Heca wan hecek pîroz e û bi xêr hatine. Bi destûra we xwendevanan ez ê parikî kûr û hûr herim. Di dema qal û belayê da birayê kalikê min Elî, sê salan leşkerîyê dike. Piştî ewqas salan jî bi xêr û xweşî vedigere û tê gundê xwe, gundê Kovikê. Di leşkerîyê da çawişî kirîye û lewma jî jê ra digotin, Elî Çawiş.
Dema Eli Çawiş ji leşkeriyê vedigere tê gundê xwe zarok û zêç lê kom dibin. Kal û pîr berê xwe didin wî û tên dibînin.
Û jê ra dibêjin:
“Elî! Tu bi xêr hatîyî mala xwe, gundê xwe û nav lezim û pismamên xwe û û…”
Ji edet e, piştî xêr hatinê jî jê dipirsin û dibêjin:
“Te sê salên xwe li xerîbîyê derbas kir. Ka hela bibêje te ji me ra qet çi anî ye, Elî?…” Xela û cela ye. Dem demekê xirab e, dinya bi hev ketîye û fisil duman e.
Elîyê feqîr, çi bîne? Encax xwe anîye. Ji zarok û zêçan ra ne şekirê nebatî û ne jî tu û mewij kirîye berîka xwe û anîye. Ne jî karîye ji xêrxwazan ra şal û şapik, pazên, divîtin, caw, pazên xas û qutnî bîne…
Li koma pismam û lezimên xwe vedigere û dibêje:
„Wele, min ji we nas û dostan ra hema tenê û tenê aqil anî ye. Belê, aqil…“
Ez ê dîsa vegerim ser rewşa me koleyan.
Ez dibêjim bila Xwedê rihê merîyan bigire û merîyan neke kole. Jiber ku koletî zilm û tahde ye û nayê kişandin tu yê bikişînî…
Min wiha got û tu jî bibêje, amîn.
Ji ezîzê xwe ra bibêjim, hec qedîya û hecî vegerîyan.
Duh êvarê li ser Radyoya Aştî min guhdarîya çend hecîyan kir. Ê Xwedê heye, nikarim derewan bikim. Hinek gotin hebûn tirş û hinek jî bi tahma xwe mayxoş bûn. Ez ê werim ser ayeta 7an û ka hela di derbarê me koleyan da çi dibêje.
Ayet, 7:
‘Karê hundir û derva karekî hevbeş e. Karê netewî di serî da karekî pîroz û bi hev ra tê meşandin…’
Azadîya Xalid Begê Cibrî, ji gelek kom û komasîyan pêk hatibû. Tê da leşker, xwendevan, şêx û mele, ateîst, sunnî û elawî û hwd.
Li ser kar û barê welatê qedîm ew wiha dibêje:
”Her çiqas em di fikr û ramanê xwe da cûda bin jî daw û doza me pîroz e û em dikarin bi hev ra kar û xebatê bişopînin…” Gotinek ji gotinên wî yên sed sal berê ye.
Divê ev gotin ronahîyê bide mejîyê me miradnedîyan û me bi bi azadîyê bibe, ma ne wiha ye?
Ji mîrê xwe ra bibêjim, karê netewitî ne tenê karê hundir e. Dîaspora jî heye. Divê di vî warî da jî meriv dest bide destên hev û bi hev ra karê xwe bike, lê!?…
Min got, lê!?… Ji ber ku tê da hem lêlê û hem jî lolo heye.
Ji mîrê xwe ra bibêjim, axa welat pîroz e. Her kî ku gava xwe biavêje wê axê bûye hecî û dibêjim Xwedê heca wan qebûl bike.
Bihustek axa welatê xwe nadim bi axa welatan.
Axa welatê min ji axa Mekke û Medîneyê pîroztir e. Heke di vî warî da pîvana te ne dîn û dîyanet, lê netewîzm be, axa welatê te jî ji te ra cîyê pîrozahî ye.
Ji bo min Hewlêr ji Mekke û Medîne, ji Quds, ji Çîn û Maçînê pîroztir e. Ji ber ku hêvîya min li wir e, ji ber ku pêşeroja min e, Hewlêr. Axa welatê min e, sî û starîya min e.
Belê, ez ê werim hecîyan.
Hûn çûn axa pîroz, bûn hecî û vegerîyan. Mala we ava. Xwedê heye nikarim derewan bikim. Min jî dixwast berê xwe bidim Hewlêra şirîn û bibim hecî.
Ê erê, wey! Ji xelkê ra hecîtî rewa ye û ji min evdalê Xwedê ra guneh e. Mixabin, hê Welî me û nebûme, Hecî Welî.
Elî Öncü, rabûye ji min ra name şandîye û di namêyê da dibêje, pîrê min tu pîr î û bi pîrtîya xwe bimîne. Ne hewceye ku tu bibî hecî. Çi bibêjim kekê, Elî? Ji merîyan ra çi rewa be, ew ewla ye.
Di nameya xwe da Elî Öncü, qala çiralixê jî dike.
Dibêje ezîzê min! Tu ne di dema beranberdan û bêderan da, lê tu di dema zebeşan da berê xwe bide Diyarbekira xopan û were.
Wek çiralix soz û qirar be, ez ê zebeşek 40 kilo bidime ber te. Yê babam yê, nizanim ka te anlamiş kir?
Bajarê qedîm Diyarbakir, ciyê heca Rojhilat, Rojava û Başurîyan e. Dema wan berê xwe da wir û li ber bedenê sura wî hêsirê çavan ji Zimanê Kurdî ra barand rihê netewîtîyê zindî dibe.
Werhasil, kin û dirêj hinek camêran berê xwe dan min û gotin, usul usul e. Bavê te jî wer dizanî û wer digot û kalikê te jî.
Ji wan camêran yekî ji dil axaftina xwe kir û got:
“Erê, ne min got her tişt bi usul û qeyde rind û xweş, watedar e.
Te dikarî li welatê xwe, li welatê ku tu lê dijî nûnerên xwe hilbijarta û bi navê me hemuyan bişanda Hewlêra xopan. Tê da edalet, tê da demokrasî û tê da karê hevebeş heye. Nabe meriv bibêje min danî û tu jî rake. Meriv bi hev ra datîne û bi hev ra jî radike, ma ne wiha ye?”
Ê erê, wele, bile û tile wisa ye.
Wexta ku meriv nepirse ji merîyan dipirsin û dibêjin: Lo, bi te xêr bû? Helewa şirîn nefsê kafir e, de bixwe, bixwe û bixwe!…
Duh êvarê di Radyoya Aşitî da min guh da siyasetmadarekî parsu-qalin kir, yekî por rût.
Digot, ‘me danî û tu jî were rake, ha!’
Lo, lo por rûto!
Ne teze, lê ev bûye 40 sal e te danîye. Di van 40 salan da me 40 koleyan hewl da em ê berê xwe bidin bare qirêjîya te û rakin, lê me nekarî.
Karwana hecîyan vegerîya.
Dixwazim ji wan hecîyan bipirsim:
„Lo, hecîyo!
Lo, hela bibêje te ji me ra qet çi anîye?”