û bixwîne.
Tu rabe 12e-13e salan bixebite berhemek biafirîne, lê xwendina wê jî bila nebe. Werhasil, derdê me derdê serê derdan e. Na, ne tê gotin û ne jî jê ra derman e. Çima jê ra ne derman e? Jê ra ne derman e, ji ber ku siyasetmedar û rewşenbîrên me ne li ber çavan in. Di vir da çîrokek hat bîra min û bi we ra parva bikim.
Hûn dizanin ji lawiran yê ku ne di dûşa serê xwe da, lê yan dimeşe kevşal e. Jê pirsîne û gotine, em hemû lawir rasterast di dûşa serê xwe da dimeşin ka hela bibêje çima tu wekî me nameşî?
Kevşalê bersiv daye û gotiye, ev meş meşa rewşenbîran e. Rewşenbîr bi vî awayî dimeşin. Ka îcarê ez ê çi lê zêde bikim û bibêjim. Li welatê min ne rewşenbîr rewşenbîr e û ne jî sîyasetmedar…