17ê Oktobirê, di jîyana min da ji rojan rojekê reş e.
Wek çawa Yaşar Kemal dibêje: ”O güzel insanlar o güzel atlara binip gittiler… (Ew camêr û canikên delal, li hespên xwe yên rind siwar bûn û çûn…)
Ne ku bavê min e dibêjim. Ji bavan bavekî wisa bû, digot:
“Min hez kir ji Ûsên dixwaze kar dixwaze zerar.“
Dîtin e û her kes bi dîtinên xwe delal û rind e. Ev jî dîtinek ji dîtinên wî bû. Felsefe ye û felsefe jî nine bi merîyan nede gotin.
Roja ku wî ji me ra negota:
„Mêr be, mêr bisekine. Çê be çê bixebite…“, nebû.
Xwediyê gotinên xas bû, bavê min. Xweş digot û xweş diaxifî.
Ne ku bavê min e dibêjim. Lê bavê min, li ser esl û esasê xwe bû.
Ev bûye 24 sal e bavê min mirî ye. Mirina wî di dilê min da valahî ye. Ew valahî hê ew valahî ye. Mirina wî di dilê min da êş e û di çavên min da hêsir…
Qet tu şik nine ku min ji wî û wî ji min hez kir.
Di wê şevê da, di şeva payîzê da helalî ji min xwast.
Razîbûna xwe anî ziman û ji min ra wiha got:
“Ez ji te razî me û bila Xwedê ji te razî be. Lawo, pir ked û emegê te li ber min heye. Heqê xwe li min helal bike û de xatirê te…” Çend gotinên din jî got û di pey ra jî çavên xwe da hev.
Bavê min, gundî bû.
Şivanî jî kir û cotkarî jî. Rûyê mêrgan jî girt û merabatî jî kir. Însanekî kedkar bû, bavê min.
Ne ku bavê min e, dibêjim. Bavê min, di qumaşê xwe da camêrekî xas bû. Şîretek ji şîretên wî ye û heta xweş bim tu car jibîr jî nakim û ji wê dîtinê gavekî para navêjim.
Ji min ra timî digot:
„Lawo, tu tu be! Ne nanê namerdan bixwe û ne jî tu ji ser pira qelsemêran ra derbas bibe…“
Na, ne nanê namerdan dixwim, ne rû didim kudxwiran û ne jî ser pira qelsmêran ra derbas dibim, bawo.
“Ew camêr û canikên delal, li hespên xwe yên rind siwar bûn û çûn…”
Xwezika neçûyana. Ew çûn û dinya niha ji tolazan ra maye.