Dibêjim sal bi sal xwezî bi sala par û pêrar û betirpêrar. Di dema bav û kalên me da Zimanê Kurdî bi tama xwe wek şir û şekir bû. Jahr kirin nav şîr û dan ber me. Zimanê şirîn çima ket vê rewşa xirab? Çima li ber pêla qimil ket û pûç bû.
Peyva heval peyvek giran, maqul û bi zerafet bû. Ka îcarê çi nehat serê vê peyvê, çi? Tê da ne aheng ma, ne fonetîk û ne jî esalet. HEVAL, kirin ‘hewal’ û pê heval kuştin.
Tê bîra min kûçikê me û kûçikê cîranê me timî hev digirtin. Kalikê min dest diavêt lingê kûçikê xwe û cîranê wî jî bi lingê kûçikê xwe va digirt û herduyan bi hev ra digotin:
“Heval heval, heval heval…” Peyv xas bû. Li hundirê peyvê xistin û heval bû ‘heWal’ û hundirê peyvê werimî û bû wek jina ducanî; v bû w…
Afat bi ser ‘v’ yê da hat. Ê de were ji welat ra bibêje velat û ji varikê ra jî bibêje warik…
Peyva heval peyvek ekolojîk bû û DDT pê wer kirin. Rastnivîsa peyvê ne “hewal”, lê heval e.
Di vir da xwendevan yan jî guhdarvanekî dikare ji merîyan ra bibêje: Heyran, aş çûye û tu jî hatiyîyî li pey çi ketîyî…
K. Kiliçdaroğlu, di axaftina xwe ya li ser dravnamê (butçe) da destê xwe yê çepê da hev û bi destê rastê jî lêxist û zimanê laşê xwe kir babeta her kesî.
Wey, zarokên me!…
Wey, jinik û dayîkên me!…
Wey ehlaq û namûsa me!…
Wey erz û eyalên me û û…
Kes ji bo zimanê me deng nake.
Di vir da ji pirtûka Ezîz Nesîn bûyerek hat bîra min. Mêrik mirîye û meyîtê wî jî li erdê ye. Yên ku jiber ra derbas dibin jî her yek tiştekî dibêje.
Yek dibêje:
“Ax, ax! Ê de hela tu were li min û vê ecêba Xwedê. Benê solek feqîrê min vekirî ma ye?”
Yê din dibêje:
“Wîîî, dayê! Hela mêze bike, teka goreyek wî şeqitî ye û ya din jî lîme lîme peritî…”
Em ê werin kurmê darê.
Di dîroka me da kurmê darê hebûn, hene û ew ê hebin jî.
Lê di van salên dawîyê da zêdetir har bûne û bi Zimanê Kurdî ketine.
Hem dihêrin û hem jî pê ketine û dikojin.
***
De here û here, rast li ser rastîyê û xwar li ser xwarîyê, Xwedê dajo barê heqîyê…
Li Hewlêrê civîna diyasporayê çêbû û camêrekî çend pirsên xwe ji me xwendevanan kirîye û dibêje:
- Kongreya dîyasporayê çima li dîyasporayê nehate kirin?
- Ji bo dîyasporayê pêwîstî bi çend nûneran hebû?
- Turkîye ne tê da gor hejmara kurdên welatên din pêwistî bi çend nûneran hebû? Mînak: Li Almanyayê ji milyonê zêdetir kurd dijîn. Hejmara nûnerên Almanayayê çend kes bûn?
- Ji Istanbolê çend nûner beşdarê civînê bibûn?
Çend pirsên din:
a- Nûner çi ye?
b-Ji alîyê kî va tên hilbijartin?
c- Berpirsîyarîya wan çi ye?